Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Cudaxwazekî berê ji rejîmê tevlî hêzên ser bi Feyleqê Şoreşgeran ve li biyabana Sûrî dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Endamên liwayê Îmam Baqir, ku navika milîsa Heşda Sûrî ya nû pêk tîne, ya ku milbimilê rejîmê û Feyleqê Şoreşgeran li navçeya Badiyêşer dike, wêneyekî digrin. [Wêne li ser rûpelên medya civakî pir berbelav e]

Endamên liwayê Îmam Baqir, ku navika milîsa Heşda Sûrî ya nû pêk tîne, ya ku milbimilê rejîmê û Feyleqê Şoreşgeran li navçeya Badiyêşer dike, wêneyekî digrin. [Wêne li ser rûpelên medya civakî pir berbelav e]

Feyleqê Şoreşa Îslamî ya Îranê (Feyleqê Şoreşgeran) milîseke nû ji êlan ava kir li navçeya biyabanî ya dikeve başûr-rojhilatê Sûriyê, weke beşekî ji hewla kontrolkirina sêgoşeya sînorî, çalakvanên Sûrî ji Diyaruna re gotin.

Milîsa êlan a nû dê piştgiriya operasyonên serbazî yên rejîma Sûrî li navçeya Badiyê bike, ew navçeya ku ji gundewarên Şamê ta bi sînorên bi Urdun û Îraqê re dirêj dibe.

Ev operasyon bi piştevaniya milîsên ser bi Feyleqê Şoreşgerên ve, mîna Hizbulaha Lubnanî û LîwayêFatimiyûn yê ku ji welatiyên Afxanî pêk tê, tên lidarxistin.

Bidestxistina kontrola li ser dergehê sînorî yê Tenf, yê bi Îraqê re, yê ku hevpeymaniya navdewletî wî weke serbazgehekê bikar tîne bo kordînekirina êrîşên asmanî û rahênankirina hêzên lokal di şerê li dijî DAIŞ de, armanceke sereke ya Feyleqê Şoreşgeran û hêzên bi ser ve ye.

Omer Husên, bi "Hac Baqir" tên naskirin, ku serokatiya liwayê Îmam Baqir dike, herwiha serokê serbazî yên Hêzên Heşd Şaebî ya Sûrî ye, ku ew jî ser bi Îranê ve ye. [Wêne li ser rûpelên medya civakî pir berbelav e]

Omer Husên, bi "Hac Baqir" tên naskirin, ku serokatiya liwayê Îmam Baqir dike, herwiha serokê serbazî yên Hêzên Heşd Şaebî ya Sûrî ye, ku ew jî ser bi Îranê ve ye. [Wêne li ser rûpelên medya civakî pir berbelav e]

Şêx Newaf el-Beşîr û Hac Baqir li ser rêya Bêrûtê ne daku bi rayedarên Hizbulah û Feyleqê Şoreşgeran re bicivin daku rêkeftina dawîn a li dor damezrandina Heşda Sûrî ya nû îmze bike. [Wêne li ser rûpelên medya civakî pir berbelav e]

Şêx Newaf el-Beşîr û Hac Baqir li ser rêya Bêrûtê ne daku bi rayedarên Hizbulah û Feyleqê Şoreşgeran re bicivin daku rêkeftina dawîn a li dor damezrandina Heşda Sûrî ya nû îmze bike. [Wêne li ser rûpelên medya civakî pir berbelav e]

Feyleqê Şoreşgeran êlên Sûrî dadgeh dike

"Feyleqê Şoreşgeran hejmarek ji kesayetiyên bibandor ên êla Begara, ku yek ji mezintirîn êlên Ereb a li Badiya Sûrî, qezenc kir," Riyad Şehûd, efserekî Artêşa Azad a Sûrî ku ligel devera Usûd el-Şerqiya dixebite, got.

Bi taybetî, Artêşa Şoreşgeran serokê êla Begara, Şêx Newaf el-Beşîr qayil kir ku ji opozîsyona Sûrî cuda bibe, wî got.

Lê ev tevger bû sedema derketina parçebûnê di nav êla Begara de.

"Newaf el-Beşîr serokê êla Begara ye, lê aniha kes ji endam, rihsipî û şêxên êlê piştgiriya wî nake," endamê êla Begara Ehmed Salim ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî da zanîn jî ku gelek ji kesayetiyên sereke yên êlê fermandarên Artêşa Azad a Sûrî ne û red kirin ku ser bi rejîmê yan Îranê ve bin.

"Ew pêvajoya wî da pêş ligel xeta êlê neguncan e," Salim got, û da zanîn ku el-Beşîr cihê xwe bikar tanî daku nîşan bide ku êl piştgiriyê dide milîsa nû ya ku Îran piştevaniya wê dike.

"Dixuye ku xebatên ku Newaf el-Beşîr ji pilana xwe paşde vegere bibinketin, lê hilanîna wî ji cihê wî weke serokekî êlê hewce dike ku gelek rêkeftin û civîneke giştî ya şêx û rihsipiyên êlê lidar bê girêdan," wî got.

Wî got ku bersivdayîna niha ya di nava êlê de hişt ku endamên wê ji tevlîbûna milîsa nû paş bikevin, û da zanîn ku heta niha bi tenê hejmarek hindik ji şervanên êlên bersiva bangê dane û tevlî el-Beşîr bûne.

Al-Beşîr -- yê ku di medyayî lokal de weke kesî "kêsebaz" tê naskirin -- tavahiya êlê li pişta wî bû, hejmara kesên ku tevlî milîsa nû bûn dê guhertineke rasteqîn li ser erdê pêlk bîne, wî got.

