Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî şerê derxistina DAIŞ ji Îmam Xerbî lidar dixin

Xalid Ta'î

Endamên polîsên parêzgeha Selahedînê operasyonên maliştinê li kenarên Dîcleyê lidar dixin di lêgerîna li endamên "Dewleta Îslamî" de. [Wêne ji rûpela Facebokê ya polîsên Nînewayê hatiye wergirtin]

Endamên polîsên parêzgeha Selahedînê operasyonên maliştinê li kenarên Dîcleyê lidar dixin di lêgerîna li endamên "Dewleta Îslamî" de. [Wêne ji rûpela Facebokê ya polîsên Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî operasyoneke serbazî dan destpêkirin daku gundekî li başûrê Mûsilê ji çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku bi dizî derbas bûbûn piştî reva ji şerên li Bajarê Kevin ê Mûsilê, berpirsên Iraqî roja Çarşemê (12ê Tîrmehê), got.

DAIŞ derbasî gundê Îmam Xerbî li Geyara bûn roja 5ê Tîrmehê, û zeviyên gund dagir kirin û xwe di avahiyên gund de asê kirin.

Hêzên hevbeş ên ku ji Fermandariya Operasyonên Selahedînê û polîsên parêzgehê pêk tên operasyoneke serbazî bo vegerandina gund dan destpêkirin, endamê komîteya ewlekarî di encumena parêzgeha Selahedînê de, Ednan Ferecî, got.

"Dora 125 ta bi 200 endamên DAIŞ li serbanên avahiyan û di xaniyan de li nava gund cih girtine, û dirahêjin çekên segvaniyê," wî ji Diyaruna re got.

Ji dema derbasbûyîna wan bo gund, çekdaran qetilkirinên hovane encam dane û şênî bi kom sêdare kirine, wî got.

Wan herwihaHerb Heza Dulêmî, nûçegihanê kenala Hûna Selahedin, û Sudad Dûrî, kamîremanê heman kenalê kuştine .

Ew herdu rojnameger "di rê de bûn diçûne Mûsilê daku operasyonên serbazî yên li wir rûmal bikin dema ku DAIŞ êrîşî gund kir", Ferecî got.

Îmam Xerbî, 70 kîlometran dikeve başûrê Mûsilê bi dirêjahiya tixûbê îdarî yê di navbera Selahedîn û Nînewayê de, ew ji 10 kîlometrên ducar pêk tê û nifûsa wê 5,000 ta 6,000 malbat e, wî got.

Tedbîrên ewlekerî yên tund

"Çekdar di rêya Çemê Diclayê re derbasî gund bûn piştî ku ew ji şerên Bajarê Kevin yê Mûsilê bi şevê bi qeyikan reviyan," serokê encumena Geyara, Mihemed Ebdul Rehman Tabûr, ji Diyaruna re got.

Ew rastî berxwedanê ji aliyê niştecihan ve hatin lê wan karî derbasî gund bibin, wî got, wî not jî kir ku hejmara hêzên ewlekarîyê yên ku li Îmam Xerbî amade bûn ne têr bû ku êrîşê red bike.

Tabûr got ku piraniya êrîşkeran segvan bûn.

"Aniha gund ji hemû aliyan ve bi hêzên serbazî dorpêçkirî ye," wî got, wî anî ziman ku balefirên Iraqî beravên Dîclayê maliştine û rêyên îmdada çekdaran birîne.

"Gund û deverên derdorê li jêr hişyarbûneke ewlekarî ne daku rê li ber derbasbûna bi dizî ya çekdarên DAIŞ bê girtin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Yek ji gavên girîng bo parastina ewlehiya Iraqê ew e sazkirina rêbendên serbazî ye li ser keviyên Dîcla û Feratê daku rê li ber dizekirina terorîstan bo nav gund û bajaran bê giritn. Gaveke din a girîng ew e ajanseke ewlekarî ya bihêz, rastaxêv, û perwerdekirî ye, daku hertiştê li Iraqê diqewime çavdêrî bike û herwiha sînorên derveyî û hundirîn bi şev û roj biparêze. Lewra, divê tejnîda bizor bê vegerandin ji ber ku hêzên heyî ne têr in bo meremên parastinê.

BERSIV BIDE