Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Fermandarê milîseke girêdayî Supaya Pasdaran li Sûriyê hat kuştin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Elî Caferî, yek ji damezrêner û fermandarên herî bilind ên Lîwayê Fatimiyûn yê ku Îran piştgiriya wê dike ye, vê hefteyê li Sûriyê hat kuştin. [Wêne di medyaya civakî belav e]

Elî Caferî, yek ji damezrêner û fermandarên herî bilind ên Lîwayê Fatimiyûn yê ku Îran piştgiriya wê dike ye, vê hefteyê li Sûriyê hat kuştin. [Wêne di medyaya civakî belav e]

Milîseke girêdayî Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî yek ji fermandarên xwe yên herî bilind û damezrênerên xwe di şerê li Sûriyê de ji dest da, di gurzekê de ku analîst dibêjin dê karîgeriyê li strektura milîsê û morala çekdarên wê bike.

Lîwayê Fatimiyûn, ku ji çeteyên Afganî yên Şîe pêk tê, li kêleka Supaya Pasdaran, Hizbula û milîsen Iraqî yên ku Îran li Sûriyê piştgiriya wan dike şer dike.

"Hesabên medyaya civakî yên girêdayî Supaya Pasdaran û Lîwayê Fatimiyûn piştrast kirin ku Elî Caferî, fermandarê duyem di Lîwayê Fatimiyûn de, di şerên li dar de li Sûriyê hat kuştin," xwendekarê doktora li Zanîngeha Qahîra. Şiyar Tirko, ku lêkolînan derbarê fînansekirina Supaya Pasdaran dike, got.

Caferî hat kuştin dema ku li kêleka girûpên din ên girêdayî Supaya Pasdaran şer dikir, wî ji Diyaruna re got.

Lîwayê Fatimiyûn, milîseke Afganî ya Şîe ye ku li jêr fermandariya efserên Îrani şer dike, li kêleka hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve li herêma Badiya şer dike. [Wêne di medyaya civakî belav e]

Lîwayê Fatimiyûn, milîseke Afganî ya Şîe ye ku li jêr fermandariya efserên Îrani şer dike, li kêleka hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve li herêma Badiya şer dike. [Wêne di medyaya civakî belav e]

Ajansa nûçeyan Faris a Îranî jî mirina wî di 12ê Tîrmehê de piştrast kir, ew weke fermandar û damezrênerekî Lîwayê Fatimîyûn jî wesif kir, wî got.

"Caferî bû kesayetiya herî bihêz a lîwayê û fermandarê wê yê herî bilind piştî mirina fermandarê wê Elî Tûslî di 2015an de di şerên Deraa de," Tirko got.

Kesayetiyên navdar ên din di Liwayê Fatimiyûn de vê dawiyê li Sûriyê hatin kuştin, di nav wan de fermandar Mihemed Brahimî ku bi eslê xwe ji bajare Qum ê Îranî ye, ajansa nûçeyan Jam News a Îranî roja 9ê Tîrmehê got.

Gurzek li moral ket

"Hêzên rejîmê bi awayekî xuya ev milîs xiste şerekî ku encama wî ji wan re karesat bû," Tirko got.

"Gurzên wisa bêguman karîgeriyeke wan a berevajî li ser morala van milîsên tayifî heye ku endamên wan weke çeteyan şer dikin," wî got jî.

Herwiha, delîlekî din nîşan dide li ser destêwerdana Îranî di şerê niha yê Sûriyê de, wî got, çi bi rêya hebûna eşkere ya efserên Supaya Pasdaran li ser erdê, çi jî bi rêya piştigiriya Supaya Pasdaran ji milîsên tayifî re.

"Lîwayê Fatimiyûn yek ji milîsên ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatine avakirin [di 2014an de] daku ew li Sûriyê şer bikin bi bihaneya parastina ziyaretgehên pîroz," wî got.

Ew çekdaran bi awayekî sereke ji nêzîkî 3 milyon Afganiyên ku li Îranê dijîn çekdar dike.

Ew ji nêzîkî 20,000 cekdaran pêk tê, li gorî medyaya Îranî, û rastî ziyanên herî mezin ji nav milîsen cuda yên ku bi piştgiriya Supaya Pasdaran li Suriyê şer dikin hatiye, li gorî raportên medyayî yên din.

Şerekî giran li Badiya Sûriyê

"Egereke gelekî mezin e ku Elî Caferî, ligel hejmareke mezin ji [çekdarên] Lîwayê Fatimiyûn, hatiye kuştin di şerên" ku herêma Badiya Sûriyê diqewimin, Riyad Şehûd, efserekî Artêşa Azad a Sûriyê ku li biyabana Sûriyê şer dike, got.

Hêzên rejîma Sûriyê, bi piştgiriya milîsen çekdar û piştigiriya asmanî û bejayî, hewl didin ku li herêma Badiya pêş bikevin ji 7ê Tîrmehe ve, wî ji Diyaruna re got.

Komên Artêşa Azad li hember wan sekinîn û şerekî tund qewimî, wî got, anî ziman jî ku Artêşa Azad ziyanên mirovî yên mezin gihandin hêzên rejîmê û hevalbendên wê.

"Lîwayê Fatimiyûn yek ji milîsên e ku beşdarî şerên li kêleka artêşa rejîmê bûn, ku weke delîl laş u tiştên kesayetî yên endamên wê li meydanên şer hatin dîtin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Li dojehê, eger xwedê hez kir, û ez eynî tişt ji Xamenî û Silêmanî re hêvî dikim!

BERSIV BIDE