Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ bi sedên sivîlan li Telaferê sêdare dike

Alaa Husên li Bexdayê û Xalid Ta'î

Leşkerekî Iraqî dirahêje zarokekî Iraqî ku malbata wî ji 'Dewleta Îslamî' direviya li Mûsilê roja 28ê Kanûna Duyem. Piştî ku hêzên Iraqî rizgarkirina Mûsilê qedandin, DAIŞ sivîl li Telaferê dikirin armanc. [Wêne ji Şaneya Medyaya Serbazî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Iraqî dirahêje zarokekî Iraqî ku malbata wî ji 'Dewleta Îslamî' direviya li Mûsilê roja 28ê Kanûna Duyem. Piştî ku hêzên Iraqî rizgarkirina Mûsilê qedandin, DAIŞ sivîl li Telaferê dikirin armanc. [Wêne ji Şaneya Medyaya Serbazî hatiye wergirtin]

Di heftiyên dawîn de, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi sedan sivîl li bajarê Telafer li parêzgeha Nînewayê sêdare kirin, berpisyarên xwecihî ji Diyaruna got.

Telafer li jêr kontrola DAIŞ û bi temamî ji aliyê artêşa Iraqî û yekîneyên heşda şaebî ve tê dorpêçkirin. Gelek raport qala derketina şer di nav çekdarên DAIŞ de li bajarok dikin, kesên direvin ber bi Mûsilê ve dibêjin.

Li gorî medya Iraqî, tevlîhevî di nava rêzên DAIŞ de durist bûye li Telaferê piştî kodetayeke hundirîn ji aliyê hejmarek ji serkêşên bilind ên bandordar ve li dijî dijberên xwe di rêxistinê de.

Hevdem, "çekdarên DAIŞ di heftiyên borî de hejmarek mezin ji sivîlan li Telaferê sêdare kirin", berpirsiyarê xwecihî Hesan Emîn, ê ku daxwaz kir ku bernavekî bikar bîne ji tirsa li ser selametiya malbata xwe, ku hîna li deverê asê mane, got.

"Agahiyên berdest dibêjin ku hejmara goriyan bi sedan e, û zarok û jin di nav wan de hene," Emîn got.

"Rêxistinê gorî girtin piştî ku ew di reva ji devera li jêr kontrola DAIŞ de biserneketin," wî ji Diyaruna re got. "Hinek ji van kesan hema bibêje ku gihişibûne hêzên ewlekariyê, yên ku li nêzî beşê rojhilatî yê bajarok cih girtine."

"Piraniya goriyan Turkmen in, lê Erebên ku li gundên Telaferê dijîn di nav goriyan de hene," wî got jî.

Turkmen ji ber berxwedaniya wan tên armanckirin

Medyaya Iraqî raport kir ku DAIŞ herwiha "dawîn serkêşê xwecihî" li Telaferê sêdare kir.

Li gorî raportên mehelî, DAIŞ gorî şandin a ku jê re tê gotin dadgeha şerîetê, ya ku cezayê mirinê li wan birî ji ber "koçkirina ji erdê xîlafetê".

"Sêdarekirin bi gulebarandina heta bi mirinê pêk hat," Emîn got, û da zanîn jî ku DAIŞ herwiha hinek eşkence kirin bi daleqandina bi stûnên elektrîkê ve.

DAIŞ 200 kesên bêrî komkuj kirin, ciwan û kal, li Telaferê û li navçeyên Ayadiyê and Mehlebiyê , cîgirê serokê encumena parêzgeha Nînewayê, Nûredîn Kebelan, ku serkirdeyekî di Eniya Turkmenî ya Iraqî de ye, got.

Gorî li zindanên rêxistinê girtî bûn ji ber ku hewl dan ku ji Telaferê birevin û herin cihê ewle li deverên li jêr serweriya hêzên Iraqî, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku, "DAIŞ civaka Turkmenan kire armanc ji ber helwesta wan a dijî rêxistinê," û bal kişand ku bi hezaran Turkmen rahiştine çekan li dijî DAIŞ li gelek eniyên şer û piştgiriya hêzên Iraqî dikin.

"Turkmenan zedetirî 1,000 şehîdan di cengên rizgarkirina bajaran ji DAIŞ li tevahiya zonên şer dane, û dê şer dawam bikin heta ku rêxistin bi temamî ji holê rabe," wî got jî.

Tolhildanên hovane

Ev kiryarên hovane beşek in ji hewla DAIŞ "a tengkirina li sivîlan û bikaranîna wan wekî mertalên mirovî", Emîn got.

Beriya niha rêxistinê fetwa derxistiye ku kuştina "herkesî, bêyî berçavgirtina temen û nasnameyê, ku hewl bide ji deverê bireve" rewa dike, wî got.

"Ev komkujiyên hovane weke tolhildanê ji xesarên rêxistinê yên giran ku di şerên rizgarkirina Bajarê Kevin yê Mûsilê de rastî hatiye tên," wî anî ser ziman.

Di daxuyeniyekê de roja 7ê Tîrmehê, Rewngeha Iraqî bo Mafên Mirov got ku "200 sivîl li taxa Qadisiyê li Telafer li ser destê endamên DAIŞ hatin sêdarekirin ji ber hewl didan di rojên Cejna Remezanê de ji bajarok birevin".

"Endamên DAIŞ 17 laş bi stûnên kehrebê ve bidarve kirin li nêzî rêveberiya polîs û li dergehê rojhilatî yê bajarok bi tundûtûjiyeke dijwar ku hemû standerê navdewletî yên mafên mirov derbas dike," Rewangehê got.

Kebelan komkujî bi tundî şermezar kirin, û got ku ew tolhildana ji wêrekiya xelkê Telaferê yên ku DAIŞ red kirin.

Wî bange li NY û saziyên navdewletî yên mafên mirov kir ku tawanan bibelge bikin, û herwiha bang li Serokwezîr Heyder Ebadî, wekî fermandarê giştî yê hêzên çekdar, kir ku rizgarkrina bajar lezgîn bike.

Daxwazên rizgarkirina lezgîn

Rewangehê herwiha hikûmeta Iraqî hişyar kir ku rê li ber qewimîna binpêkirinan li dijî nişteciyan li bajarok bigre, cihê tê texmînkirin ku 100,000 hîn têde dorpêçkirî ne.

Berî DAIŞ di Tebaxa 2014an de Telaferê bixe jêr kontrola xwe, tê texmînkirin ku hejmara nişteciyên wê dora 200,000 bû, AFP ragihand.

Parlementerê Turkmen Muhemed Taqî got ku dê hêzên Iraqî Telaferê bi temamî ji DAIŞ rizgar bikin û nişteciyên Sunnî û Şîe herdu dê di rizgarkirinê de beşdar bin "li jêr slogana welatperwerî û biratiyê".

Analîzerê siyasî Ziyad Werar ji Diyaruna re got ku ev demeke ku Telafer ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ye, ev yek dê bihêle şerkirina li wir hêsantir be ji deverên din, tevî ku pêşbînî heye ku xweragirî hebe.

Wî got jî ku doza herî girîng di şerê Telaferê de, piştî rizgarkirina wê dê parastina erdê û sazkarkirina nizamê li wir be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500