Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

17 endamên DAIŞ xwe radestî hêzên Iraqî li Diyala dikin

Xalid Taî

Polîsê Diyala şeş şênî bi sucên têkildarî terorê û pêkanîna tawanan girtin. Hivdeh endamên "Dewleta Îslamî" vê dawiyê xwe radestî hêzên Iraqî kirin li parêzgeha Diyala. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsê Diyala hatiye wergirtin]

Polîsê Diyala şeş şênî bi sucên têkildarî terorê û pêkanîna tawanan girtin. Hivdeh endamên "Dewleta Îslamî" vê dawiyê xwe radestî hêzên Iraqî kirin li parêzgeha Diyala. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsê Diyala hatiye wergirtin]

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xwe radestî hêzên Iraqî bi hejmarên nedîtî li parêzgeha Diyala dikin piştî şikestina li Mûsilê, fermandarekî serbazî Iraqî roja Duşemê (17ê Tîrmehê) got.

"Hivdeh endamên DAIŞ ên daxwazkirî li gorî madeya 4ê ya yasaya dijî-terorê xwe radestî hêzên me kirin li Hewd Weqf, li bakurê Baqûba, paytexta parêzgeha Diyala," Fermandarê Operasyonên Dîclayê, ferîq rukin Muzhir Ezawî, got.

Fermandariyê li dor rola di rêxistina terorîst de lêpirsînê bi wan endaman re dike, wî ji Diyaruna re eşkere kir, û ew dê ji wan re darizandineke dadwerane garantî bike li gorî ferman û rênimayên Fermandarê Giştî ya Hêzên Çekdar, Heyder Ebadî.

Ezawî got ku agahî li ba fermandariya wî hene ku endamine din ên DAIŞ dixwazin xwe radest bikin, û got ku ew texmîn dike ku "hejmar di heyama bê de zêdetir bibin".

Parçebûnên DAIŞ kûr dibin

Wî hejmara nedîtî ya kesên xwe radest kirine li Diyala vegerand bo têkçûyîna rêxistinê li Mûsilê û kuştina gelek serkêşên wê û reva ên mayî.

"Parçebûnên kûr di nava endam û serkêşên DAIŞ de li Diyala hene piştî şikestina wan a tehl [a li Mûsilê] û zincîrên gurzên ku gihiştine wan li ser destên hêzên me li parêzgehê," wî got.

"Serkêşên mezin ên DAIŞ ên li Hewîca bicih dibin beriya çend rojan banga çar serkêşên rêxistinê ji Diyala kirin û ew sêdare kirin," Ezawî got.

"Li gorî agahiyên îstixbaratî, sêdarekirin piştî ku ew serkêş bi binketina di encamdayîna erkên xwe de hatin gunehbarkirin hatin pêkanîn," wî got jî.

Hêzên Iraqî komployekê vala derdixin

"Me werîs li dora sukra DAIŞ tund kiriye û em di rêgirtin li ber mezintirîn êrîşa terorî ya ku wan pilan dikir di Remezana borî de biserketin," wî got.

Wî got ku êrîşên li ser veşargehên sirî yên DAIŞ li Diyala bûn encama kuştina 17 xwekujan, ên ku pilan dikirin ku xwe di nav sivîlan de li bazaran û cihên giştî biteqînin.

"Piştî wê operasyonê, me 30 terorîst kuştin ku xwe li baxan li devera Mexîsa, li bakurê Diyala, xwe diveşartin, bi piştgiriya firokeyên şer ên hevpeymaniya navdewletî yên ku targetên jiyandar ên DAIŞ kirin hedef," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500