Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Berpirsan: Wîlayeta nû ya DAIŞ li Iraqê bi piranî propaganda ye

Xalid Ta'î

Serokê polîsê Diyala lîwa Casim Saedî serî li xalên nobedariyê yên hêzên êlan li Muqdadiyê dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya fermandariya polîsê Diyala hatiye wergirtin]

Serokê polîsê Diyala lîwa Casim Saedî serî li xalên nobedariyê yên hêzên êlan li Muqdadiyê dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya fermandariya polîsê Diyala hatiye wergirtin]

Dangubasên avakirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji herêmeke nû re li Îraqî bi navê "Wîlayet el-Cebel" (wîlayeta çiyê) nabe ku bi alarmeke zêdeyî pêwîst bên pêşwazîkirin, berpirsiyarên parêzgeha Diyala ji Diyaruna re got.

Wan got ku hêzên Iraqî piraniya vê deverê kontrol dikin, û da zanîn ku ev îdia bi tenê dûman e ji bo nuximandina rewşa binketinê ya ku rêxistin jiyan dike û daku wehmê ku ew dubare xwe birêxistin dike û dê bi darêzorê vegere deverê.

Jêderine xwecihî dibêjin ku DAIŞ "Wîlayet el-Cebel" li devera ku ji bakur-rojavayê Diyala ber bi parêzgehên Selahedîn û Kerkûkê dirêj dibe ragihand.

Rêxistinê di nav xelkê de jî belav kiriye ku ew bajarokê Mutaybija yê çandinî -- dikeve bakurê Muqdadiyê, li ser sînorê bi Selahedîn re -- weke fermandariya xwe ya sereke navenda kontrolkirinê li deverê bikar tîne.

Herwiha rêxistinê diyar kir ku ew xwe birêxistin dike daku êrîşan li ser deverên rizgarbûyî pêk bîne.

"Karîna DAIŞ a pêwîst bo bidestanîna destketiyên rasteqîn tune ye," şaredarê bajarokê el-Muqdadiyê bi wekalet Hatim Ebid Cewad el-Temîmî ji Diyaruna re got.

Ragihandina rêxistinê ji avakirina "Wîlayat el-Cebel" re bi tenê propagandayeke bêkêr e û hewldaneke bo xapandina şopêner û alîgirên wê ku ew hîna jî xwedan hêz e," wî got.

"Em tevgera wan çavdêrî dikin"

"Rewşa rastî ya ku DAIŞ îroj wê jiyan dike bi temamî berevajî vê wêneyê ye ku ew hewl dide bide pêş," el-Temîmî got, eşkere jî kir ku bandora wê kêm bûye û bi tenê dikare êrîşên firk di rûbereke teng a ku dikeve navbera Diyala, Kerkûk, and Selahedînê pêk bîne.

Wî got jî ku endamên DAIŞ bi komên biçûk di tariyê de digerin û veşargehan li deverê nenişîn û gundên dûrî hev durist dikin bo sûdwergirtin ji xaknîgeriya zehmet a deverê.

"Hêzên ewlekariyê bi tundî bersiva her xeteriyeke ku terorîst çêdikin didin, ew xeterî jî sînordar in," el-Temîmî got. "Ew hîna jî tên şopandin û peygerîn, û balefir jî li veşargehên wan didin."

Carcar hêzên artêşê û polîsê Iraqî êrîşî çeperên DAIŞ li girên Hemrînê û bustanên Diyala dikin.

Ev hêz "dê nehêlin ku dujmin bigihe armancên xwe û gefê li ser aramiyê û bajarê rizgarbûyî çêbike", berdevkê polîsên Diyala, eqîd Xalib Etiya, got.

"Em bi baldarî hemû agahiyan dişopînin û pêngavên me yên lidar bo binbirkirina terorîstan hene bi hevahengî ligel fermandariyên operasyonên Dîcla û Selehadînê," wî ji Diyaruna re got.

"Ew dixwazin bi dizî derbas bibin û cihpêyekê ji xwe re li gundan û gundewarên bajarokên bakur-rojavayî yên parêzgehê çêbikin," wî got, bi taybet Mutaybija, Maxîsa û devera bendava Ezîm. "Lê belê em wan çavdêrî dikin."

"Bi dirêjahiya herdu mehên bihûrî de, me 19 terorîst kuştin, dema ku dixwestin bi dizî derbasî wan gundan bibin û li wir di veşargehan de bimînin, û pilana encamdayîna êrîşên terorî li dijî şêniyên bajrên parêzgeha me bikin," wî got.

"Wehim û bêzarî"

Polîsên Diyala li ser zêdekirina têkiliyên bi xelkên xwecihî re kar dikin, nexasim yên ku mal û mulkên wan ji aliyên DAIŞ hatine wêrankirin yan jî tadayî li zarokên wan hatiye kirin.

"Şêniyên wiha dikarin agahiyên hewalgirî yên nirxdar li dor endamên gumanbar û liv û tevgeran pêşkêş bikin," Etiya got.

DAIŞ dangubas belav kirine ku ew xwe li deverên çiyayî dubare organîze dike "daku barên ku şikestinên wê peyda kirine sivik bike", endamên encumena parêzgeha Diyala Xuder Muslim got.

Wî got ku raman ku ew dê bikaribin ku êrîşekê ji wan deverên lidar bixin daku kontrola xwe ya li ser bajarên ku ji dest dane vegerînin bi tenê wehmek e.

"Ev agahî beşek in ji wehm û bêzariya ku endamên DAIŞ jiyan dikin," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku piraniya deverên Diyala ên ku wan îdîa kir ku ew beşek in ji "Wîlayet el-Cebel" di rastî de li jêr kontrola hêzên Iraqî ne.

"Ev dever derbasbûna bi dizî ya terorîstên DAIŞ ji bajarê Hewîca û parêzgeha Selagedîn dibînin, lê bi hejmarên pir biçûk, û carê ew dikevin destên hêzên me de yan jî ew di veşargehên wan tên kuştin," Muslim got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500