Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Nûavakirina Zanîngeha Mûsilê berdewam e

Xalid Ta'î

Xwebexş û xwendekarên Zanîngeha Mûsilê di kampanyayeke paqijkirina kampûsa zanîngehê de beşdar dibin. [Wêne ji Tîma Ciwanên Nînewayê ya Bratiyê]

Xwebexş û xwendekarên Zanîngeha Mûsilê di kampanyayeke paqijkirina kampûsa zanîngehê de beşdar dibin. [Wêne ji Tîma Ciwanên Nînewayê ya Bratiyê]

Hikûmeta Iraqî û desthilatdariyên xwecihî bi hev re kar dikirin daku karê nûavakirinê li Zanîngeha Mûsilê bidawî bikin berî ku sala akademîk a 2017-2018an meha Îlonê destpê bike, berpirsan ji Diyaruna re got.

Kampûsa Mûsilê derd û ziyanên giran kişandiye piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) gelek avahî teqandin ûagir berda pirtûkxaneya sereke di bûyereke wêrankirinê ya cuda de di demekê de ku çekdarên wê reviyan.

Berî têkçûna wê, DAIŞê 124 avahiyên zanîngehê weke navend û serbazgehên operasyonan bikar tanîn.

Aniha piştî ku Mûsil bi temamî hatiye vegerandin, amadekirin ji bo destpêkirina waneyan di kampûsa sereke de li rojhilatê Mûsilê di 1ê meha Îlonê de têne kirin, berdevkê Wezareta Xwendina Bilind Heyder Ebûdî got.

"Heta wî çaxî, hewldan dê berdewam bin daku em jêrxaneya zanîngehê ya ku ziyan gihaye wan ji nû ve çak bikin," wî ji Diyaruna re got.

Karê nûavakirinê berdewam e "di rêya hewldanên endazyariyê yên wezaretê û ajansên hikûmetê yên têkildar re," wî got, bi piştgiriya navdewletî û alîkariya teknîkî ya ku rêxistinên weke UNESCO dabîn dikin.

Piştî ku karê nûavakirinê bidawî bibe, wî anî ziman, wezaret plan dike ku kampûsa Zanîngeha Mûsilê ya demkî bigre, ya ku li parêzgeha Kerkûkê hatibû sazkirin piştî ku DAIŞ derbasî Mûsilê bûbû.

Ev hewldan ji aliyê odeya operasyonan a taybet ve tê serperiştîkirin, wî got, ew diyar dike ku "kampûsên alternatîv ji bo zanîngehên Tikrît, Enbar, û Felûcayê" berî vê hatibûne rakirin.

Piştî ku rojavayê Mûsilê hate rizgarkirin, komên ciwanan kampanyayên xwebexş organîze kirin daku zanîngehê paqij bikin û pirtûkan ji pirtûkxaneyê re bidin hev, Ebûdî got.

Xwendekarên xwecihî û pisporên ku bêwar nebûbûn waneyên berdewam di avahiyên ku rastî ziyaneke mezin nehatibûn destpê kirin, daxwaza xwe ku jiyana normal vegerînin zanîngeha xwe nîşan dan.

Destpêka Tîrmehê, Wezîrê Xwendina Bilind Ebdulrezaq Îsa serdana zanîngehê kir û di pêşkêşkirina teza doktora ya yekem li Fakulteya Zanistê ji dema derbasbûna DAIŞê ve rûnişt.

Hewcedarî bi nûavakirineke berfireh heye

Hin beş ji jêrxaneya zanîngehê bi temamî hatibûne wêrankirin,lê hineke din ziyanine dijwar gihabûne wan, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Ebdulrehman Weka ji Diyaruna re got.

Wezareta Perwerdeyê bi hikûmeta Nînewayê ya xwecihî re çend mehan kar dikir daku avahiyên zanîngehê nûava bike, wî got.

"Heta Îlonê, em bi hêvî ne ku em karê sereke bidawî bikin, weke amadekirina polan, odeyên birêveberiyê û ezmûngehên zanistê," wî got.

Weka got ku sala zanîngekê ya xwendinê ya yekem piştî rizgarkirinê dê tehedayeke mezin ji xwendekar, fakulte û karmendan re be.

"Tevî vê yekê, em bawer in ku ew dê karibin hemû zehmetiyan derbas bikin heta ku nûavakirina zanîngeha wan bidawî bibe" wî anî ziman.

A ku di sala 1967an de hatiye damezrandin, Zanîngeha Mûsilê 23 fakulteyên ku di zanist, mirovahiyê, nexweşxaneyên hînkirinê, muzexane û ofîsên teknîkî û şêwirmendiyê de pispor in cihê xwe têde digrin.

Fekulteyek ji 4,281 endamên dersdayînê heye û dikare xizmeta bêtir ji 31,000 xwendekarên zanîngehê û yên xwendina bilind bike.

"Zanîngehan para şêr ji derd û wêraniyê ji destên terorîstan kişandine" parlementera Iraqî Ebîr Huseynî, ya ku di komîteya perwerdeyê ya parlementoyê de xizmetê dike, got.

Despêkirina fermî ji waneyan re li Zanîngeha Mûsilê "gaveke sereke ya girîng" nîşan dide, daku aramiyê li bajar tekez bike, wê ji Diyaruna re got.

"Vegera zanîngehê dê derfetê bide hemû xwendekaran, bi taybet xwendekarên ku nikarîbûn ji bajar derkevin, daku xwendina xwe bidawî bikin û tiştê li wan çûyî temam bikin," Huseynî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Zanîngehên Mûsilê nikarin bi çareyên serveyî û hewlên xwecihî yên sade bimînin. Ev avahiya zanistî hewilên gelek karîger ên navdewletî dixwaze. Daxuyaniyên bi vî awayî bêsûd in. Û kanîn cade û torên veguhestinê ku vê hejmara mezin a xwendekar, mamosta û karmendan bihewîne ku dixwazin herin dersan? Herwiha ligel hejmara mezin a xwendekar, mamosta û karmendên pêşiya zanîngehê yên Wezareta Perwerdeyê, û karmendên wezaretên din. Dev ji van dastanên li ser hesabê paşeroja Mûsilê û xelkê wê yên belengaz berdin. Carekê ji Xwedê bitirsin.

BERSIV BIDE