Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Di ser êrîşa bi Sarînê ya li dijî bajarokê Sûrî 100 roj derbas bûn

AFP

Zilamekî Sûrî roja 12ê Tîrmehê nimêj dike li goristana Xan Şêxûn piştî 100 rojan bi ser êrîşeke bi gazeke jehrîn re ku hat ragihandin ku 87 kes kuştin, 31 ji wan zarok in. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Zilamekî Sûrî roja 12ê Tîrmehê nimêj dike li goristana Xan Şêxûn piştî 100 rojan bi ser êrîşeke bi gazeke jehrîn re ku hat ragihandin ku 87 kes kuştin, 31 ji wan zarok in. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Sed roj piştî êrîşa bi gaza sarîn a kujêner li dijî bajarokê wan, niştecihên Xan Şêxûn dikanên xwe girtin û tenê şêniya qurbaniyan dikin li goristana xwe ya sade.

Êrîşa 4ê Nîsanê li ser bajarokê di destê opozisyonê de li bakûrk-rojavayê welat herî kêm 87 kes kuştin, zarok jî di nav wan de hebûn û bû sedema yekemîn êrîşa Amerîkî dijî hêzên hukmeta Sûriyê.

Roja Çarşemê (12ê Tîrmehê), mirovên qurbaniyan di nîv-bazinekê de kom bûn li cihê ku tê gotin ku êrîş lê pêkhatiye, û wêneyên xhezkiriyên xwe hilgirtibûn -- gelek ji wan zarokên biçûk ên 2-3 salî bûn.

"Êşa cûdabûnê kêliyekê min bi tenê nehêlê -- ne ez, û ne tu kesekî ku mirovek anjî hezkiriyek ji dest da be," Ebdulah Yûsif, 28, got.

Zarokên 2-3 salî yên cêwî yên wî, jina wî û 19 mirovên wî roja 4ê Nîsanê hatin kuştin.

Wêneyekî Yûsif yê ku dil dişewitîne, di roja êrîşê de ku şokbûyî dirahêje laşên zarokên xwe, kerb li seranserê cîhanê belav kir.

"Tenê tiştê ku ez dixwazim ew e ku zarokên min yên dawî ne yên kuştin. Êş zehmet e. Veqetîn zehmet e. Ez hêvî dikim ku ev dawiya derdên Sûriyê be," wî ji AFP re got.

Wî di berbangê de serdana gorên zarokên xwe kir, gîya ji derdora kêlên wan ên sade hildikir.

Nêzî wî, pîremêrek xwe li ser erdê çemand, û bêdeng bi pêş û paş de xwe dihejand û li kêlê dimeyzand.

Çavdêriya çekên kîmyawî ya NY, OPCW, meha borî gihişte encama ku sarîn weke çekekî kîmyawî li Xan Şêxûn hatibû bikaranîn.

Raport tometbariya aliyekî nekir, lê gelek -- ji hêzên Rojavayî heta bi niştecihên bajarok -- rasterast hikûmeta Serokê Sûriyê Beşar Esed tawanbar dikin.

"Min hêvî dikir ku êş bi hilwişandina Beşar Esed û dawiyek bo tundûtûjiya li Sûriyê nemîne," Yûsif ji AFP re got,,lê belê îro dawiya pevçûnê hîna nayê dîtin.

Xwecih, bang ji bo derbeyeke giştî li bajarok kirin, û dikandaran dikanên xwe girtin daku handana malbatên qurbaniyan bikin.

Niştecih "hewil didan ku bala civaka navdewletî bo rasitiya ku rejîma ev tawan û piraniya tawanên Sûriyê pêk aniîne hîna azad e bikşînin", Mehmûd Ehmed Maratî, serokê encumena xwecihî ya rêveberî, got.

Tîmeke hevbeş a OPCW-NY dê niha berpirsyar be ji biryardan li ser nasnameya aliyê ku êrîşa Xan Şêxûn li dar xistiye.

Vê tîmê ji niha ve biryar daye ku hêzên hikûmeta Sûrî berpirs bûn ji êrîşên gaza kilor li ser sê gundan di salên 2014 û 2015an, û ku "Dewleta Islamî" (DAIŞ) di sala 2015an de gaza xerdel bikar aniye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500