Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pevçûnên giran piştî ku hejmareke sivîlan hatin kuştin li Idlibê hêrsê durist dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Çekdarên Ehrar el-Şam pişt tankeke nêzî dergehekî sînorî ligel Turkiyê, Bab Hewa, dimeşin ku Tehrîr el-Şam hewil dide derbasî bibe. [Wêne ji Mistefa Ebûd hatiye wergirtin]

Çekdarên Ehrar el-Şam pişt tankeke nêzî dergehekî sînorî ligel Turkiyê, Bab Hewa, dimeşin ku Tehrîr el-Şam hewil dide derbasî bibe. [Wêne ji Mistefa Ebûd hatiye wergirtin]

Şerên dijwar hîna li parêzgeha Idlib li Sûriyê dewam dikin di navbera Tehrîr el-Şam,hevbendiyeke tundrew ku ji aliyê Eniya Nusra ya berê tê kontrolkirin, û girûpa tund a hevbendiya Islamî Ehrar el-Şam, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Hevebendiyên dijber û hêzên ligel wan şer ji bo kontrolkirina çend deveran li Parêzgehê dikin, di pevçûnên ku bûne sedema hejmarên mezin ên miriyan anjî birîndaran, ligel qurbaniyên çekdar jî, wan got.

Nerehetî li seranserê parêzgeha Idlibê belav bûye piştî pevçûnên ku roja Çarşemê (19ê Tîrmehê) dest pê kirin, çalakvan Mistefa Ebûd ji Seraqib yê ku xwest bernavekî bikar bîne ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

"Ji ber ku têkilbûna deverên kontrola Tehrîr el-Şam, Ehrar el-Şam û hêzên alîgirên wan, pevçûnên dijwar, êrîş û bombebarankirin li çend bajar û bajarokan li parêzgehê pêk hatine," wî ji Diyaruna re got.

Niştecihên bajarê Seraqib li parêzgeha Idlib li Sûriyê beriya ku Tehrî el-Şam agir berde wan xwepêşandan dikirin. [Wêne ji Mistefa Ebûd hatiye wergirtin]

Niştecihên bajarê Seraqib li parêzgeha Idlib li Sûriyê beriya ku Tehrî el-Şam agir berde wan xwepêşandan dikirin. [Wêne ji Mistefa Ebûd hatiye wergirtin]

Çalakvan Museb Welîd Ezo, ku di vê wêneyê de diyar e, ji aliyê Tehrîr Şam ve roja 19ê Tîrmehê bi fîşekan hat kuştin dema xwepêşandaneke aştiyane ku daxwaz dikir ku hevbendiya turndrew ji Seraqib derkeve dihat lidarxistin. [Wêne ji Mistefa Ebûd hatiye wergirtin]

Niştecihên Kefr Nabil xwepêşandanekê dikin dijî pevçûnên ku li seranserê parêzgeha Idlib a Sûriyê ji aliyê alîgirên dijber Tehrîr el-Şam û Ehrar el-Şam pêk tên ku gelek sivîl tê de mirin. [Wêne ji Mistefa Ebûd hatiye wergirtin]

Niştecihên Hizarîn li parêzgeha Idlib li Sûriyê xwepêşandanekê dijî şerê di navbera Tehrîr el-Şam û Ehrar el-Şam ku sivîl tê de mirin û jiyana wan lihev xist pêk anîn. [Wêne ji Mistefa Ebûd hatiye wergirtin]

Ev wêneya dawî ye ku ji aliyê çalakvan Museb Ezzo hatibû girtin beriya ku fîşekan bavêjin wî û bê kuştin ji aliyê Tehrîr el-Şam ve. Şahidhalan got ku wî qemîsê xwe ji xwe kir daku pêşî çekdarên hevbendiyê bike ku neçekdar e. [Wêne ji Mistefa Ebûd hatiye wergirtin]

"Nexşeyên deverên ku her girûpekê kontrol dike ne sabit e," wî got jî, "û li hin devera her saetek diguhere."

Ligel hejmara mezin a çekdaran ji her du aliyan ku di pevçûnan de hatine kuştin, hejmarek ji sivîlan hatine kuştin anjî birîndarkirin, wî got, ji ber ku bombebaran cihên niştecihbûyî kirine armanc.

Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirov got ku herî kêm 15 sivîl, çar zarok jî di nav de, heta niha jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 50 çekdar jî ji herdu aliyan hatine kuştin di pevçûnan de û hin hatine sêdarekirin.

