Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq minareya Hedbaa ya navdar li Mûsilê ji nû ve ava dike

Alaa Husên li Bexdayê

Ferîq Ebdul Wehab Saedî ji Ajansa Dije- Terorîzmê li minareya Hedbaa ya Mûsilê seh dike piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew di 21ê Hezêranê de teqandibû. [Dîmen ji Ajansa Dije-Terorîzmê]

Ferîq Ebdul Wehab Saedî ji Ajansa Dije- Terorîzmê li minareya Hedbaa ya Mûsilê seh dike piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew di 21ê Hezêranê de teqandibû. [Dîmen ji Ajansa Dije-Terorîzmê]

Di demekê de Mûsil destpê dike ku xwe ji toza şer daweşîne, gotin hene ku ew plan dikin ku Mizgefta Mezin ya Nûrî nûava bikin, mizgefta ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kire paşmayî dema ku hêzên Îraqî meha bûrî nêyîk dibûn.

DAIŞmizgeft û minereya wê ya xwar a ciyawaz , Hedbaa "xûz" , di 21 Hezîranê de teqand berî ew jê bireve. Piştî înekê hêzên Îraqî vegerandina nîşanên navdar li Mûsilê ragihandin.

Minareya Hedbaa ya vedigere sedsaliya 12an, gelek sedsalan asoyê bajar xemilandiye, herwiha dîmenê wê li ser pereyên kaxezî yên Îraqî yên 10,000 dînarî heye.

Di sala 2014an de gelek guhdan li mizgeft nebû, lê belê, di derketina xwe ya giştî de, serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî avakirina ya ku jêre tê gotin "xilafet" ji mibera wê ragihand, piştî wan bajar dagir kirin.

Aniha piştî wan DAIŞ ji Mûsilê derxist, nişteciyên bajar meraq dikin ku mizgeftê nû bikin û wê ji nû ve weke semboleke erênî li bajar saz bikin.

Parêzgeha Nînewayê "mereqdar e ku minareya xwar ji nû ve ava bike û pisporiya xwecihî ya hewcedarî pê heye ku kar cîbicî bike heye," serokê Birêvberiya Ninewayê ya Kevneşopiyan Felah Şimerî ji Diyaruna re got.

Pisporên berdest endazyar, arkeolog, akademîsyenê ji Zanîngeha Mûsil û Zanîngeha Bexdayê lixwe digrin, wî anî ziman ku pisporên astbilind jî alîkarî pêşkêş kirine daku di hewlên ji nû ve avakirinê de beşdar bin.

"Birêveberiya Kevneşopiyan planên eslî ji mizgeft û minareyê re li cem hene herwiha planên ku ji UNESCO wergirtin," wî got.

"Pispor lihev dikin ku mizgeft û minare dikarin ji nû ve di avahîsazî û dîzayna xwe ya eslî de werin avakirin û heman materyal û xemlan bikar bînin, bi taybet xemlên minreyê yên ciyawaz," Şimerî got.

Leza nûavakirinê dê xwe bispêre jêmayiyên avahiyê, wî got, wî not kir ku bingeha minareyê û her çar aliyên wê hîn sax in "tevî teqîna terorîst a dijwar".

Mîrasê wêrankirinê

Mizgefta Nûrî û minareya wê ne tenê ew in cihên dîrokî û kevneşopî yên ku DAIŞê ji xwe re kiribûne armanc, endamê komîteya xizmetan li encumena parêzgeha Nînewayê Husamedîn Ebar got.

Di dema dagirkirinê de ya ku sê salan berdewam kir, rêxistinê bi sedan mizgeftên din, ziyaretgeh, dêr û muzexane ziyan gihande wan an ew hilweşandin, di nav de Muzexaneya Mûsilê, bajarê Nimrûd ê kevinûziyaretgeha Nebî Yûnis.

"Ev hilweşandina bi qesd û kîndar ji van hemû cihan re ... tenê nezanî û paşveçûn û kesayetên paşveçûyî dikarin pêk bînin ên ku dûrî çand û nirxên mirovî ne," wî ji Diyaruna re got.

Hikûmeta parêzgehê plan dike ku van hemû cihan ji nû ve ava bike, yên ku beşekî girîng in ji mîrasa Ninewayê ya çandî, Ebar got.

Lê aniha piştî ku Mûsil hatiye rizgarkirin "komek berêtî hene ku hikûmeta xwecihî berçav digire" wî anî ziman.

