Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Piştî rizgarkirinê, Mûsil dixwaze ku îdiyolojiya DAIŞê ji holê rake

Xalid Ta'î

Nimêjkeran li Mizgefta Xêr li rojavayê Mûsilê li şîretên Dîwana Weqfa Sunnî roja 8ê Hezîranê guhdarî dikirin. [Wêne ji Dîwana Weqfa Sunnî ya Nînewayê]

Nimêjkeran li Mizgefta Xêr li rojavayê Mûsilê li şîretên Dîwana Weqfa Sunnî roja 8ê Hezîranê guhdarî dikirin. [Wêne ji Dîwana Weqfa Sunnî ya Nînewayê]

Aniha piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Mûsilê hatiye derxistin, hikûmeta Îraqî cureyekî şer ê cuda li bajar destpê kiriye.

Şerê nû ne şerekî serbazî ye lê ew "şerê ramanan e", her weke ku oldar û berpirsyarên xwecihî hewl didin ku bi ser tundrewbûna ku DAIŞê hewl da ku di nav nişteciyan de belav bike bikevin, dema ku Mûsil li jêr kontrola wê bû.

Dîwana Weqfa Sunnî li parêzgeha Nînewayê bi ser vê êrîşa îdyolojî dikeve bi rêya komek tedbîran ên armanc dikin ku şerê tundiyê bikin û hişyarbûnê derbarê xeterên wê zêde bikin, serokê dîwanê Ebû Bekir Kenaan ji Diyaruna re got.

"Gelek gav hatin avêtin daku şerê îdyolojia DAIŞê bikin, a ku cewherê Îslamê berovajî kir," wî got."Piştî serkeftina serbazî yê dawî li Mûsilê, em xwe ji şerekî nû re amade dikin daku em bandora îdyolojia tundrew a terorîstan rakin."

Ji bo vê armancê, wî got, dîwanê ferman da hemû amojgar û îmamên mizgeftan ku biya hin şîretan di xutbe û semînarên xwe de bikin, ên ku giraniyê didin rastkirina "têgehên olî yên gumanbar ên ku DAIŞê bikar tanîn."

"Ev amojgar xwedî mesûliyeteke mezin in daku rêyê bidin ber xelkê û hişyariya wan derbarê babetên olî bilind bikin û [şîrove bikin] çawa Îslam dilovanî ye, nerm e û baweriyeke aram e," wî got. "Divê ew xapandin û gunehkariyên terorîstan pêşkêş bikin."

Bêdengkirina xîtaba tundrewan

Dîwanê ger û civînên rahênanê li mizgeftan û di rêya forumên li ser înternetê re organîze kirin, Kenaan got.

Ew hewl dide "cureyê xitaba olî ya tundrew diyar bike ya ku dixawze ku nefret û dubendîtiyê belav bike û gur bike yan yekîtiya niştimanî rawestîne.

DAIŞê navekî bed da olê herweke ku wê stemkarî bi navê olê pêk anî weke destdirêjî, êşkencekirin û hemû cûreyên pîrozweriyan binpê kirin," wî got." Em dixwazin çi şopa [îdyolojiya wan] hebe ji mejiyên xelkê derbixin."

Xutbên Înê aniha divê rêbazekî bişopînin ê ku amadekirina xutbeyên amojgaran, çapkirin û hazirkirina wan lixwe digre berî ku pêşkêşî nimêjkaran bikin, Mihemed Şemaa, îmam û amojgar li mizgefta Nebî Yûnis li Mûsilê ji Diyaruna re got.

Xutbe giraniyê didin gelek babetan, weke şerê tundiyê û fêrkirina xelkê derbarê mafên wan û şermezarkirina krîzan û sedemên wan," wî anî ziman.

Herwiha ew xelkê han nadin ku terorîstan bihewînin lê ew wan han didin ku yekser desthilatdariyan li ser veşargeh û çalakiyên wan agahdar bikin.

DAIŞ weke menber red dikin

Şemaa got dîwan dê hewl bide ku korsên rahênanê ji amojgarên mizgeftan re organîze bike daku kapasîteya wan ava bike ku prensîp û nirxên olî yên rast di nav nişteciyên xwecihî de belav bikin.

Hin tedbîrên din di nav de diyarkirin û girtina mizgeft û navendên olî yên ku dibe DAIŞê di deverên niştecihbûnê de damezrandibin di dema dagirkirina wê ji Mûsilê re.

"Divê en tişta ku ji me tê bikin daku em îdyolojiya DAIŞê tune bikin," endamekî encumena parêzgeha Nînewayê Xelef Hedîdî ji Diyaruna re got.

"Rizgarkirina Mûsilê bidawî bû û tundî bi awayekî dijwar hate têkbirin," wî got. "Lê belê, aniha divê em şerekî cuda bikin ku ji me tê xwestin em hemû bermayiyên îdyolojiya DAIŞê binax bikin."

Divê hemû birên civaka Mûsilê bi hev re kar bikin daku fikrê nerm belav bikin, ê ku rêzgirtinê ji azadiyê, mafên mirov û hemû têgehên jiyana hevbeş re digire, Hedîdî got.

Wî girîngiya rahênana amojgar û îmaman piştrast kir "û her kesê ku bandora wî li çêkirina nerîna giştî hebe".