Tiştekî ku rewşê aloztir dike, hejmareke hêzan ku ji aliyekî bo aiyekî din veguhestin, Ebûd got jî.

Niha çav li ser dergehê sînorî yê ligel Turkiyê, Bab el-Hewa ye, ku aniha ji aliyê Ehrar el-Şam tê kontrolkirin, wî got, dema ku xweya dibe ku Tehrîr el-Şam dixwaze wî dergerî kontrol bike daku bandora Ehrar el-Şam kêm bike.

Di saetên destpêkê yên roja Înê (21ê Tîrmehê), şer li girên li derdora Bab Hewwa û hêla di navbera bajarokên Mariyan û Kefir Heya li gundewarên parêzgeha Idlibê ên başûrî qewimî, wî got.

Di saetên dawî de, Ehrar el-Şam ji Tel Emar û Ezmarin li başûrê gundewarên Idlibê û Etma li bakûrê gundewarên Idlibê vekişîn, û derbasî bajarokê Mexara û derdorên wê bûn.

Xwepêşandana sivîlên ku bi fîşekan hatin kuştin

Ebûd got ev şerê dawî bi carekê re çalakiya bazirganî pûç kiriye, ji ber nişteciyên xwecihî li ser ewlehiya xwe ditirsin û dilê wan naxwaze ku tu tevgerê bikin.

Qehra xelkê gihaye asta ku niştecî dikelin, wî got, xwepişandin li gelek deveran hatin organîzkirin daxwaza rawestandina şer kirin.

Di hin ji wan xwepişandinan de, di nav de Seraqib, tundiyê dest pê kir, cihê ku çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin û dixwestin ku Tehrîr el-Şam ji bajar derkeve.

Rewş heta êvara Çarşemê (19ê Tîrmehê) strês ma, dema endamên Tehrîr el-Şam fîşek avêtin xwenîşanderan, û çalakvanê medyayî Museb Welîd Izo kuştin.

Hin din hatin birîndarkirin, di nav wan de zilamek bi navê Îbrahîm Xelîl hate naskirin, endamekî tîma ambulansa bajar bû.

Xwepişandin li bajarokne din belav bûn, di nav de Kefer Nubul û Hezarîn.

Ebûd got ku çalakvan û nişteciyan li Seraqibê ji bo greveke giştî bang kirin heta kujerê Izo were dadkirin.

"Şahidan got ku Izo gumlekê xwe ji xwe kir gava ew ber bi çekdar ve diçû daku bi wî re biaxêve û bibîne ew ne çekdar e û kembera teqîner li xwe nekirye, lê yê çekdar bi mebest fîşek avêtin aliyê wî," Ebûd got.

Izo tev li xwepişandinan bû û şaxekî zeytûnê di destê wî de bû weke sembolekî ji xwenîşandana aram re, berî ew bimire wî hewl da heta ji wî hat ku strisê sivik bike, wî anî ziman.

"Lê fîşek ji wî bileztir û bihêztir bûn" Ebûd got.

Hevrêkiya li ser kontrolkirinê

Pisporan got ku destpêkirina tundiyê li dijî lihevkirineke ku li paytexta Kazexistanê di meha Gulanê de li ser çar deverên "kêmkirina şer" li Sûriyê pêk hat tê, AFP îro Înê ragihand.

Lihevkirin di navbera hevbendên rêjîmê Rûsya û Îran, piştgira opozîsyonê Tirkîyê de ye,Idlib weke zoneke nelihevkirin li ser heyetê nîşan kirin, cihê ku şer di navbera hikûmetê û opozîsyonê de dê raweste.

Tehrîr el-Şam li dijî lihevkirinê ye, ya bang dike ku şerê berdewam li dijî rêxistinên tundrew weke hêmanê wan yê sereke Eniya Nusra, yê ku bi navê Eniya Feth Şam tê naskirin.

"Gava ku Idlib weke zoneke kêmkirina şer were ragihandin," Nawar Oliver, analîzekî serbazî ye li Navenda Umran ya ku cihê wê li Stembolê ye, got.

"Tehrîr el-Şam pê hesya weke ku şerek dê dest pê bike," wî ji AFP re got.

Şer derfetek bû ji hemû aliyan re daku erdên binirx bidest bixin, wî anî ziman, di nav de dergehên sînorî, cihê ku dikarin bacên parastinê lê werbigrin.

"Ev hewildaneke ji aliyê her komê ve daku bandora xwe zêdetir bike û kontrola deverin nû bike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500