Çekdarkirina şervanên êlan

Piştî mirina bavê wî sala 1980, Beşîr bû serkê êla Begara, rojnamegerê Sûrî, Ehmed Ebdulah ji Diyaruna re got.

Ew berê endamê parlemanê Sûrî bû, piştre el-Beşîr "bi dijberiya xwe ya bihêz ji rejîmê re dihat naskirin", û yek ji kesayetiyên ku li ser Deklarasyona Şamê ya 2005ê îmze kiribû -- ya ku ji kesayetên opozîsyona sereke ya rejîma Sûrî hatibû derxistin.

El-Beşîr yek ji serokên êlan, ên pêşîn bû ku piştgiriya xwe ji şoreşê re di sala 2011an de ragihandibûn û di sala 2012an de tevlî rêzên opozîsyona ser bi Tirkeyê ve bû.

Ew çû Turkiyê ji ber ku ew ji rejîmê re dihat xwestin, û li wir qonax bû heta destpêka 2017an, çaxê ku wî vegera xwe bo Sûriyê û nûkirina piştgiriya xwe ji rejîmê re eşkere kir.

Li gorî Ebdulah, el-Beşîr rewşa xwe wekî serokê êlê bikar tîne daku ligel hemû êlên Badiyê bikeve gotûbêjan û hewl bide ku bandorê li wan bike.

Îsal heta aniha, el-Beşîr bi dehên ciwanan di nav rêzên milîsên ser bi Îranê ve, yên ku milbimilê rejîma Sûrî şer dikin, çekdar kirine, destpêk jî ji Lîwayê Îmam el-Baqir, ku Omer Husên, "Hac Baqir" serkêşiyê dike.

Hêzê beşdarî di hejmarek ji cengan de di destpêka salê de li gundewarên parêzgeha Humsê, û gundewarên parêzgeha Reqayê kir, Şehûd, ku efserekî Artêşa Azad a Sûrî ye, got.

Herî dawî, ew di cengên lidar li navçeya Badiyê, ku bi hêzên ser bi Artêşa Azad a Sûrî re Ceyş Mexawîr el-Sewra re dicengin beşdar in, û herwiha jî di cengên li devera Hemmad li Badiyê.

Ev ceng li ser mehwerên Bîr Qesab, Bîr Mehrûsa, Dekwa û Um Remam hatin lidaxistin, Şehûd got, û da zanîn jî ku milîs bi ewlekirina rêya serekî ya Şam-Bexdayê hatiye erkdarkirin.

Rêya stratejîk di sêgoşeya sînorî re diçe li nêzî dergehê sînorî yê Tenf.

Wî got ku Lîwayê Îmam Baqir û yekîneyên din ên Îran piştevaniya wan dike li deverê fermanên xwe rasterast ji odeya operasyonên Badiyê ya Feyleqê Şoreşgeran werdigrin, ew odeya ku nav lê hatiye kirin Mezraet Emîratî, ku navê wê devera ku lê dikeve ye.

Heşda Şaebî ya Sûrî

Li gorî Şehûd, çend jêderên bawerpêkirî ji êlan piştrast kirin ku el-Beşîr "Heşda êlên Sûrî" li Hesekê pêk aniye, bi hebûna hejmareke mezin ji rihsipiyên êlên ji navçeyên Badiyê û Hesekê.

Hêz, ku bi Heşd tên naskirin, nêzî Hêzên Heşd Şaebî, li welatê cîran Îraqê ye, ya ku ji milîsên ser bi Îranê ve têde piranî ne..

"Dema bê dê dîdvanê tevlîbûna hêzine çekdar ên din di nav milîsa nû de be," Şehûd got.

Gotûbêj lidar in bi Suqûr el-Sehraa re, milîsa êleke alîgirê rejîmê ye ku Eymen Cabir wê fînanse dike, ew jî ser bi firqeya 5ê ya Artêşa Sûrî ye lê ji aliyê diravî ve serbixwe ye, wî got.

Fermandarê lîwayê Baqir weke berpirsiyarê serbazî û meydanî yê heşdê êlên Sûrî tê naskirin, Şehûd got, da zanîn jî ku amadekarî lidar in bo erkdarkirina kesayetîne din ên diyar bo rolên serokatiyê.

Yek ji wan Hemza Hesen, ku weke "Ebul-Ebas" tê naskirin, yê ku aniha fermandarê hêzên taybet ên lîwayê Baqir e.

"Efserên Feyleqê Şoreşgeran bi rasterast çavdêriya kampên rahênanê yên ku ji bo heşd tên lidarxistin dikin, yên ku bi giranî li Hesekê ne" û herwiha li biyabana li nêzî Tedmur in, çalakvanê medyayî Emar Salih ji Diyaruna re got.

Wî got ku di kampên rahênanê de -- Lîwayê156, Ewlekariya Hîzam û Cebel Kewkeb himbêz dikin -- hevahengiya bi Feyleqê Şoreşgeran re bi rêya Elî Hewas Xilêf, yê ku endamekî êla Tey e û kesekî nezîkî Newaf beşîr e, tê kirin.

Ji dema ku rejîma Esed serbazgeha asmanî ya Sîn radestî Feyleqê Şoreşgeran kir, operasyonên çekdarkirinê û rahênanê li wir pêk tên, Salih got, û tevgera efserên Feyleqê Şoreşgeran bi awayekî rêkûpêktir tê dîtin.

Salih got ku Heşd li hêr fermandariyeke cuda ye, û Newaf el-Beşîr serokê siyasî ye û Hac Baqir serokê serbazî ye.

"Ev lihevkirin li gundewarên başûrî yên Bêrûtê bi serpereştî û hebûna fermandarên Feyleqê Şoreşgeran û Hizbulaha Lubnanî hat encamdayîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500