Erkekî weke vî divê giraniyê bide berzkirina nirxên dilovaniyê, biratiyê û yekîtiyê di menahicên Îslamî û pewerdeya sivîl de, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

5 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

DAIŞ ne tiştek e, lê ew tenê encama îdîolojiya tund e ya ku mejiyê xelkê şûştiye yên ku ew ji Îmanê xikişandin kufrê daku welatên Misilmana wêran bikin. Ji bo vê yekê, divê ew berîtiyek be ku vê îdîoljiyê ji kokê rakin. Ev di semînerên li ser bawerî û dîrokê de hatibû tekezkirin û derbirînkirin, ên ku ew di wan de li ser sembol û damezrênerên tekfîrê axivîn, ên ku ew Xwaricên serdemê ne, Wehabî û şêxê wan ê ji rêyê derketî Ibn Teymiye. Eger hun bixwazin bicarekê ji wan xilas bibin, tenê li semînerên Seyid Hesenî Serxî guhdarî bikin.

BERSIV BIDE

Binxistina îdyolojiya DAIŞ giringiyek e. Lê, ew îdyolojî bi tenê bi rêya hizrê miyanrew tê binxistin, tiştê ku Seyid Serxî di lêkolîna xwe de, "Seknên bi yekperestina Ibin Teymiya ya efsaneyî" û lêkolîna wî ya li ser dewleta gendel tebenî kir.

BERSIV BIDE

Divê aqilmendên vê netewê baş guhdarî dengê miyanrew û mentiqdar ê serwerê olî Seyid Serxî bikin. Divê ew tiştê ku ev zanayê serdemyane pêşkêş dike bişopînin, yê ku rastî gelek rêgiriyan harin di şopa xwe de ya bûyîna dengê Îslamî rast û miyanrew ya ku hemû formên tundûtûjî û terora hizrî red dike.

BERSIV BIDE

Ji bo vê helwestê em spasiya we dikin, di heman demê de, em gazî we dikin ku hûn kampanyaya fikrî berçav bigrin ya ku ji aliyê lêvegera olî el-Seyid el-Serxî el-Hesenî ve hat rêvebirin, yê ku rêşaşkirin û nezaniya alîgirên tekfîr û terorîzma fikrî di semînerên xwe yên hêja de nîşan dan, û îdîolojiya wan a şaş ku rastiya Îslamê kirêt kir bêbandor kir. El-Seyid el-Serxî xelkê han dide ku vegerin ol, baweriyê, sinc, dilovanî û mirovahiyê… ji semînera 20an. Lêvegera olî el-Seyid el-Serxî el-Hesenî gotareke mirovî ji civaka Îslamî re bi giştî û ji civaka Îraqî re bi taybet pêşkêş kir, a derbarê hewcedariya ku mirov vegere rastiya ol di rêya danûstandina bi xelkên din re, û dilsojiî û dilsozîyê bi derd û trajedî û êşên wan re nîşan bidin. Wî amaje dikir bê çi li wan civak û deverên ku hestê xemsarî, kêm dilovanî, kêm piştgirî, kêm biratî û kêm sincî heye cêdibe!!! Di heman demê de, wî xelk han dan ku li ol, bawerî, sinc, dilovanî û mirovahiyê vegerin… Lêvegera olî el-Serxî di semînera 20an de di lêkolîna xwe de ya li jêr serenava "helwest ji yekbûna afsaneyiya Ibn Teymiye", afsaneya (35) gurkirin ... serê kufrê ... qiloçê şeytan!!! naverok û siyaset û îmametiya Ibn Quteybe şîrove dike: Redkirina Osman ( Xwedê wî pîroz bike) anî ziman:{{Dema xelkê Osman Bin Efan red kir, ew derkete ser minareyekê, spasiya Xwedê kir û pesnê wî da, piştre got, "Her tişt kêmasiyeke wî heye û her xêrek naleta wê heye. Kêmasiya vê olê û naleta vê baweriyê ew e ku xelkên ku ihanetê dikin û êrîşê dikin, ê

BERSIV BIDE

Yek ji tiştên ku herkes dizane li dor Ibin Teymîya û îdyolojiya DAIŞ ew e ku tundûtûj e, jê biwêdetir, nemaze ku dixwaze xelkê, civakê û dewletan vegerîne serdemên tarî, yên ku zagona daristanê li wan serdest bû. Herkesê şîlo bibe ku dijberê vê îdyolojiyê derkeve dê bê kuştin, û ne xwîn, ne şeref û nejî malê wî tê parastin. Ji xwe ev e kêşe, ev e tengejiya ku divê herkes rûbirûyî bibe û wê binase daku tu himbêzkerek ji kesên xapîner û bêmejî re peyda nebe. Lewra jî, serwerê olî Seyid Serxî li dijî vê îdyolojiyê derketiye û her heftî du caran qala wê dike di waneyên xwe de hem bo herkesî hişyar bike hem jî bo rastiyan ji kesên ku hatin xapandin ronî bike. Îdyolojî bi kuştin û şer ji holê ranabe, lê bi rêya hizrê ku rastiyan ji wan kesên hatine xapandin re ronî bike. Ev dê bes be daku vê îdyolojiyê bidawî bike di hişê piraniya xelkê de. Eger komeke biçûk ma, dê hêsan be ku bi rêya çalakiyên serbazî bê zeftkirin. Mêtoda zanistî karatirîn çare ye bo komên tundrew yên mîna van. Ji ber wiha, gava Serxî gelek serkeftî û yekalîker bû. Em ji Xwedê lavekar in ku serkeftinê bike para wî. Em silavan lê dikin. Xwedê wî mubarek bike bo vê xebat û hizrê ronak.

BERSIV BIDE