Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û welatî li Mûsilê hewlên xwe yek dikin daku nehêlin DAIŞ vegere

Xalid Ta'î

Leşkerên Îraqî pasvaniya taxekê li Mûsilê dikin, ew li endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) digerin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî pasvaniya taxekê li Mûsilê dikin, ew li endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) digerin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Weke beşekî ji xeleka tedbîran, hêzên Îraqî çeperên xwe li Mûsilê bihêz dikin daku ewlekariyê qayim bikin û nehêlin "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl bide ku careke din vegere.

Yekîneyên Serbazî yên ku li taxên bajar belav bûne ewlekariyê "li ser asteke bilind ji pîşekarî û rêzkariyê" diparêzin, endamê encumena parêzgeha Ninewayê Benyan Cerba ji Diyaruna re got.

Ji dema ku rizgarkirina Mûsilê di 10ê Tîrmehê de hat ragihandin, wî got, "asteke bilind ji ewlekariyê û çalakiya serbazî li bajar" heye û aniha hemû hewldan giraniyê didin misogerkirina aramiyê û rêyê li berpêngava nûavakirinê vedikin".

Hêzên Îraqî çeperên xwe ava dikin û navendên polîs û xalên pêşkinînê vekirine û dest bi pasvaniya bajar kirine, Cerba got.

"Ew hewalgiriyan pir dikin di rêya hevkariya bi nişteciyan re daku bi dehan veşargehên DAIŞ kifş bikin û torên nepenî yên rêxistinê binbir bikin," wî got.

Di heman demê de, divê hewldanên ewlekariyê li deverên derdora Mûsilê duqat bibin daku nehêlin çekdar pêgir ji xwe re bibînin, wî got, û bang li hêzên Îraqî kir ku sînorê rojavayî yê parêzgeha Ninewayê bigirin weke hewldanekê daku rêyê li ber rêyên dabînkirinê yên DAIŞ û hewldanên derbasbûnê bigirin.

Plana piştî rizgarkirinê

Girîngiya cihgirtina li erdên rizgarkirî nekêmî şerê rizgarkirinê ye, parlementarê Îraqî Mihemed Nûrî Ebid Rebû, yê ku parêzgeha Ninewayê temsîl dike, got û anî ziman ku divê hêzên Îraqî ji her berhengariyê re hişyar bimînin.

"Hêzên ewlekariyê ji bo pêngava piştî rizgarkirinê bi awayekî baş hatine amadekirin û gelek tedbîrên ku di vî warî de têne şopandin hene," wî ji Diyaruna re got.

Di nav van tedbîran de girtina endamên DAIŞ, nexasim ên tev li nişteciyên bêwar ên ku ji şer direviyan bûne û yên ku li deverên niştecihî xwe diveşêrin.

Gavên wiha "ji bo avakirina pêşerojeke ewle ji bajar re pêwîst in", wî got, wî anî ziman ku divê nişteciyên xwecihî werin handan daku xwe xwebexş bikin û Mûsilê biparêzin û tevlî li refên hêzên ewlekariyê bibin.

Zêdey tedbîrên ewlekariyê, gavine weke şerê gendelî û partîtiyê û dabînkirina kar ji ciwanan re gavine sereke ne di dijkirina terorîzmê de û misogerkirina aramiyê, Ebid Rebû got.

Berpirsyariya parastina Mûsilê aniha dikeve ser pişta Ajansa Dijî Terorîzmê, Liwaên 15ê û 16ê yên artêşê û polîsê fedral ê ku piştgiriya polîsê xwecihî û hêzên eşîran dikin.

Beşdarbûna van hêzan "ji parastin û bihêzkirina serkeftinê re pêwîst e", şêwirmendê warê ewlekariyê Fadil Ebû Rexîf got, pesnê armanca ku "ciwanên Mûsilê tev li hêzên ewlekariyê yên xwecihî bibin" da.

Herwiha wî pesnê xebatên beşdarîkirina nişteciyên xwecihî di xebatên komkirina agahiyên istixbaratî de da, daku ev yek alîkariyê bike ku nehêle DAIŞ di pêşerojê de bi dizî derbas bibe yan êrîş bike.

"Mûsil derbasî serdemeke nû ji dîroka xwe dibe," wî got. "Herkes berpirsyar e di şerkirina li hember bobelata terorîzmê de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500