Şandeke ji genc û rewşenbîrên Mûsilê di vê dawiyê de serdana Bexdayê kirin weke beşekê ji insyatîvekê bo diyarkirina rêzgirtina xwe ji qurbaniyên hêzên Iraqî re di dema rizgarkirina Mûsilê ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) de.
Di dema serdana sê-rojî de, ku roja Duşemê (24ê Tîrmehê) bidawî hat, şandeyê berpirsên hikûmetê dîtin û rêzgirtin ji leşkerên Iraqî re yên ku di şerên Mûsilê de mirin nîşan da.
"Şandeya dused-kesî çalakvanên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û helbestvan li xwe digirtin" ku nûneratiya hemû rengên civata Mûsilê dikirin, endamê şandeyê û çalakvan Seqir Zekeriya got.
Endamên şandeyê beşdarî xwepêşandanekê bûn ku li meydana Tehrîr di navenda Baxdayê de pêk hat, û li wir dirûşmên neteweyî bilind kirin û bang ji bo "redkirina tayifegerî û parçebûnê kirin".
"Me herwiha li goristana Necef rêzgirtin ji hemû leşkerên ku jiyana xwe dan daku ji azadiya me piştrast bin û me ji hovîtiya DAIŞ rizgar bikin nîşan da," wî got.
Serketina vê serdanê "hana me dide ku em serdanên bi vî awayî bo parêzgehên navendî û başûrî li welat lidar bixin" weke naskirina beşdarbûna berbiçav a zarokên wan di rizgarkirina Mûsilê de, wî got jî.
Festîvaleke mezin dê di vê dawiyê de li Mûsilê pêk bê ji bo pîrozkirina rizgarkirina bajar, wî got, û dê ronahiyê bixin ser çîrokên mirovahî û dilovaniyê di nav şer de.