Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Eniya Nusrayê hevbendiyeke nû li Xûteya Rojhilatî pêşniyar dike

Welîd Ebul Xêr li Qahirayê

Nişteciyên herêma Xûteya Rojhilatî li Şamê nerazîbûnekê li dar dixin di 28ê Tîrmehê de daku hebûna Eniya Nusra red bikin. [Wêneya ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Nişteciyên herêma Xûteya Rojhilatî li Şamê nerazîbûnekê li dar dixin di 28ê Tîrmehê de daku hebûna Eniya Nusra red bikin. [Wêneya ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Eniya Nusra ya berê, ku piştre nav xwe guhert bo Eniya Fetih Şamû piştre li jêr sîwana hevbendiya Tehrîr el-Şam derket pêş, ew hewl dide ku careke din navê xwe biguhere, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Jiber ku ew rastî berxwedanê hatin li herêma Xûteya Rojhilatî li Şamê, koman pêşniyar kirine ku kutleyeke nû saz bikin, ku hemû komên herêmê bihewîne li jêr navekî nû, Mihemed Bêk yê çalak di komeleya hevahengiya Xûteya Rojhilatî de got.

Wî got ku ev tevger weke bersivê hat ji ber zêdebûna hejmara nerazîbûnên ku li dijî hebûna wê li herêmê derdikevin, vê yekê jî hişt ku pevçûn bi komên opozîsyonê ên din re dest pê bikin herwiha bi sivîlên ku li dijî wê derdikevin xwenîşandinan.

Pêşniyar di daxuyaniyekê de hat ya ku roja Sêşemê (1ê Tebaxê) hat belavkirin, Bêk ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku komên opozîsyonê yên li herêmê zû ev yek red kirin.

Nişteciyên Xûteya Rojhilatî di 28ê Tîrmehê de derdikevin kolanan daku hebûna Eniya Nusra li herêmên xwe red bikin [Wêneya ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Nişteciyên Xûteya Rojhilatî di 28ê Tîrmehê de derdikevin kolanan daku hebûna Eniya Nusra li herêmên xwe red bikin [Wêneya ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Nişteciyên herêma Xûteya Rojhilatî li Şamê dekdikevin dijî qedexekirina alaya şoreşa Sûrî, qedexekirina ku ji aliyê Eniya Nusra ve hatiye ferzkirin. [Wêneya ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Nişteciyên herêma Xûteya Rojhilatî li Şamê dekdikevin dijî qedexekirina alaya şoreşa Sûrî, qedexekirina ku ji aliyê Eniya Nusra ve hatiye ferzkirin. [Wêneya ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Alozî Xûteya Rojhilatî nerehet dikin

Alozî gihane rêjeya herî bilind di navbera Feyleqa Rehman, ya têkildarê Artêşa Azad a Sûrî, û Eniya Nusrayê, pevçûn jî gihane rêjeya herî bilind di hefteya dawî ji Tîrmehê li herêma Hemûriyayê, Bêk got.

Herwiha herduyan pevçûnên dijwar di Nîsanê de kirin, yên ku bi dehan kes ji herdu aliyan di wan de mirin.

"Piraniya bajar û bajarokan li Xûteya Rojhilatî hebûna Eniya Nusrayê red dikin," Bêk got, wî not kir ku pevçûnên yekser di navbera rêxistinên tundrew û nişteciyên xwecihî de hene, bi taybet li bajarokê Kefer Betnayê.

Li Kefer Betnayê, Tehrîr el-Şam fîşek avêtin xwepişanderan daku wan ji hev belav bike, piştî xwenîşederan slogan digotin û ji hevbendiyê dixwestin ku dekevin.

Di heman demê de, xwenîişandinên rojane li bajarokên Eyn Terma û Erbînê têne lidarxistin bo piştgirîkirina Artêşa Azad a Sûrî, ew ji Eniya Nusra dixwazin ku xwe têk bide yan ji herêmê derkeve.

"Nişteciyên Xûteya Rojhilatî dibînin rewşa ku ew tê de ne xirab dibe weke encam ji amadebûna Eniya Nusrayê," wî got, wî anî ziman ku cihên hevbendî lê amade ne bombebarankirineke dijwar lê diqewime.

Rewş li Eyn Termayê wiha bû, ew bi awayekî dijwar ji aliyê hêzên rêjîmê ve hat bombebarankirin bi bihaneya ku hebûna Eniya Nusra li bajarok heye, wî not kir ku herêmên din şerawestandinan jiyan dikin yan herî kêm şer li wir kêm e.

Xwe li pişt komên din vedişêrin

Eniya Nusra dixwaze adavantajê ji rêkeftina agirbestê werbigre, agirbesta ku ji bo kêmkirina tensyona navbera rejîma Sûrî û hevalbendên wê, û hêzên opezîsyona miyanrew hatiye dîzayinkirin, fermandarê yekîniyeke Feyleqa Rahman, Wail Toxî, got.

"Eniya Nusra ji rrêkeftina, ku Tîrmehê hate holê û li çendîn beşên Xûteya Rojhilatî lidar e, hatiye bi dûrxistin," Toxî, ku bi navê "Ebû Fîras Dîmeşqî" tê naskirin, got.

Wî got jî ku Feyleqa Rahman jî wekî Eniya Nusrea li heman deverê cih digre, lê wê nekarî ku sûdê ji agirbestê werbigre.

"Serkêşên hêzên dijberiyê li herêmê baş dizanin ku civaka navdewletî Eniya Nusra red dike, û ew weke komeke terorîst hatiye nasandin," wî got, lewra jî wê navê xwe li cihê pêşîn guhert.

"Ji ber ku vê taktîkê berhem negirt, ew hewl dide ku xwe ji êrîşeke serbazî bi dûr bike," wî got jî.

Feyleqa Rehman propozelê tevlîna nav Konglomerasyoneke serbazî de di bin navekî nû de red kir, Toxî got.

Wî got ku beriya niha komê bang li endamên Eniya Nusra kir ku parçe bibin û tevlî rêzên wê bibin an jî biçin Idlibê.

Wî got ku piştî vê yekê, gelek endmên Eniya Nusra bar kirin, lê guvaşa hundirîn bi xêra peydabû bo rêgirtin li çûyîna wan bo Idlibê, lewma wê gev li ser bidawîhatina hebûna komê li Xûteya Rojhilatî durist kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500