Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Jin û zarok dimirin dema ku hewl didin ku ji Dêrezorê birevin

Welîd Ebûl Xêr li Qahîrayê

Xezanê avê li bajarê Dêrezorê yê ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hate teqandin bû bermayî. Hilweşandina xezanê avê hişt ku av li herêmê kêm bibe, herêma ku rastî tîna bilind tê. [Wêne ji Huda Ebdulla]

Xezanê avê li bajarê Dêrezorê yê ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hate teqandin bû bermayî. Hilweşandina xezanê avê hişt ku av li herêmê kêm bibe, herêma ku rastî tîna bilind tê. [Wêne ji Huda Ebdulla]

Sivîlên Sûrî yên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) direvin, eger ew li deverên li jêr kontrola rêxistinê bimînin, ew rastî zordarî û mirinê tên, lê eger ew hewl bidin ku birevin, ew rastî heman metirsiyan tên, çalakvanekî Sûrî got.

Du jin û zarokek ji bêavî vê hefteyê mirin dema wan hewl dida ku ji bajarê Meyadînê li Dêrezorê birevin û ber bi bajarê Hesekê ve di bin germa dijwar de biçin, çalakvanê Dêrezor Dişewite Mehmûd Nadir yê ku bernavek bikar tanî daku nasnameya xwe biparêze ji Diyaruna re got.

Her sê kes -- navên wan Zehraa Sayil (Um Nacî), Xisûn Mehmûd Arif Alûsî û keça wê ya sê salî Yemama -- beşek bûn ji kerwana ji 20 kesan, hin ji wan rewşa wan ya bijîşkî tirsnak bû dema ew gihan.

"Kerwanê di geşta xwe de eziyeta germa ser 50 pileyên Celsius re kişand," Nadir got, wî anî ziman ku kesên hatine rizgarkirin aniha çareseriyê werdigirin.

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dîwarê dora vê dibistanê li Dêrezorê hilweşand bi bihaneya amadekirina serbazî û hewcedariyê, çalakvanekî ji Diyaruna re got. [Wêne ji Huda Ebdulla]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dîwarê dora vê dibistanê li Dêrezorê hilweşand bi bihaneya amadekirina serbazî û hewcedariyê, çalakvanekî ji Diyaruna re got. [Wêne ji Huda Ebdulla]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Dibistana Debûsê û xezanê avê li Qûryayê li gundewarê Dêrezorê teqandin. [Wêne ji Huda Ebdulla]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Dibistana Debûsê û xezanê avê li Qûryayê li gundewarê Dêrezorê teqandin. [Wêne ji Huda Ebdulla]

Li devereke din ji parêzgehê, endamên DAIŞê roja Şarşemê (19ê Tîrmehê) 50 malbat ji bajarokê Meaden li gundewarên Dêrezorê civandin, Nadir got.

"Rêxistinê malbat sûcdar kirin ku wan hewl dida ji erdê xilafetê derkevin û zor li wan kir ku li bajarê Dêrezorê bimînin," wî got.

"Sedema rast ji girtina komî ew e ku sivîlan bikin mertalên zindî," wî got, anî ziman ku amadebûna gelek ji sivîlan dê DAIŞê ji êrîşên asmanî biparêze.

Di heman demê de, bi bihaneya lêpirsîna bi kesin reviyayî re ji deverên li jêr kontrola DAIŞê, hin kom li bakurê Sûriyê -- Feyleq Şam û Cebha Şamiya bi taybet -- xirabiyê tînin serê sîvîlan û wan îhanet dikin, Nadir got.

Wan tiştên wan ên kesane û çi zêr an pere bi wan re heba didizîn, wî got, "tevî ku destûr dan hin ji wan ku derbas bibin piştî ku wan bertîl dan an bi rêya hevrêziyeke berê bi qaçaxçiyan re, yên ku li herêmê çalak in."

Kete nav du agiran

"Nişteciyên Dêrezorê bi hejmarên mezin direvin û ew bêhêvî ne ku ji herêmê birevin tevî metirsiyên ku dibe rastî wan werin," Nadir got.

Ew rastî rewşeke dijwar tên, wî got.

Eger ew li devera ku lê ne bimînin, "ew rastî zordariya DAIŞê, dayîna bihayên bilind û gefa ku werin gitin û veguhestin bo eniyên şer tên", wî got.

"Herwiha ew ji êrîşên asmanî yên ku çeperên DAIŞê dikin armanc zererbar in, ji ber endamên DAIŞê li kolan û malan belav bûne daku xwe di nav sivîlan de veşêrin," wî anî ziman.

dibe ku Tolhildanên ji bo "hevahigiya" berçav bi hêzên hevpeymaniyê re dijwar bin.

Roja Çarşemê DAIŞê Mihemed Setam Hemîd ji ber "ride" sûcdar kir û ew li meydana giştî li bajarokê Quriyayê li gundewarê Dêrezorê bidarve kir.

Tomet gelek caran wateyê dide ku kesê sûcdar li dijî rêxistinê ye yan hevkariyê bi hêzên hevpeymaniya navdewletî re dike, Nadir got.

DAIŞê sê çekdarên alîgirê rêjîmê li pêşiya nişteciyên Bokemalê bidarve kirin, wî anî ziman, pasvanên wan niştecî li hin deveran agahdar kirin, bi taybet deverên nêzîkî xezanên avê, divê ew herdemî wan deveran vala bikin.

DAIŞ xezanê avê, dîwarên bilind li dora dibistanan, malan û kargehan wêran dike daku ew ji bo parastinê ji aliyê hêzên êrîşker ve neyên bikaranîn dema şer bigihin Dêrezorê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500