Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Enbarê tevlî hêzên Iraqî dibin di şerê li dijî DAIŞ de

Xalid Ta'î

Şervanên êlên Enbarê meşeke serbazî dimeşin di dawiya sêşineke perwerdahiyê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwayê Hedîsa hatiye wergirtin]

Şervanên êlên Enbarê meşeke serbazî dimeşin di dawiya sêşineke perwerdahiyê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwayê Hedîsa hatiye wergirtin]

Şervanên êlên Enbarê amadebûna xwe ji tevlîbûna hêzan li tenîşt hêzên Iraqî nîşan da ji bo derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji dawîn asêgehên wê li parêzgeha wan.

"Hêzek ji êlên Enbarê aniha amade ye ku tevlî artêşê bibe di şerê li hember DAIŞ de, bi armanca rizgarkirina bajarên Qaim, Anah û Rewayê," Şêx Ewad Husên Cuxeyfî, yê ku fermandariya yekîneyek şervanên êlan li Hedîsa dike, got.

Hêz ji dora 6,000 şervanan pêk tê, ew jî ji çend êlên parêzgehê ne: pênc fewc ji Remadî ne, du ji Hedîsa û çar ji bajarên hê di destê DAIŞ de ne, wî ji Diyaruna re parve kir.

Bi dirêjahiya çend mehên bê, van şervanan rahênaneke serbazî û bedenî ya çirûpir li bingeha Eyn Esed li ser destê pispor û rahênerên ji hevpeymaniya navdewletî û efserê Fermandariya Operasyonên Cezîrê didîtin, wî got.

"Hêz baş bi çekan hatiye çekdarkirin," wî got, lê ew bi hewcedarê wesayîtên serbazî û alavên zêdetir e bo baştirkirina karînên wê yên şerkirinê.

"Di civênên me yên dawîn de bi Serokwezîr Heyder Ebadî re, wî qurbanîdayînên êlên Enbarê di şerê li dijî DAIŞ bilind nirxandin," Cuxeyfî got.

Piraniya Êlên Enbarê şerê DAIŞ dikin ji dema ku rêxistinê destê xwe danî ser beşên rojavayî ji parêzgehê di havîna 2014an de.

Di Tebaxa 2014an de, Cuxeyfî Şêrên Hedîsa pêk anî, herwiha bi şervanên azad ên Cuxeyfa tên naskirin. Hêza wî li hember DAIŞ rawestiya, û xweradestkirin qebûl nekir, wî got.

Şervanên êlan kara xwe ji şer re dikin

Cuxeyfî got ku şervanên êlên Enbarê amade ne ku tevlî şer bibin dema ku operasyon destpê bikin, û tekezî li ser pêdiviya ewlekirina sînorên di navbera Iraq û Sûriyê de kir bo birîna rêyên îmdadê yên DAIŞ.

Balefirên şer ên Iraqî roja (26ê Tîrmehê) bi hezarên peyamên selametiyê bi ser Anah û Rewayê de barandin, têde daxwaz ji şêniyan kirin ku dûrî cihên DAIŞ bimînin û bi rêya radyo li benda agahiyan bin ji aliyê artêşê ve.

Di peyaman de nimreyên telîfonan hene bo pêwendîkirinê û xeberdarkirina hêzên ewlekariyê ji cihên DAIŞ, û herwiha jî sloganên serkeftinê û şermezarkirina DAIŞ û bilindnirxandina bajarokên rojavayî yên Enbarê, peyvdarê Operasyonên Hevbeş a Iraqî di beyanameyekê de, ku televîzyona dewletê weşand, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500