Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên çekdar li Helebê şer dikin û êrîşî hêzên Sûrî dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên milîseke alîgira rejîma Sûrî di kolanên Helebê re dimeşin. Pevçûn vê daawiyê di navbera milîsan û hêzên ewlekariya Sûriyê de li bajar destpê kirine [Dîmen ji rûpela Facebookê Televîzyona Heleb Today]

Endamên milîseke alîgira rejîma Sûrî di kolanên Helebê re dimeşin. Pevçûn vê daawiyê di navbera milîsan û hêzên ewlekariya Sûriyê de li bajar destpê kirine [Dîmen ji rûpela Facebookê Televîzyona Heleb Today]

Bajarê Helebê, yê ku meha Kanûna Yekem rejîma Sûrî ew vegerandibû, aniha lîstikgeh ji milîsên ku Îran piştgiriya wan dike ye, ku kontrola wan li ser taxên bajar bûye encama birakujî û heta êrîşên li ser hêzên Sûrî jî, çalakvanên xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Çalakvanê medyayî yê li Helebê Fêsel Ehmed got ku hîn alozî dijwar in piştî pevçûnên ku roja Şemiyê (8ê Tîrmehê) di navbera milîsên li herêma Şêx Taha li navenda bajar destpê kirin.

Milîseke bi navê Merdal tê naskirin û Hêzên Berevaniya Niştimanî ku milîseke alîgira hikûmetê ye fîşek avêtin hev piştî ku endamên wan nêzîkî dibistanekê li Şêx Tahayê ketin di şerê devokî de.

Hêzên ewlekariyê û hêzên istixbaratan ên hêzên asmanî bûne armanc ji fîşekên nîşangiran re gava wan hewl da ku êrîşî dibistanê bikin û hejmarekê ji endamên milîsa Merdel bigirin, ev yek mezin bû û bû pevçûnin yekser ku bi saetan berdewam kirin.

Êdî hêzên ewlekariyê ji herêmê vekişiyan

Ehmed ji Diyaruna re got ku rewşa ewlekarî li bajar ne ewqasî qayim e weke ku rejîm hewl dide ku bide xuyakirin.

Hêzên rejîma Sûrî bi awayekî fermî destê xwe danîn ser bajar lê bi rastî ew milîsên çekdar ên bi piştgiriya Îranê kontrola bajar dikin, ku li jêr rêveberiya Hêzên Berevaniya Niştîmanî kar dikin, wî got.

"Her milîseke ku herêmekê kontrol dike, ku paşê dibe giraveke ewlekarî cihê ku tenê qanûnên fermandarê wê milîsê werin bikaranîn" wî got.

Ehmed got ku rewş xirabtir bûye heta asta ku pevçûn bi awayekî rojane di navbera hêzên rejîmê û endamên milîsê de diqewimin.

Şertûmercên jiyanê yên xirab

"Bazirganên bajarê Helebê û herêmên derdora wê mecbûr dibin bacên ku ji aliyê rêxitinên çekdar û hêzên ewlekariyê ve li ser wan tên bidin," wî got.

Ew bi berdewamî rastî şantajkitinê tên daku pereyên parastinê bidin, wî anî ziman.

"Herwiha bac li ser wan kemyonên ku kelûpelan diguhêzin ji hundir û dervey bajar têne ferzkirin, vê yekê encam da ku bihayên tiştan bi awayekî zêde bilind bibin û bazirgan bi vî awayî hewl didin ku mêjerê ji wan tê xwestin bidest bixin," Ehmed got.

Herî kêm pênc kes birîndar bûn piştî ku niştecihan kombûneke nerazîbûnê lidar xistin daku li dijî van şertûmercan rabin.

"Ew ji alîyê milîsan û hêzên ewlekariyê ve hatibûn armancgirtin daku wan ji hev belav bikin," wî got.

Xalib Tehan, karmendekî hikûmetê yê xanenişîn ji bajarê Helebê, got ku ligel rewşa ewlekariyê, niştrcihên Helebê derdê kêmbûna xizmetên sereke dikişînin.

Av bi awayekî dijwar kêm e, lê elektîk bûye şêweyekî dewlemendiyê, wî ji Diyaruna re got.

Di heman demê de, "hinek herêmên ku berpirsyarên ewlekariyê û yên hikûmetê û fermandarên milîsan li wan dijîn tevahiya rojê ev xizmet ji wan re berdest in", wî anî ziman.

Tehan got ku hemû kolanên bajar dagirtî gilêş û gemar in.

"Ragihandina Hikûmetê [platformên wê] hewl dide daku sûretekî çewt ji rewşê re diyar bike di rêya kişandina sûretan û ragihandina nûçeyan tenê ji wan herêmên ku kesayetên xwedî bandor li wan dijîn," wî got.

"Niştecihên bajar bi ewlehiyê nahesin û keç û jin nikarin bi azadî bigerin ji ber ew gelek caran ji aliyê milîsan ve dihatin armancgirtin, heta di hin haletan de ew dihatin revandin," wî got.

Niştecih bi berdewamî ji hikûmetê dixwazin ku rewşa ewlekarî çareser bike, wî got, "lê ew tenê sozan wedigirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500