Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD ber bi başûrê asêgeha DAIŞ Reqa ve pêş dikeve

AFP

Endamên Hêzên Sûriyaya Demokratîk di nav avahiyên wêrnabûyî li Reqa 28ê Tîrmehê dilivin. [Delîl Silêman/AFP]

Endamên Hêzên Sûriyaya Demokratîk di nav avahiyên wêrnabûyî li Reqa 28ê Tîrmehê dilivin. [Delîl Silêman/AFP]

Hêzên Sûriyaya Demokratîk ên ku şer ji bo derxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji asêgeha wê Reqa dikin li başûrê bajar pêş ketin, û taxeke nû girtin, AFP roja Sêşemê (1ê Tebaxê) ragihand.

QSD par dest bi kampanyayekê bo girtina Reqa ji DAIŞ kir, hêdî hêdî bajar dorpêç kir beriya ku derbasî wê be ji bo cara yekem di Hezîranê de.

Bi piştevaniya êrîşên asmanî yên hevbendiya navdewletî, niha hevbendî zêdetirî 50% ji bajar kontrol dike, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Di şevekê de, QSD li başûrê bajar pêş ket, piştî kontrolkirina taxa Nezlet Şehade," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman ragihand.

Wî got ku şervanên QSD gelek beş ji taxa cîran Hîşam Bin Ebdilmelik kontrol kirin, piştî pêşketina li başûr ji sengerên rojhelatî û rojavayî.

"Piştî ku hêzên QSD yên ku ji rojhelat hatin pêş ketin, hêzên ji sengerên rojava hatin hevdû dîtin, ti hebûneke DAIŞ bi karîgerî li taxên başûrî yên Reqa nema" wî got jî.

Nûrî Mehmûd, berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku rêberiya QSD dikin, ji AFP re piştrast kir ku QSD li başûr pêş dikeve.

"DAIŞ teqrîben bi awayekî tam ji taxên Nezlet Şehada û Hîşam Bin Ebdilmelik hatiye jinavbirin," wî got.

DAIŞ sivîlan îstixlal dike ji bo dirêjkirina hebûna xwe

Ebdilrehman got ku fokusa şer niha li derdorê devera başûr ji navenda bajar û derdorên navçeya Hîşam Bin Ebdilmelik e.

"QSD tenê çend sed metrek ji baregehên sereke yên DAIŞ li Meydana Saetê ve dûr e, cihê ku li wir girûpê sêdarekirin pêk anîn," wî got.

Çekdarên QSD jî li derdora taxê Dakana ne, yek ji cihên bajar ku hejmara niştecihan li nav gelek e, wî got.

Çekdarên QSD rastî berevaniyeke dijwar hatine ji dema ku ew di destpêka Hezîranê derbasî Reqa bûn, û şer bi hezarên sivîlan aware kirine.

Hêzên rizgarker weke hewlekê ji bo parastina jiyana sivîlan hêdî hêdî pêş dikevin.

Mehmûd got ku DAIŞ "sivîlan îstixlal dikir û mîn, otombîlên bombekirî, dron, tunel û xwekujan bikar tîne daku hebûna xwe li Reqa dirêj bike".

NY texmîn dike ku dibe navbera 20,000 û 50,000 sivîlan li bajar mabin, tevî ku texmînên din hejmarê kêmtir dibînin.

Girûpên alîkariyê roja Duşemê hişyarî dan ku gehiştina xwarinê gehiştiye "xaleke guhertinê ya metirsîdar" ligel bazarên girtî û niştecihên ku debara cwe bi tiştên gelek kêm dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500