Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rojhilatê Şerqat bang li Hêzên Iraqî dike ku dest bi rizgarkirina çaverêkirî bikin

Xalid Taî

Berpirsên parêzgeha Selahedîn li tedbîrên berevanî dimeyzînin daku beşê rojavayî yê Şerqat ji "Dewleta Islamî" biparêzin. Niştecihên beşê rojhilatî yê bajar hîna li jêr kontrola DAIŞê ne. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsê Şerqat]

Berpirsên parêzgeha Selahedîn li tedbîrên berevanî dimeyzînin daku beşê rojavayî yê Şerqat ji "Dewleta Islamî" biparêzin. Niştecihên beşê rojhilatî yê bajar hîna li jêr kontrola DAIŞê ne. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsê Şerqat]

Salek piştî ku hêzên Iraqî bajarê Şerqat ê li parêzgeha Selahedîn ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) rizgar kirin, bi hezarên sivîlan li beşê rojhilatî dorpêçkirî mane.

Girtina beşê rojhilatî ji bajar, li berava rojhilatî ya Çemê Dîcle, ji aliyê grûpê ve bûye sedema kêmbûna dijwar a xwarinê û zêdebûna nirxan bo 25,000 sivîlên ku li wir asê mane, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re got.

Her rojeke ku operasyona rizgarikirinê dereng dikeve, ew dibêjin, eşkencebûna sivîlan gelek zêde dibe, herwiha rûbirûyî xelayê tên, û niştecih rastî zêdebûna tundûtûjiyê ji aiyê çekdarên DAIŞ ve li deverê tên.

"Piştî ku aliyê rojavayî beriya salekê hat vegerandin, me pêşbînî dikir ku yekîneyên serbazî ber bi beşê rojhilatî ve bilivin, lê belê ev çênebû," qayimeqamê Şerqat Elî Dewdeh ji Diyaruna re got.

Beşê rojhilatî yê bajar, ku ji 30 tax û gundan pêk tê, hîna di kontrola DAIŞ de ye, wî got.

"Dorpêça terorîstan li ser niştecihan bû sedema xilasbûna piraniya madeyên xwarinê li bazaran," Dewdeh got, ew mewadên ku tên peydakirin, bi nirxên gelek giran tên firotin.

Segvanên DAIŞ sivîlên li taxên rojhilatî yên bajar armanc digrin, wî got, û bi awayekî eşwayî û bê cudahî mûşekan diavêjin van deveran.

Dewdeh got ku DAIŞ rojhilatê Şerqat weke korîdoreke ewle ji bo gihiştina Hewîca bikar tîne, bal jî kişand ku 5ê Tîrmehê DAIŞ êrîşî gundê Îmam Xerbî kir, ku di navbera Şerqat û navçeya Geyara de, ya li parêzgeha Nînewa, başûrê Mûsilê, dikeve.

"Êrîşkarên terorîstî bi dehên gundiyan, piraniya wan jin, veguhest rojhilatê Şerqat, û piştre ew ber bi Hewîca ve hatin veguhestin, ku li wir jin weke koleyan hatin firotin," wî got.

Hêzên Iraqî û hevpeymaniyê roja 17ê û 18ê Tîrmehê herî kêm 40 çekdarên DAIŞ ên ku li gund xwe asê kiribûn kuştin, û 20 Tîrmehê bi temamî hat rizgarkirin.

Çekdarên DAIŞ "ji bo binaxkirinê termên kuştiyên xwe veguhestin rojhilatê Şerqat", Dewdeh got.

Niştecihên xwecihî li benda rizgarkirinê ne

DAIŞ paşketina êrîşa rizgarkirinê ji bo kûrkirina bandora xwe li ser deverê bikar tîne, bi taybetî piştî şikestina xwe li Mûsilê, rêveberê navçeya rojhilata Şerqat Wesmî Sohn got.

Di dema êrîşa wan li ser Îmam Xerbî de, DAIŞ nêzî 30 malbatan ji gund birin rojhilata Şerqat, wî ji Diyaruna re got.

"Çekdaran sê zilamên revandî sêdare kirin, yek ji wan efserekî ewlekariyê bû ku me bi rêya wêne û belgeyên ku terorîstan belav kirine li ser internêtê nas kir, û duyên din dibe ku sivîl bin," wî got.

Sohin got ku ev bûyer "dijwariya rewşê û zêdebûna metirsiyê nîşan didin", got jî ku DAIŞ hema bêje girtin û sêdarekirinên rojane pêk tîne.

"Xelk rastî metirsiya xelayê tên," wî got, anî ziman jî ku gelek xelk niha tenê tiştên ku dikarin li baxên xwe biçînin dixwin.

"Her tişt biha bûye," wî got, anî ziman jî ku çekdarên DAIŞ biryar dane xwarina kêm a mayî li wir ji wan re ye.

Endamê komîteya encumena parêzgeha Selahedînê Ednan Ferec, bang li hikûmeta Iraqê kir ku zû bilivin daku DAIŞ ji Şerqat derxin.

"Rewş li rojhilata Şerqat her xirabtir dibe," wî ji Diyaruna re got, û niştecih rastî kêmbûna xwarinê, nesaxiyê û stemkariyê tên.

Dever bûye asêgeheke DAIŞ, wî got, û tekez kir ku "divê ku çalakiyên wan bi rêya sepandina kontrola temam li ser Şerqat be".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500