Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ ji nişteciyên Dêrezorê dixwaze ku cihê çekdarên ku ji Iraqê direvin çêbikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Wêneyeke belavkirî ji kolaneke sereke li Dêrezorî diyar dike ku hema bajar ji ber şertûmercên ewlekarî û yên aborî yên zekmet ji peyaderan vala ye. [Dîmen ji rûpela Facebookê ya Fotografên Firatê]

Wêneyeke belavkirî ji kolaneke sereke li Dêrezorî diyar dike ku hema bajar ji ber şertûmercên ewlekarî û yên aborî yên zekmet ji peyaderan vala ye. [Dîmen ji rûpela Facebookê ya Fotografên Firatê]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) malên ku aware di wa de bicih bûne vala dike li bajarên Meyadîn û Bûkemalê yên Sûrî daku endamên xwe yên ku bi malbatên xwe re ji Mûsila Iraqî reviyane di wan de bicih bike.

Vê yekê hişt ku derdê awareyên Sûrî bi awayekî dijwar xirabtir bibe, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Hêzên Iraqî serkeftina xwe li dijî DAIŞê di 10 Tîrmehê de ragihandin piştî kampanyaya serbazî ya ku çend-mehî ku di dema wê de gelek çekdarên rêxistinê ber bi Sûriyê ve reviyan.

Bajarê Dêrezorê, yê li başûrê Sûriyê, piraniya wî li jêr kontrola DAIŞê ye tevî ku erd li deverine din ji welat û li Iraqa cîran ji destê rêxistin tên derxistin.

"Yekîneyên ewlekariya DAIŞê li bajarên Meyadîn û Bûkemalê li Dêrezorê malên ku awareyên ji hemû deverên Sûriyê têde bicih bûne vala dikin daku çekdarên DAIŞê yên ku bi malbatên xwe re ji Mûsilê reviyane têde bicih bike," Mihemed Nadir, çalakvanekî bi kampanyaya medyayî ya Dêrezor Dişewite re ye, ku binpêkirinên DAIŞê li herêmê belge dike.

Endamên rêxistinê destê xwe danîne ser hejmareke mezin ji malan ên ku xwediyên wan derveyî Sûriyê ne.

Nadir got zehmet e ku hejmara endamên ji Mûsilê gihane tekez bikin ji ber ku ew bi awayekî neberdewam dilivin û tevgera wan bi dizî ye.

"Lê belê, hin malên mezintir ên çend-qatî ji bêtirî malbateke [DAIŞ] di wan de bicih bûne," wî got.

Aware derketin daku xwe biparêzin

Aware aniha careke din bêcih in û "ti alternatîv ji wan re li bajar nînin", Nadir got.

Piraniya wan ber bi kampên awareyan ên ku li herêmê hatine avakirin ve diçin an malan parve dikin, malên ku bi zehmetî têra du malbatan dikin çar an pênc malbat tevlî wan dibin, wî anî ziman.

A girîng ji wan re ku serbanekî bibînin daku zarokên xwe pena bikin, wî got.

"Ew xwarin û avê parve dikin daku demeke dirêj xwe ragirin heta karibin altenatîvekî bibînin," wî anî ziman.

Dêrezor bûye "serbazgeheke mezin a mişt bi endamên DAIŞê yên ku ji her derê reviyane", Nadir got.

Ji bilî Mûsilê, herwiha çekdarên DAIŞê bi malbatên xwe re ji Reqayê jî direvin Dêrezorê, wî zelal kir.

"Herwiha rêxistinê depo û navendên xwe yên sereke di dema bûrî de ji Reqayê birin Dêrezorê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500