Nûçeyên Iraqê
Jîngeh

Iraq plana awarte ji bo nûavakirina Mûsilê dadirêje

Xalid Ta'î

Hikûmeta Iraqî planeke nûavakirinê ya awarte ya 100-rojî daniye ji bo nûavakirina rojavayê Mûsilê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya şaredariya Mûsilê]

Hikûmeta Iraqî planeke nûavakirinê ya awarte ya 100-rojî daniye ji bo nûavakirina rojavayê Mûsilê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya şaredariya Mûsilê]

Hikûmeta Iraqî planeke awarte ya demkurt dadirêje weke gava yekem a çakirina wêraniya giştî ya ku şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) gihande jêrxaneyê li rojavayê Mûsilê.

Plana 100-rojî dê yekser rûbirûyî zehmetiyan bibe weke paşmahiyan û duristkirina saziyên xizmetguzariyên giştî daku xizmetguzariyên bingehîn dîsan berdest bin.

Ew dê rêxweşker be bo planeke nûavakirinê ya 10-salî ya ku dê tevahiya bajarên Iraqî yên ku ji DAIŞ hatin rizgarkirin lixwe bigre.

"Plana demkurt -- plana 100-rojî -- dê nêzîk bikeve warê bicihanînê de," şêwirmendê parêzgarê Nînewayê Durêd Hikmet Tobya ji Diyaruna re got.

"Hêzên ewlekariyê hîna jî operasyonên maliştina avahiyan û xanian lidar dixin li rojhilatê bajêr daku piştrast bin ku ew ji mîn û terorîstan vala ne," wî got. "Herdema ew bi temamî bên paqijkirin, em dê dest bi xebatên xwe bikin."

Bi giştî, dê xebatên çakirinê yên destpêkê giraniyê bidin ser rêyan û piran, û herwiha xizmetguzariyên av û kehrebê, Tobya got.

Dê proje ji aliyê hikûmeta xwecihî ya Nînewa ve bê bicihanîn bi hevahengiya bi Wezareta Avakirin û Şaredariyan re.

Tobya got ku ew dê bi pakirina paşmahiyên teqîner yên şer ji rêyan destpê bikin û pirên pir girîng çak bikin, bi taybetî Pira Kevin a bajar, herwiha jêre tê gotin Pira Hesinî.

Wî got ku ev kar girîng e û dê tevgera wesayîtên hikûmetê û alavên pêwîst ji bo nûavakirinê hêsan bike.

Wî got ku dê pirsên av, bingehên kehrebê, û torên kehrebê di pilanê de cih bigrin, û li gorî wî 90% ji rojavayê Mûsilê hatiye kavilkirin û wêrankirin.

"Em bi hewcedarê demeke dirêj û xebatên mezin in daku em bajar bi temamî nûava bikin," wî got, lê da zanîn jî ku plan aniha "gaveke nayab e ji bo ku her tiştê pêwîst di dema pêwîst de bê peydakirin".

Bi dirêjahiya şeş mehên dawîn, taxên rojavayî, nexasim Bajarê Kevin, şerekî dijwar dît ku bi têkçûyîna pelaxbar a DAIŞ û kontrola tam a artêşa Iraqî ji Mûsilê re bidawî bû.

Plana 100-rojî "girîngiyê dide projeyên binesaziyê yên ku gelek ziyan negihiştiye wan daku asta herî gengaz a xizmetguzariyên bingehîn bê berdestkirin", endamê komîteya xizmetguzariyan li encumena parêzgeha Nînewayê, Husamedîn Ebar, got.

Ew dê ji hilanîna bermahiyan û otombîlên şewitandî ji kolanan daku trafîk dîsan bikeve tevgerê de pêk bê, wî ji Diyaruna re got.

"Ew xebateke lezgîn a sînordar e, lê pir girîng e bo vegerandina sîmayên pêşîn ên jiyana asayî li wan taxên ku karesat jiyan kirin," wî got.

Ebar got ku ziyana herî mezin gihiştiye malên taybet û pêwîstiya wan bi nûavakirinê heye ligel ku "Bajarê Kevin bi tena xwe hewcedarê 20,000 yekîneyên nû yên vehewandinê ye".

Plana avakirinê ya 2017-2018an

Wezareta Plandanînê got ku wê Mûsil û tevahiya bajarên ku hatine rizgarkirin û ziyan ji terorê dîtine di plan sereke ya nûavakirinê de himbêz kirine ku ew plan dike wê sala bê bide destpêkirin û heta sala 2027an dewam bike.

Peyvdarê wezaretê Ebdulzehra Hindawî plana 10-salî weke plana "herî mezin û herî giştgîr" di nav planên stratejîk ên wezaretê de anî ser ziman.

"Plan dê ji sê beşên hevtemamker pêk bê daku pêşketin li bajarên ziyandîtî peyda bibe," wî ji Diyaruna re got.

"Beşekî civakî heye ku girêdayî bihêzkirina karînên hemû pêkhateyên civakê ye û guhdayînê li komên lawaz e yên ku bi agirê DAIŞ şewitîn dike," wî got.

"Beşê aborî ku girîngiyê dide pêşxistina tevahiya çalakiyên aborî," wî got jî, û beşê sêyem ji girîngiyê dide nûavakirinê û nûaktîvkirina jêrxaneyê.

Budceya pilanê dora $100 milyar e, wî got, ku ew dê hem ji budceya dewletê ya salan bê terxankirin û hem ji alikariyên diravî û dayînên ku dê dewletên daner bidin Iraqê.

Tobya hêvî kir ku konferansê dewletên daner yê ku dê destpêka 2018an li Kuwêt bê lidarxistin "encameke erênî ku alîkariya nûavakirina tiştê ku terorîstan wêran kir bike".

Em çeverêya piştgiryê dikin, me nîşanên vê yekê ji gelek dewelelan dîtin ku wan daxwaza xwe ya alîkarîkirina me anîn ziman, ev jî dihêle ku em geşbîn bin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bajarê Kevin ji ber êrîşên asmanî û bombebarankirinê hate wêrankirin. Xelkên Bajarê Kevin hatinepaşguhkirin, kirêya xaniyan aniha derdê wan e. Ma ev yek heta kengî?

BERSIV BIDE