Nûçeyên Iraqê
Penaber

Sûriyekî li Libnanê ji revandina ji aliyê çeteyên sînor ve û xwestina fidyeyan hişyariyê dide

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Sûrî ji bajarê Reqayê ber bi deverên li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk ve direvin. Rapor derketine yên nîşan didin ku hin bazdayiyên Reqayê yên hewl didin ku derbasî Libnanê bibin ji aliyê çeteyên li ser sînor ve ji bo fidyeyê hatibûn revandin. [Wêne ji Encumena Serbazî ya Menbic]

Sûrî ji bajarê Reqayê ber bi deverên li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk ve direvin. Rapor derketine yên nîşan didin ku hin bazdayiyên Reqayê yên hewl didin ku derbasî Libnanê bibin ji aliyê çeteyên li ser sînor ve ji bo fidyeyê hatibûn revandin. [Wêne ji Encumena Serbazî ya Menbic]

Hejmarek ji penaberên Sûrî ji bo fidyeyê ji aliyê çeteyên li ser sînor ve hatibûn revandin dema ew li ser rêya Libnanê bûn, penaberekî ji Reqayê ji Diyaruna re got.

Piştî revandinê, endamên çete têkiliyê bi xizm û nasyarên wan re li Libnanê dikin daku fidyeyê berdêla azadiya wan bixwazin, li gorî Seyîd Reqawî, yê ku bernavek bikar anî ji ber tirsa li ser selametiya malbata xwe.

Li ser bingeha agahiyên ku ji wan re hatibûne dabînkirin, Reqawî got, hêzên Libnanî karîbûn endamên çete yên Libnanî û Sûrî bigirin û wan binçav bikin û 25 penaberên ku hatibûn girtin azad bikin.

Reqawî, yê ku xizmên wî li bajarê Reqayê hene yên hîn hewl didin ku bigihin Şamê, ji Diyaruna re got ku berî bêtirî salekê ew ji Reqayê reviya û ber bi Libnanê ve çû.

Ji ber rewşa ewlekariyê ya xirab û sînorên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn sepandin, derketina bav, dê û xwişka wî ji Reqayê dereng ma.

Piştî bendewariyeke dirêj, wî got, malbata wî karibû berî çend rojan ji Reqayê bireve. Lê ew li Libnanê li benda hatina wan bû, wî pêwendiyeke telefonî ji kesekî ku ew nas nake wergirt ji nimreyeke telefonê ku wî ew jî nas nekir.

Axêver Reqawî agadar kir ku wî malbata wî girtiye û jê xwest ku $500 fidye li ser her kesekî bide berdêlî berdana wan.

Piştre Reqawî pêwendiyeke telefonî ya din ji hesekî ku xwe weke Ebû Farûq da naskirin wergirt, ku di rêya wê re hewl da tekez bike ku malbata wî ewle ye û daku danûstandinê li ser mêjera fidyeyê bi yê revîner re bike.

Reqawî nikaribû hemû $1,500 peyda bike daku hersê endamên malbata xwe azad bike ji ber şertûmercên wî yên madî yên şepirze, wî şîrove kir.

Di tomarkirineke pêwendiya telefonî de ku Reqawî ji Diyaruna re danî ser, kesê revîner digot ku wî ew kesên revandî, her yek bi $300 ji şofêrê otombîlekê "kirîn".

Reqawî ev tevger weke xapandinekê ji aliyê yê revîner ve şîrove kir daku zextê li wî bike ku ew hemû mêjera fidyeyê bide.

Desthilatên Libnanê destêwerdanê dikin

Piştî axaftina Ebû Farûq, Reqawî çû cem Hêzên Ewlekariya Hundir ên Libnanî û agahiyên li cem wî dane dest wan.

"Wan li gor agahiyan kar kir, piştî wan lêpirsînek pêk anî, yekîneyeke istixbaratê ya wan hêzan êrîşî baregehên çeteyan li Bar Îlyas di 20ê Tîrmehê de kirin û hejmarek ji revînerên Libnanî û Sûrî girtin," wî got.

Hin endamên çete yên din reviyan, lêgerînek li wan berdawam e, wî got.

Weke encamekê ji êrîşê re, Hêzên Ewlekariya Hundir karîbû 25 zilam, jin û zarokan rizgar bikin ên ku çeteyan ji bo fidyeyê girtibûn.

Ji bo derketina malbata wî ji Reqayê, Reqawî got ku derketina wan li ser pêngavan hate bicihkirin.

Pêşî, wî got, malbata wî 400,000 lîreyên Sûrî (1,866$) ji bo her kesekî da qaçaxciyekî Sûrî da wan bigihîne Şamê, di geşteke du-rojî de ku gih li ser lingan û gih bi otombîlê.

Piştre, qaçaxçiyekî din ew bi otombîlê veguhestin devereke biyabanî li ser sînorê Libnanî nêzîkî dergehê Mesnaayê û ew li ser lingan derbasî Libnanê dibin.

Şofêrê Teksiyê li Libnanê li benda wan bû, yekser ew dane dest çeteyan.

"Qaçaxçiyên li Sûriyê bêguman destê wan di revandinê de hebû, ji ber ku dema giheştina wan û xalên hevdîtinê tenê ji aliyê yên ku geşte bi malbata min re ji hundirê Sûriyê organîze dikirin naskirî bûn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500