Nûçeyên Iraqê
Aborî

Bazarên rojhilatê Mûsilê bi kirryaran tije ne

Xalid Ta'î

Firoşgehin li Mûsila rizgarkirî kelûpelên cuda cuda ji firoştinê re pêşkêş dikin piştî ku ew berê ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve qedexe bûn. [Wêne ji Navenda Nînewayê ya Ragihandinê]

Firoşgehin li Mûsila rizgarkirî kelûpelên cuda cuda ji firoştinê re pêşkêş dikin piştî ku ew berê ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve qedexe bûn. [Wêne ji Navenda Nînewayê ya Ragihandinê]

Careke din nişteciyên Mûsilê kelûpel û berhemên ku dora sê salan li jêr hukmê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) qedexekirî bûn dikirin.

Li bazara Nebî Yûnis li rojavayê Mûsilê, pencereyên firoşgehan bi cureyên cilan û ciwankariyan ên cuda xemilandî ne.

"Endamên Hisbe [polîsên olî yên DAIŞê] rahatî bûbûn ku her roj li bazarê bigerin daku tekez bikin ku em tenê tiştên wan destûr daye em bifiroşin difiroşin, Wasiq Ta'î, yê 41 salî, ku firoşgeheke wî ya cilên jinan heye, got.

"Lîsteya tiştên qedexekirî dirêj bû û her tişt qedexe bû," wî ji Diyaruna re got.

"Aniha em dikarin tiştên ku xelk dixwazin pêşkêş bikin û ew dikarin tiştê ku bixwazin bikirin, tam weke rojên berê," wî got.

Tevî êrîşên terorî yên qutqutî çalakiya kirînê li Mûsilê geş dibe, êrîşa herî nû jî ya xwekuj a li navçeya Musenayê li rojhilatê Mûsilê di 23ê Hezîranê de bû ku sê kes têde hatin kuştin, AFP ragihand.

Bazirganî dîsa geş dibe

Her roj bi sedan kemyonên bi kelûpelan barkirî derbasî Mûsilê dibin, şêwirmendê parêzgarê Nînewayê Durêd Hikmet Tobya got.

Piştî salên bêparbûnê "bazirganî careke din geş bûye û bazarên tijî kirrryar heta demeke dereng vekirî dimînin", wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku hêzên Îraqî tekoşîneke mezin dikin daku nehêlin êrîşên terorî biqewimin û ewlebûna nişteciyan misoger bikin.

Firoşgehên cilan destpê kirine ku teşkîleke berfireh ji çepûn, fistan, pantol, jeans û cilên werzişî bifroşin.

"Herwiha şûşeyên gulavê, ciwankarî, makyaj, akseswar û pêdeviyên kesane em dikarin careke din li ser refan bibînin piştî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn qedexekirin," wî got, wî anî ziman çi kesê ku bi ya fermanên rêxistinê nedikir ew rastî cezayan dihat.

"Dema em di bazarên bajarê xwe de dimeşin, em gelek guherînên girîng dibînin," Riyad Obêdî, rojnamevanekî ji Mûsilê, got.

"Tenê zilam û zarokan karîbûn herin bazaran bê jinan û cilên ku ji firoştinê re pêşkêşkirî bûn hemû ji heman modêlê bûn," wî ji Diyaruna re got.

Ne ciwankarî, berhemên guhdana laş û çerm hebûn û ne leyistok û ne lawirên çêkirî ji zarokan re hebûn, wî got.

"Gelek tiştên qedexekirî hebûn û cezayê paşguhkirinê û binpêkirinê digiha heta asta mirinê," Obêdî got.

Jêdera mûçeya DAIŞê

DAIŞ rahatî bûbû ku zorê li baziganên Mûsilê bike ku kelûpelên xwe ji deverên li jêra kontrola rêxistinê li Sûriyê hawirde bikin, wî got.

Vê yekê rêxistin bi jêdereke zêdetir ji fînansekirinê dabîn dikir, wî anî ziman.

Lê belê bi destpêka şerên rizgarkirinê, hêzên ewlekariyê rêya di navbera Musilê û bajarê Reqa yê Sûrî de girtin, bi vî awayî çavkaniya dahata rêxistinê birîn, Obêdî got.

Îro, bazirganên Mûsilê kelûpelên xwe ji sê jêderên sereke hawirde dikin, ji parêzgehên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê, wî got.

"Lê, hêza kirînê ya welatiyan hîn li jêr wê asta ku tê xwestin," wî got.

"Hêza kirînê xwe dispêre vegera çalakiyên aborî weke çandinî, pîşesazî û sektorê bankî," Sadiq Behadilî, profesorê fînans û bankkirinê li Zanîngeha Mustensiriyê, got.

Vegerandina van çalakiyan, bi taybet di sektorê çandiniyê de ku parêzgeha Nînewayê pê navdar e, dê alîkariyê bike ku derfetine kar ên nû ji nişteciyan re peyda bike û jêderên mûçeyên wan zêdetir bike.

"Aniha aboriya bajar xwe tenê dispêre sektorê bazirganiya takfiroş, a ku gelek karan peyda nake," Behadilî got, lê destpêkirina operasyonên rojane ji aliyê dezgehên dewletê ve dê di geşbûna aborî de beşdar bibe.

"DAIŞê awayekî jiyanê li ser xelkê Mûsilê ferz kiribû, awayê ku berevajî pêkhateya wan a olî û çandî bû," wî got.

Vî tiştî ziyan gihande bajar, gelek xwediyên karan, firoşgehan û kompanyayên biçûk, wî got.

"Lê aniha, piştî rizgarkirina wî ji terorîzmê, Mûsil li ser wê rêyê ye ku aboriya serbest bicî bike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500