Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Programeke awarte li Mûsilê bo zarokên ku dêbavên wan "nenas" in hate destpêkirin

Xalid Ta'î

Zarokên Iraqî, yên ku dîdvanên erîşeke xwekujî bûn dema ku xelk ji Bajarê Kevin yê Mûsilê direviyan, roja 23ê Hezîranê. Hikûmetê pilaneke awarte bo guhdayîna li zarokên hatine sêwîkirin destpê kiriye. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Zarokên Iraqî, yên ku dîdvanên erîşeke xwekujî bûn dema ku xelk ji Bajarê Kevin yê Mûsilê direviyan, roja 23ê Hezîranê. Hikûmetê pilaneke awarte bo guhdayîna li zarokên hatine sêwîkirin destpê kiriye. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hikûmeta Iraqî roja Duşemê (24ê Tîrmehê) programeke awarte ya miqtebûyîna li zarokên ku li Mûsilê hatine dîtin û dêbavên wan nenas in.

Di rojên dawî de, li gorî çend raportên rojnamevanî, "bi dehan" zarokên sêwî ji bin kavilên avahiyan li Mûsilê hatin derxistin, tê texmînkirin ku hinek ji wan zarokên xwekujan bin.

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, bi kordînekirina ligel şana îdarekirina kirîzan a hikûmetê, armanc dike "ku rêbazeke mirovperwerî li gorî standerên cîhanî derbarê nêzîkatîkirina bi zarokên dêbavên nenas re bigre xwe", Ebîr Çelebî, seroka Komîteya Guhdayîna li Jin û Zarokan li wezaretê, got.

"Program tevahiya zarokên ku çarenivîsa dêbavên wan nezelal e dike armanc," wê ji Diyaruna got, da zanîn jî ku di hinek haletan de hîna jî nezelal e gelo dêbavên wan di çaxê şer de hatine kuştin an jî hîn sax in.

Wê got jî ku program dê zarokên destjiwanberdayî yan yên sêwî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) lixwe bigre.

Wezaret "van zarokan ji hêzên ewlekarî yên Iraqî werdigre û wan dişîne nexweşxaneyan û navendên nûjdarî bo çareseriya tenduristî û pêgehandina derûnî beriya ku ew bo sewîgehan bên veguhstin", wê got.

Hewlên naskirina zaroklên bitenê

"Wêne û agahiyên li dor zarokên Iraqî dê di medyayê de bên belavkirin, daku dêbavên wan yan xizmên wan wan nas bikin," Çelebî got.

Wê got ku eger zarok hatin naskirin, ew dê radestî malbatên wan bên kirin piştî ku pêwendiya malbatî bê pişkinînkirin, 15 zarok jî radestî dêbavên wan hatin kirin.

Lê eger kesî ew nas nekirin, dê li jêr sîbera sêwîgehê saleke temam bimînin, û piştre tebenîkirina wan gengaz e, li gorî rêkarên yasayî yên rijid û pişt fehskirina dêbavên tebenîkar.

Çelebî got ku derbarê zarokên ne Iraqî de, dê wezaret bi Wezareta Karûbarên Derve re û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor kordîneyê bike bo nirxandina rêkarên guncaw bo vegerandina wan bo welatên wan.

"Vê dawiyê wezaretê çar zarokên biyanî wergirtine ku tê bawerkirin ku ew bi resen Çeçenî ne," wê got, ligel amadekariya ji egera zêdebûna hejmara zarokên ewlekirî ên resen nenas.

Ji dema ku serokwezîr Heyder Ebadîdawîbûyîna şerê Mûsilê ragihand berî du heftiyan, molgeheke çekdarên DAIŞ li Bajarê Kevin maye.

Hêzên hevpeymaniyê hewl didin ku wan biqewitînin bi rêya êrîşên asmanî, û tê bawerkirin ku piraniya çekdarên DAIŞ di şerên dawî de mirine, û biyaniyan heta dawî şer kiriye û bi dehên sêwiyan lipeyxwe hiştine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500