"berîtiyên yekem ji guhestina gemar û bermayiyan ji kolanên Mûsilê û vegerandina cenazeyên ku di bin kavilan de mane pêk tê," wî got, herwiha rêyên sereke ji nû ve vekin û binesaziyên sereke ji nû ve ava bikin.

Herwiha nûavakirina minareya Hedbaa jî berîtiyek e, wî got, gotûbêjên hevkariyê di navbera UNESCO û hikûmeta Iraqî de hene, tîmekî ji pisporan da ku heykelekî nû ava bikin ê mîna yê eslî.

Rahênaa pisporan li derve

Heşt arkeologên Iraqî çûne Brîtanya di meha Şibatê de weke beşekî ji şandeya Muzexaneya Brîtanî daku hîn bibin çawa hunerkariyan biparêzin û cihên kevnar ên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn ziyankirin ji nû ve ava bikin.

Ew bi karînên dîjîtal û yên kolanê yên pêwîst li ba wan hebûn gava wan korseke rahênanê ya teorî ya sê mehan li Muzexaneya Brîtanî berdewam kir û rahênaneke din a pratîk ji sê mehan li deverên Têlo û Derbendî Ranya li Iraqê.

Di dema rahênanê de, nîşa wan kiribûn çawa mayînan nas bikin dema ku li ser kolanê dixebitin û karînên dîjîtal wergirtin mîna nexşeyên fîzyaya zemînî, pelandina ji dûr ve û çawa nexşeyan û pîvanan bikar bînin.

Cîgirê serokê encumena parêzgeha Nînewayê Nûredîn Qeblan ji Diyaruna re got ku dê parêzgeh bi hewce be ku pereyan peyda bike beriya ku xebatên ji nû ve avakirinê destpê bikin.

Wî got ku hikûmeta Iraqî 52 milyar dînarên Iraqî ($41.5 milyon) ji Nînewayê re di budceya xwe ya salane de terxan kiriye, da zanîn jî ku dê parêzgeh bi hewcedarê bêtir ji wisa be daku lêçûyê nûavakirinê peyda bike, li gorî asta wêraniyê.

Ji bo zêdekirina pereyan ji bo nûavakrinê, hikûmeta xwecihî aniha bi saziyên NY yên li Iraqê kar dike û saziyên hewarçûnê yên navdewletî û dewletên hevparên di danûstandinan de ye, Qeblan got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bêrûmetên ku îdîolojiya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di her zeman û her cihî de hemêz dikin tenê ji payeyan re çongan dişikînin û dixijikin û xwe nêzîkî desthilatdaran dikin daku kesên din bixin xefkê de. Ev şêwazê wan e. Her yek ji wan komeke ji durûtî, derew, dexesî, xapandinê ye. Ew in durûtiya ku li ser ruyê erdê dimeşe.

BERSIV BIDE

Ev e rêbaza tundî û terorîzma endamên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ên tekfîrî ye, yên îbin Teymiya dişopînin, rêbaza ku tiştên bi destûr qedexe kirine û tiştên qedexe bi destûr kirine. Van kesan xwîna Misilmana rijandiye, pîrozgehên wan binpê kirin û xewnên wan dizîne. Ev e rêbazê tekfîriyan, rêşaşkirin, marjînalîzkirin û dûrxistinê ya ku Umewiyan û endamên DAIŞê ên ku Teymiya dişopînin bikar tanîn. Divê em şerê terorîzmê bikin, bêtir ji her tiştî, ji hêla îdîolojî ve ji ber hemû cûreyên terorîzmê encama îdîolojîya tund in. Nimûneya herî baş ji îdîolojiya tund û terorîst re Şêx Ibn Teymiya ye û ew kesên wî dişopînin. Encama vê îdîolojiya tund ya ku derbasî Îslama rast bûye ev terorîzm e, ya ku dê bê rakirin eger îdîolojiya tekfîrî ji mejiyan were derxistin.

BERSIV BIDE

Tevî ku Mizgefta Nûrî û Minareya wê Hedbaa girîng in, îro tiştê girîngtir û lezdartir ew e ku malan û siwên karên sereke ji nişteciyan re ava bikin, kesên bêwar vegerînin mal û bajarokên wan û berî her tiştî binesaziyan nû ava bikin.

BERSIV BIDE