Çalakvanên Sûrî ji Diyaruna re gotin ku ew nav û wêneyên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku ji rêxistinê cuda bûne belav dikin, bi armanca girtina wan û dadgehkirina wan li gorî yasayê.
Cudabûna wan piştî şikestinên mezin li Sûriye û Iraqê, kêmbûna erdê bin kontrola DAIŞ û nemana karîgeriyê, pereyan û hêzê -- ew fakterên ku çekdar di qonaxa yekem de dikişandin.
Çalakvanên Sûrî ji nêz ve çavdêriya nûçeyên endamên DAIŞ dikin ên ku ji beşine Dêrezor û Reqa reviyane ku hîn li jêr kontrola rêxistinê ne, çalakvanê medyayî yê li Helebê Fêsel Ehmed, ku alîkariya hewlên dûvçûna reviyayiyan dike, got.
"Hejmara reviyayiyan gelekî zêde dibe ji ber şikestinên ku rêxistin li Sûriye û Iraqê rastî wan tê," wî ji Diyaruna re got, anî ziman ku hejmareke mezin ji wan digihine deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê.
Wan karî ku vê yekê pêk bînin bi rêya hevahengiya reva xwe bi grûpine çekdar ên din re ku wan diparêzin an jî derketina wan ji erdê Sûriyê bo welatên cîran organîze dikin, wî got.
Hat ragihandin ku hinek ji wan reviyane devera sêgoşeya sînorî navbera Sûriye, Iraq û Urdunê, nêzîkî kampa Rukban, wî got, anî ziman ku piraniya wan ji çekdarên biyanî pêk tên.
Tevlîheviya di nav DAIŞ de
"Bi rêya weşandina nav û sûretên reviyayiyên DAIŞê, çalakvan armanc dikin ku wan li deverên ku reviyane wan bigirin û tawanên ku wan kirine bînin bîra her kesî dema ew di nav refên DAIŞê de bûn, Ehmed got.
Wî nîşan da ku ev çekdarên DAIŞê reviyan tenê dema ew piştrast bûn ku ew tiştê jêre tê gotin "xilafet" hate jinavbirin û ew deverên ku rêxistinê dagir kiribûn ji jêr kontrola wê derketin û ji encamê xisareta pereyan û desthilatdariyê.
Çalakvanan zanîn ku tevlîhevî û bizdîn di nav refên DAIŞê de belav bûne, yên ku nobedariyên mezin pêk tînin daku rê li ber çekdaran bigrin ku birevin û ew ji nêzîk ve cavdêriya deverên best û rêyên qaçaxiyê dikin, Ehmedî got.
Daku çekdaran di bin çavdêriya berdewan de bihêlin, DAIŞê biryara rawestandina bênvedana kar da, wî anî ziman û "lîderên DAIŞê qaçaxçiyên Dêrezor, Reqa û Yermûkê kirin armanc ên ku gumanbar bûn ku rêya revê di biyabanan re peyda dikin".
"Çalakvanan piştrast kir ku DAIŞê deh ji çekdarên xwe yên Sûrî û Iraqî li gundewarên bakurê Reqayê darve kirin ku diyar bû ku wan plan dikir ku birevin, gelek kesên din girtin ên ku hatin girtin dema wan plan dikir yan hewl didan ku birevin," wî got.
Di nav wan de "Newaf Îbrahîm Muhsin Ezawî li Dêrezorê, yê ku diyar kir ku wî dev ji loyalîtiya xwe ji rêxistinê re berdaye û niyeta xwe ku dev ji deverê berde nîşan da", Ehmed got.
Lîsteyeke dirêj ji reviyayiyan
Lîsteya kesên ku bêguman ji DAIŞê reviyane dirêj e û bi berdewamî ew tê nûkirin, Ehmed got.
Ji nav wan kesên ku nasnameyên wan hatibûn tekezkirin Berekat Muttelib, ê ku herwiha bi navê Qeswera Işarî jî tê naskirin; Sayir Hemûd Bayinî, herwiha weke Ebûl Fida tê naskirin, ê ku berpirsyarê pewendiyên giştî û çekên giran e, yê ku giha Idlibê û nasnameyeke sexte bi navê Ebdulrehman Elî Casim bikar tîne.
Di nav wan de Ebdulhadî Ebdulletîf Helûm, berpirsyarê ewlekariyê yê DAIŞê yê herî berz li Eşara li rojhilatê Dêrezorê; û Ebû Rebah Muhacir, welatiyekî Îraqî yê ku bi çar hevkarên xwe re reviya herêma Idlibê ku jimêryarekî DAIŞê bû li gundewarên Dêrezorê, wî ani ziman.
Tê naskirin ku kesine din ji gundewarê rojhilatê Dêrezorê reviyan di nav de sê bira ku di beşê ewlekariyê de kar dikirin: Ebdulxaliq Ehmed Umeyr, Mihemed Ehmed Umeyr û Ebdulrezaq Ehmed Umeyr û malbatên wan, wî got.
Di heman demê de, berpirsyarekî ragihandinê yê berz ê DAIŞê Mihemed Îbrahîm, "Ebû Ebdulrehman Reqawî" hate ragihandin ku giha Tirkiyê, wî got, bi Hamid Nûrî re, yê ku bi navê Ebû Hemza Qeranî tê naskirin, cîgirê emîrê ofîsa rêxistinê ya hisbayê ("polîsê olî") û Beşar Medah, Îbrahîm Xelîl Bender û Mehmûd Qesûba.
Bi Xwedê nîvê tiştên tên weşandin ne rast in. Ev yek tenê ji ber pirsgirêk di weşana nûçeyan de heye û em dizanin bê kî li pey weşana van derewan e, bi taybet derbarê hersê birayan. Hemû ne rast e û xelkên Dîbanê vê yekê baş dizanin.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT