Hevbendiya tundrew Tehrîr Şam -- ya ku Eniya Nusraya berê serdestiya wê dikir -- hejmareke jinan ji gundewarên Idlibê vexwendin daku lêpirsînê bi wan re bike, çalakvanan ji Diyaruna re got.
Ev vexwendin hat piştî beşdarbûna berek mezin ji jinan em karin bêjin bi awayekî rojane di xwepêşandinan de di hundir û derdora bajarê Maeret Numanê de daku nerazîbûna xwe ji hukmê hevbendiyê derbirîn bikin.
"Polîsê Îslamî" yê Tehrîr Şam dora 18 jinan li Maeret Numanê û bajarokê başûrê Idlibê Hezarînê vexwendin daku raporekî ji navenda polîsan a Marayanê re roja Duşemê (31êTîrmehê) ji bo lêpirsînê pêşkêş bikin, çalakvan Hanî Numan got.
Wan ji jin û keçan re ranegihand bê çima ji wan hat xwestin ku xuya bikin, Numan ji Diyaruna re got, wî bernavek ji bo ewlekariya xwe bikar anî.
"Ji wî çaxî ve çalakvan ji hin endamên polîsê Îslamî nas kirin ku vexwendin ji jinên ku di xwepişandinan de beşdar bûbûn hatin şandin, xwepişandinên ku li seranserê herêmê hatin lidarxistin daku nerazînûnên li ser hukmê Tehrîr Şam derbirîn bikin," wî got.
Hevjînên hin ji wan jinên ku vexwendin wergirtin destên wan bi awayekî çalak di rêxistin û organîzekirina xwepişandinan de heye, wî anî ziman, texmîn dike ku vexwendin ji bo ku zextê li wan bikin daku rawestin.
Binpêkirina mafên sereke
Nişteciyên xwecihî ev vexwendin red kirin ji ber ew mafên wan ên sereke binpê dikin, wan xwepişandin li dijî wan roja Yekşem û Duşemê organîze kirin, Numan got, bi taybet li bajarê Maeret Numanê.
"Xwepişandinên roja Duşemê vexwendin şermezar kirin û jinên vexwendî red kirin ku navenda polîsê di wextê nîşankirî de agahdar bikin," wî got.
Weke bersiv, endamên Tehrîr Şam gelek kolanên bajar girtin û bi tifigên giran xwepişandin kirin armanc, wî got.
Ev besiva êrîşker nîşana guhertinê di nimuneyên berê de dide, wî not kir, "gava çekdarên hevbendiyê ji kolanan vekişiyan daku têkiliyê bi sivîlan re nekin.
Xwepişandinan alaya şoreşa Sûrî hildan, ya ku ji aliyê hevbendiyê ve tê qedexekirin, wî got, wan xwest ku endamên Tehrîr Şam ji herêmê derkevin û rêyê li pêşiya saziyên îdara sivîl vekin daku dest bi operesyonan bikin.
Herwiha wan daxwaz kir ku Şêx Ehmed Elwan dîsa vegerînin serokê dadgeha şereî, wan not kir ku Elwan ji aliyê Tehrîr Şam ve hat redkirin piştî wan di 23ê Tîrmehê kontrola bajar kir piştî vekişandina Ehrar Şam.