Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tîmên rizgarkirinê derxistina kesên zindî ji jêr kavilan li rojavayê Mûsilê didomînin

Xalid Ta'î

Tîmên Parastina Sivîl li kesên zindî yên asêmayî li jêr kavilên avahiyên herifî li rojavayê Mûsilê digerin. [Wêne ji rûpela Facebookê a Parastina Sivîl a Iraqî hatiye wergirtin]

Tîmên Parastina Sivîl li kesên zindî yên asêmayî li jêr kavilên avahiyên herifî li rojavayê Mûsilê digerin. [Wêne ji rûpela Facebookê a Parastina Sivîl a Iraqî hatiye wergirtin]

Tîmên parastina sivîl a Iraqî bi dehên sivîlên ku di kavilên avahiyên rûxayî de li taxên rojavayî Mûsilê asê mabûn rizgar kirin, Rêveberiya Parastina Sivîl roja Çarşemê (26ê Tîrmehê) got.

"Tîmên parastina sivîl xebateke bêhampa dikin ji bo rizgarkirina şêniyên asêmayî," muqedem Rebîe Brahîm Hesen, yên ku serkêşiya xebatên rizgarkirinê dike, got.

Ji dema rizgarkirina Mûsilê ve roja 10ê Tîrmehê, 157 sivîl ji jêr kavilan hatine derxistin û wan çareserî wergirtiye berî ku bên veguhestin bo wargehan, wî ji Diyaruna re got.

Hesen got ku vê heftiyê tenê, wî serperiştiya rizgarkirina 33 sivîlan kir, ku hejmarek ji wan zarok û jin bûn.

"Îna bihûrî, me malbateke ji heşt kesan ku di jêrzemînên malên xwe de li devera Şearîn li Bajarê Kevin bo heyama 25 rojan asê mabûn rizgar kir," wî got.

"Tevî ku agahiyên me yên destpêkî mirina wan piştrast kirin, me operasyoneke lêgerînê destpê kir û piştî me qul di blokên ji çemento de vekirin, em kêfxweş bûn ke me ew bi zindî dîtin," wî got jî.

"Vê operasyona rizgarkirinê me han da ku xebatên xwe duqat bikin tevî hemû tehediyan," wî got.

Rewşên dijwar

Hesen got ku yek ji mezintirîn zehmetiyan ew e ku buldozer û wesayîtên mezin nikarin bên bikaranîn ji ber tengbûna sikakên Bajarê Kevin.

"Em neçar in ku alavên biçûktir bikar bînin ku têr nakin ku xebateke bi vî şêweyî bibin serî û demê wenda dikin," wî got.

Bajarê Kevin yên Mûsilê mişt e bi cebilxaneyên neteqyayî yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li pey xwe hiştine, ew yek jî operasyonên ewlekirinê asteng dike û jiyana xebatkarên parastina sivîl dike xeteriyê de, wî got.

Roja 17ê Tîrmehê, rêvebirê tîmên ewlekirê li Mûsilê, muqedem Qusey Saed, hate kuştin bi cebilxaneyeke neteqyayî dema ku wî buldozerek araste dikir ji bo ku paşmahiyan ji avahiyeke rûxayî li taxa Muşahada li Bajarê Kevin hilîne. Çar xebatkarên din ên parastina sivîl birîndar bûn.

Heta aniha, laşên 1,429 kesên ku hatine kuştin di cenga Mûsilê de ji jêr kavilan hatine derxistin , li gorî beyanameyeke Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî, ku roja 20ê Tîrmehê hatiye belavkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

O, birano, [gotegot] ji bo parastinê. Wan biparêzin, bereketa Xwedê li we be!

BERSIV BIDE