Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hevjînên DAIŞiyan hevkariyê bi hêzên polîsê Iraqî re dikin

Xalid Ta'î

Efserekî polîsê Iraqî alîkariya jinan û zarokên ku ji beşê Mûsilê yê li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) reviyan dikin. [Wêne ji Polîsê Fedral ê Iraqî hatiye wergirtin]

Efserekî polîsê Iraqî alîkariya jinan û zarokên ku ji beşê Mûsilê yê li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) reviyan dikin. [Wêne ji Polîsê Fedral ê Iraqî hatiye wergirtin]

Polîsê Iraqî lêpirsînê bi hevjînên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re dike daku dîdgehekê li dora rewşa karûbarên hundirîn ên rêxistinê bidest bixe.

Polîsê Fedral roja Yekşemê (11ê Tîrmehê) sê jinên Iraqî, yên ku mukir hatin ku ew hevjînên çekdarên DAIŞ bûn, ji Bajarê Kevin, tev zarokên wan xelas kirin, peyvdarê polîs eqîd Ebdul Rehman Xazelî ji Diyaruna re got.

Di vîdyoyekê de ku di malperên nûçeyan de roja 6ê Tîrmehê, bi destûra polîs, hat belavkirin, hersê jinan got ku ew bi darê zorê bi çekdarên DAIŞ re zewijî bûn.

"Ew jin bi malbatên xwe re ji devera Necefî reviyan piştî ku polîs korîdorên ewle ji sivîlên asêmayî re vekirin," Xazelî got. "Me reva wan hêsan kir û xwarin û alîkariya nûjdarî ya bilez ji wan re pêşkêş kir."

"Çaxê ew dihatin derxistin, jinan ji hêzên me re got ku ew di bin zorê de li endamên DAIŞ hatine zewicandin, û hevjînên wan di şer de hatine kuştin," wî got.

Aniha ew jin rastî lêpirsînê tên, Xazelê got jî.

"Me nikarî agahiyên girîng û tekûz li dor cîhana DAIŞ ji hundir ve û çawa ew kar dikin û pilanan dadirêjin bidest bixin," wî got. "Her agahiyeke ku em bidest bixin dê piştgiriya xebatên me yên hewalgirî bike."

Xazelî got ku heta niha piştrast nekiriye ka ew sê jin di çi çalakiyeke terorî de rol dîtine yan na, lê da zanîn ku ew bi temamî bi lêpirsîna polîs re alîkar bûn.

"Eger te tawan nekiribin, tu nayê darizandin û tu dê weke dîdvan bî," wî got.

"Tehediyeke yekcar mezin" di qonaxa piştî rizgarkirinê de

Hejmarek ji çekdarên DAIŞ hatine girtin dema ku wan hewl dida ku ji Mûsila Kevin birevin ligel malbatan ku ji ber şerên dawîn derdikevin, Xazelî got.

"Lîstên ji milîtanan hene û ew dê bên girtin, ji ber xebatên hevbeş ên ewlekarî û hewalgirî û bi karkirina ligel xwecihiyên ku dikarin nasnameyên wan nas bikin," wî got.

"Aniha lokal nikarin qebûl bikin ku terorîst bi azadî li kolanên bajar bigerin, û agahiyên ku ew didin polîs dê alîkariya me di çespandina ewlehiyê û aramiyê de bikin," wî got jî.

"Ew hersê jin bi piştrastî jêderekî girîng ê agahiyan in," endamê komîteya ewlekarî li encumena parêzgeha Nînewayê, Hesen Şebîb, got.

Agahiyên îstixbaratî yên ku wan dan dê alîkariya hêzên ewlekarî di têgihiştina gelek hûragahiyan de li dor jiyan û girêdanên "hevjînên wan ên terorîst" de bike, wî ji Diyaruna re got.

"Ev mijareke tevlîhev e û tehediyekî yekcar mezin di qonaxa paş DAIŞ de li Mûsilê yr," wî got, û bal kişand ku divê qanûn xizmên çekdarên DAIŞ, ên bê tawan, biparêze ji kiryarên tolhildanî.

Şebîb tekezî li ser girîngiya "parastina mafên herkesî kir daku hevgirtina niştîmanî gengaz be û pêkvejiyan û aştiya civakî girîng in bo siberojeke pişkivî ji bajarên me yên rizgarbûyî re".

Divê serweriya yasayê bê parastin

Divê em cudahiya di navbera terorîstan û malbatên wan û jinên wan, ên ku tu zêdegaviyeke ewlekarî nekirine bibînin," pispor û efserê berê yê Iraqî Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got.

Wî got ku serweriya yasayê dê pêvajoya xwe bibîne, û bi tenê ew kesên rol dîtine yan jî piştrgiriya terorîzmê kirine dê berpirs bin ji aliyê yasayî ve.

"Gunehbarkirina malbatên terorîstan bêyî ti belgehan nayê pejrandin," wî got jî. "Em nikarin derbasî qonaxeke nû bibin bêyî ku ew nirxên dadweriyê û mafdariyê biçesipînin û tenê wê demê em dê bikaribin proseya dermankirina birînan destpê bikin."

Wî bal kişand jî ku ew malbat karin bibin jêdereke girîng a agahiyan, bi taybetî li dor tektîkên ku DAIŞ bikar tîne daku xelkê çekdar bike.

"Ev agahî dê bikêr bin ji bo pêkanîna lêkolên û analîzên li dor nehiştina tundûtûjiyê û rêgirtin li ber bicihbûyîna van hizran di hişê ciwan û gencan de," wî got.

"Ev agahiyên îstixbaratî herwiha dihêle ku em torên terorîstan eşkere bikin û şanên razayî bibînin yên di nav xelkê deverê de veşartî ne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500