Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Iraqî "serkeftina dîrokî" ya li ser terorîzmê li Mûsilê pîroz dikin

Xalid Ta'î

Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî serkeftina li ser "hovîtiyê û terorîzmê" li Mûsilê roja 10ê Tîrmehê radighîne piştî ku hêzên wî hukmê "Dewleta Îslamî" li duyem mezintirîn bajarê welat bidawî anîn.

Iraqê roja Sêşemê (11ê Tîtmehê) bêhnvedaneke niştîmanî ragihand û hefteyek ji aheng û pîrozbahiyan destpê kir bi boneya rizgarkirina Mûsilê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Serokwezîr Heyder Ebadî serkeftin li ser "hovîtiyê û terorîzmê" li Mûsilê roja Duşemê ragihand pìştî ku hêzên wî hukmê DAIŞ li duyem mezintirîn bajarê welatî bi dawî kirin.

Di nav leşkeran de, Ebadî vegerandina Mûsilê ragihand -- cihê ku DAIŞ beriya sê salan şikestineke mezin gihande hêzên Iraqî -- weke kêliyeke dîrokî di cenga dijî tundrewan de.

"Serkeftina me ya îroj serkeftineke li ser tarîtî, serkeftineke li ser hovîtî û terorîzmê ye, û ez ji cîhanê re dawîhatin û jinavçûna dewleta terorê radigihînim," Ebadî di daxuyaniyeke televîzyonî de ji Mûsilê got.

Endamên hêzên Iraqî ahengê li Bajarê Kevin yê Mûsilê dikin roja 10ê Tîrmehê piştî ragihandina hikûmetê ji "rizgarkirina" bajar ji çekdarên "Dewleta Îslamî". [Fadil Sîna/AFP]

Endamên hêzên Iraqî ahengê li Bajarê Kevin yê Mûsilê dikin roja 10ê Tîrmehê piştî ragihandina hikûmetê ji "rizgarkirina" bajar ji çekdarên "Dewleta Îslamî". [Fadil Sîna/AFP]

Endamekî polîsên Iraqî û sivîlek bi hev re ala Iraqî maç dikin dema ku pîrozbahiyan li meydana Tehrîr li Bexdaya paytext roja 10ê Tîrmehê lidar dixin piştî ku serokwezîrê Iraqî serkeftina li ser "Dewleta Îslamî" li Mûsilê ragihand. [Sebah Erar/AFP]

Endamekî polîsên Iraqî û sivîlek bi hev re ala Iraqî maç dikin dema ku pîrozbahiyan li meydana Tehrîr li Bexdaya paytext roja 10ê Tîrmehê lidar dixin piştî ku serokwezîrê Iraqî serkeftina li ser "Dewleta Îslamî" li Mûsilê ragihand. [Sebah Erar/AFP]

Sivîlên li Mûsilê dadikevin kolanan di şeva 10ê Tîrmehê de ji bo pîrozkirina rizgarkirina bajarê xwe piştî ku Serowezîrê Iraqî serkeftina li ser "Dewleta Îslamî" di gotareke televizyonî de ragihand. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsên Nînewa]

Sivîlên li Mûsilê dadikevin kolanan di şeva 10ê Tîrmehê de ji bo pîrozkirina rizgarkirina bajarê xwe piştî ku Serowezîrê Iraqî serkeftina li ser "Dewleta Îslamî" di gotareke televizyonî de ragihand. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsên Nînewa]

Her dema ku serkeftin hat ragihandin, hejmareke mezin ji xelkê heriķîn kolanên Bexdayê û bajarên din daku vê "serkeftina dîrokî" pîroz bikin.

Ew li meydanên giştî li Bexdaya paytext kom bûn, heta derengê şevê ala Iraqî li ba dikirin û dîlanên gelêrî digerandin û stranên niştîmanî digotin li ser awazên mûzîkê.

Kolan bi otombîlan mişt bûbûn û meşvanan kêf dikir, û leystokên agir asmanê bajêr ronî kirin.

"Bi rastî ev roj jibîr naçe," Husên Mazin, 44, ji taxa Mensûr, yê ku tev malbata xwe daketibû cadê, got.

"Hêzên me yên qehreman dewleta xurafî ya DAIŞ têk birin," wî ji Diyaruna re got.

Hevjîna Husên, Hedîl Farûq, 37, ya ku ala Iraqî li ba dikir, got, " Hêzên me serkeftineke dîrokî tomar kirin û tola wan hemû kesên hatine kuştin ji DAIŞ hildan."

Iraqî yekrêz in

Bi sedên welatiyan li meydana Tehrîr di dilê Bexdayê de kom bûn.

"Pîrozbahî ji hemû Iraqiyan re û ji cîhanê re ji bo vê serkeftina li ser dijminên mirovahiyê," çalakvanê sivîl Muhemed Taî, got.

"Îroj, dadwerî û azadî zora zulm û zordariyê birin," wî ji Diyaruna re ji meydana Tehrîr got. "Mûsil vegeriya hembêza welat, û bi yekîtiya me, em dê dewleta xwe biparêzin."

Balefirên Iraqî êvara Duşemê 3 milyon nexşeyên Mûsilê tev ala Iraqê barandin wekî semboleke vegera bajar a tam bo hembêza welat.

Li rojhilatê Mûsilê, pîrozbahiyên berfireh li seranserî bajêr hatin lidarxistin.

"Bexteweriya Iraqiyan, bi taybet a Mûsiliyan, bi kontrolkirina bajarên wan nayê wesifkirin," Parlementarê Iraqî ji parêzgeha Nînewa Ehmed Medlûl Cerba ji Diyaruna re got.

"Du salan berê, me xeyal nedikir ku ew roja ku dîsan bajarê xwe rizgar bibînin dê were," wî ji Diyaruna re got. "Lê belê, ew roj hate eyan bi saya tekoşîn û xwegorîkirina şervanên me yên ku serkeftineke bêhempa ji me re misoger kirin."

"Ev serkeftin dê rê bide hêzên me ku terorîzmê li dawîn asêgehên wê li welat têk bibin," wî got, anî ziman jî ku "bexteweriya me dê bi qewitandina dawîn endamê DAIŞ tam bibe".

Nûavakirin destpê dike

"Divê em yekser dest bi pakirina Mûsilê ji paşmahiyên DAIŞ bikin, bajar dîsan ava bikin, alîkariya vegera xelkê bikin û aştiya civakî û aramiyê peyda bikin," Cerba got.

"Ew dê erkekî ne hêsan be, lê bi xebata me û yekîtiya me, em dê zora tehdiyan bibin û siberojeke guldar ji Mûsilê re ava bikin," wî got jî.

Roja Sêşemê, hêzên Iraqî kolanên Mûsilê ji tevahiya bermahiyên şer û gemarê paqij dikirin û dimaliştin.

"Hêzên artêşa Iraqî dest bi rakirina mînan, teqemeniyan û çekên ku DAIŞ li pey xwe hiştine kirin, herwiha hilandina otombîlên şewitî ji Bajarê Kevin û taxên din ên rojavayî û bakurî li Musilê kirin," peyvdarê Fermandariya Hêzên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Çalakvan û xwebexş dê ji tevahiya Iraqê tevlî me bibin di vî erkî de, ku weke cenga nûavakirina Musilê û vegerandina xelkê wê bo warên wan tê hejmartin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500