Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hevbendiya tundrewan dixwaze DAIŞ li Idlibê jinav bibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên koma tundrew Tehrîr Şam ligel girtiyên "Dewleta Îslamî" rawestiyane piştî gurzên li Idlibê. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Enbaa ya ser bi Tehrîr Şam hatiye wergirtin]

Endamên koma tundrew Tehrîr Şam ligel girtiyên "Dewleta Îslamî" rawestiyane piştî gurzên li Idlibê. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Enbaa ya ser bi Tehrîr Şam hatiye wergirtin]

Tundrewên hevbendiya Tehrîr Şam êrîşek li parêzgeha Idlibê destpê kirin daku şaneyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) jinav bibin, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Tehrîr Şam, hevbendiyeke hêzên tundrew e ku koma ku berê navê wê Eniya Nusra bû jî himbêz dike -- aniha navê wê Eniya Fetih Şam -- yekîniyeke nû ya "hêzên bijare" bi pêkanîna êrîşan erkdar kiriye, ku 9ê Tîrmehê destpê kir û giraniyê dide bajarên Idlib û Sermînê..

Hevbendî hevrika xwe DAIŞ bi hewla derbasbûna dizî bo bajaran sûcdar dike.

Di êrîşê de, yekîneyên Tehrîr Şam bi temamî bajar dorpêç kirin û êrîş pêk anîn ku ew bûn sedema mirina bêhtirî 100 endam û hevkarên DAIŞ.

Şeva 8ê Tîrmehê, çekdarên Tehrîr Şam tevahiya derbasgehên bo Idlibê û Sermînê girtin, çalakvanê medyayî yê ji Idlibê Mehmûd Hac Kamil ji Diyaruna re got.

"Endamên DAIŞ plan dikirin ku tevlîheviyê li navçeyê durist bikin bi rêya pêkanîna zincîrek ji reşkujiyan û teqînan ku hejmûna rêxistinê li van deveran mezintir bike," wî got.

Tehrîr Şam ji xelkê re gotibû ku li malên xwe bimînin û li deverên giştî mîna bazar, nanpêjgeh û mizgeftan kom nebin, wî got.

"Yekîneyên Tehrîr Şam dest bi êrîşan li ser bingeha agahiyên pêşwext li dor cihên van şaneyan kririn," Hac Kamil got.

Wan êrîş bire ser malan, komgeh û firoşgehan û zêdetirî 150 endamên DAIŞ girtin ji 9ê Tîrmehê ve, wî got.

Ev jî "emîrê Idlibê" yê DAIŞ Ebû Sulêman Rûsî, emîrekî DAIŞ yê li gundewarên bakurê Idlibê ku bi navê Ebû Brahîm Iraqî, û "berpirsiyarekî şerîetê" bi navê Ebû Sewdaa Mesrî lixwe digre, wî got.

"Hevdem ligel êrîşan şer û pevçûn derketin," Hac Kamil got.

Wî got ku wî zanî ku Tehrîr Şam hişt ku yekîneyên "hêzên bijare" derbasî şer bibin, û ew bi çekên baş û rahênana pêşketî zêde kirin.

"Van yekîneyan piraniyan êrîşan pêk anî, bi piştevaniya endamên din ên ku derdora devera êrîş li ser dihat kirin diparastin," wî got.

DAIŞ dixwaze "tevîheviyê pêk bîne"

Tehrîr Şam operasyona xwe destpê kir piştî ku yek ji yekîneyên wê barehgeheke DAIŞ li nêzî Sermîn vedît, Somer Axa, çalakvanê medyayî bi komîteyên hevkariya xwecihî re li Selemiyê, ku rewşa li Idlibê dişopîne, got.

Pevçûnek di navbera yekîneyê û endamên DAIŞ de derket, bi girtina heşt endamên DAIŞ bidawî bû, wî ji Diyaruna re got.

"Endamên nehan xwe radest nekir û xwe bi wan de teqand bi kembereke teqîner ku pêre bû," wî got.

Axa got ku wî zanî "êrîşkirina li ser veşargehên ku DAIŞ ew bikar tanîn bû sedema vedîtina qaseke mezin ji peran û desteserkirina hejmarek ji demançên bêdeng".

Teqemeniyên pêşketî amade ne ji teqandinê re dema ku tên hilanîn, wî got.

Li gorî çavkaniyên wî, aytimên desteserkirî nîşan didin ku reşkujî û operasyonên teqandinê lidar bûn "daku tevlîheviyê li navçeyê durist bikin", wî got.

"Ew jî bi rêya buyerê ku di dema borî de qewimîn," Axa got, ku di nav de reşkuştina serokê Tehrîr Şam Ebû Yehya Mesrî, Beşar Şêx Dîb û birayê wî.

Jinavbirina DAIŞ ne tundrewiyê

Bi dijminkariya li hember DAIŞ, Tehrîr Şam hewl dide ku xwe mîna beşekî ji opozîsyona miyanrew nîşan bide, pisporê biwarê rêxistinên terorîst û lîwa xanenişîn yê Misrî Dr. Wail Ebdul Mutelib, got.

Ev beşek e ji hewldayîna wêku xwe ji Qaîda bidûr bikedaku civaka navdewletî bixapîne û bibêje ku ew ne beşeke ji terorîzmê û cihekî bêhtir diyarkirî ji xwe re misoger bike, wî ji Diyaruna re got.

Tevî van hewldayînan, Tehrîr Şam girêdanên xurt bi Qaîdê re hiştine û gelek ji serkêşên wê "bi tundutûjiya xwe û girêdan xwe ya organîk bi Qaîdê re tên naskirin", rojnamevanê Sûrî Muhemed Ebdulah got.

Ebdul Mutelib got ku ew texmîn dike ku dê pevçûnên tundutûj li Idlibê bidomin di çavçoveya binbirkrina DAIŞ, ya ku aniha hebûna wê li navçeyê di şêwazê "şanên firk" de ye, lê hêzên Tehrîr Şam li devereke berfireh berbelav in.

Wî got ku tevî ku hevbendî xwedan avantajeke ciyografî ye, lê herî kêm mehek lazim e jê re daku ew bajarên sereke û gundewarên Idlibê ji DAIŞ paqij bikin.

Di dema ku dê şêniyên Idlibê bi çûyîna DAIŞ kêfxweş binew nikarin pêşwaziyê li Tehrîr Şam bikin, a ku di dema borî de hewl da ku şerîeteke hişk biçesipîne bi rêya cezayên pir dijwar.

Ev tawan ji nepêbendiya bi cilên îslamî û çigarekêşanê pêk tên, û cezayên wan jî mîna yên ku DAIŞ wan ferz dike ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500