Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ala Iraqê li Diclayê bilind e, hêzên Iraqî jî şerê molgehên mayî yên DAIŞ li Mûsilê dikin

AFP û Diyaruna

Endamekî polîsê federal keçekê maç dike çaxê ku hêz li Bajarê Kevin yê Mûsilê ahengê dikin roja 9ê Tîrmehê piştî ragihandina hikûmetê ji "rizgarbûna" bajar re ji "Dewleta Îsalmî". [Fadil Sîna/AFP]

Endamekî polîsê federal keçekê maç dike çaxê ku hêz li Bajarê Kevin yê Mûsilê ahengê dikin roja 9ê Tîrmehê piştî ragihandina hikûmetê ji "rizgarbûna" bajar re ji "Dewleta Îsalmî". [Fadil Sîna/AFP]

Hêzên Iraqî roja Duşemê (10ê Tîrmehê) şer dikirin daku dawîn molgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) jinav bibin piştî ku serokwezîr serdana bajarê kavilbûyî kir daku pîrozbahiyê li hêzên ku serkeftin bidest anîn bike.

Dema ku tundrew li beşekî biçûk ji Bajarê Kevin yê Mûsilê dorpêçkirî ne, girîngîdan li ser erkê mezin ê nûkirina bajêr û alîkarîkirina sivîlan bû, û komên hewarçûnê jî hişyariyê didin ku hîna krîza mirovî li Iraqê bidawî nebûye.

Serokwezîr Heyder Ebadî roja Yekşemê serdana Mûsilê kir û şehnazî bi "qehremaniya hêzên şerker kir" piştî çend mehan ji şerên zehmet yên ku bûn sedem ku bajar di bin kavilan de bimîne.

Bajarê Kevin bi taybetî kavil bûye, û gelek avahî bi tenê konkrêt rût mane û paşmayî kolanan mişt dikin.

Endamên polîsê federal ê Iraqî ala niştîmanî li ber ba dikin piştî ku wan li Bajarê Kevin yê Mûsilê ahang kir. [Fadil Sîna /AFP]

Endamên polîsê federal ê Iraqî ala niştîmanî li ber ba dikin piştî ku wan li Bajarê Kevin yê Mûsilê ahang kir. [Fadil Sîna /AFP]

Wêneyek ku roja 9ê Tîrmehê hatiye girtin dîmenekî giştî yê wêraniya li Bajarê Kevin yê Mûsilê nîşan dide. Iraqê dê serkeftina dawîn piştî şerê neh mehan ji bo vegerandina Mûsilê ji "Dewleta Îsalmî" rabighîne, dema ku pîrozbahî di nav hêzên polîs de li bajêr bi awayekî berfireh dihatin lidarxistin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Wêneyek ku roja 9ê Tîrmehê hatiye girtin dîmenekî giştî yê wêraniya li Bajarê Kevin yê Mûsilê nîşan dide. Iraqê dê serkeftina dawîn piştî şerê neh mehan ji bo vegerandina Mûsilê ji "Dewleta Îsalmî" rabighîne, dema ku pîrozbahî di nav hêzên polîs de li bajêr bi awayekî berfireh dihatin lidarxistin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Bi gihiştina wî bo bajar, bîroya Ebadî got ku wî serdana Mûsila "rizgarbûyî" dikir daku hêzan li ser "serkeftina mezin" pîroz bike.

Piştre serokwezîr got ku "serkeftin misoger e", ew pêbend bû ku ragihandineke fermî îlan bike "ji ber rêzgirtin û bilindnirxandina me ... ji hêzên me re, yên ku hîna jî operasyonên paqijkirinê didomînin".

Fermandarên bilind roja Duşemê gotin ku hêzên Iraqî şerên "giran" li dijî paşmahiyên DAIŞ li dar dixin,lê belê dawîhatina şer nêzîk e.

Hêzên Iraqî ala Iraqê li ser giravên Diclayê bilind kirin, Fermandarê Operasyonên Nînewayê emîd Ebdul Emîr Yaralah ji Diyaruna re got.

"Em ji gelê Iraqê re dibêjin ku gencî li hember xirabiyê li Mûsilê biser ket," wî got.

"Hîna hinek molgehên terorîstên ku di xaniyan de xwe diveşêrin hene, û aniha em hewl didin ku wan jî kontrol bikin beriya ku em bi fermî rizgarkirina Mûsilê û dawîhatina operasyonên serbazî rabighînin," wî got.

Aniha hêzên Iraqî operasyonên lêgerînê lidar dixin û şêniyan ewle dikin û alîkariyê ji wan re peyda dikin, wî got.

Ferîq Samî Aridî, yê ku yek ji efserên Ajansa Dijî-Terorê ye, got ku tundrew li Bajarê Kevin li rûbereke 200 bi 100 metrî dopêçkirî mane.

"Ew qebûl nakin xwe radest bikin," Aridî ji AFP re got.

Lê "operasyon di qonaxên xwe yên dawîn de ne", wî got, û "dixuye ku ew (şer) dê îroj bi dawî bibe".

Sivîl asê mane

Aridî got ku agahiyên hêzên wî hene ku hîna dora 3,000 ta bi 4,000 medenî li deverê mane lê ew yek ji jêderekî bêalî nehate piştrastkirin.

Bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî, hêzên Iraqî Cotmehê pêngava rizgarkirina Mûsilê destpê kirin, bajarê ku tundrewan ew di êrîşa nîva-2014an de kontrol kir û vê yekê hişt ku ew beşinan ji Iraq û Sûriyê kontrol bikin.

Artêşê, polîs û hêzên taybet, bi piştevaniya êrîşên asmanî, meha Kanûna Duyem beşê rojhilatî yê bajar kontrol kirin û meha piştre cenga kontrolkirina başê rojavayî destpê kirin.

Şer zehmetir bû dema ku hêzên ewlekariyê derbasî Bajarê Kevin bûn, yê bi himbiz nişînbûyî, ku dikeve aliyê rojavayî yê Çemê Diclayê, yê ku bajar dike du parçe, û piştre şer kolan bi kolan destpê kir.

Buhayê serkeftinê giran e: gelek ji Mûsilê di nava kavilan de maye, bi hezaran mirî û birîndar hene, û bêtirî nîvê xelkê bajêr neçar man ku malên xwe li pişt xwe bihêlin.

NY got ku 920,000 kes ji malên xwe reviyane di heyama şerê Mûsilê de, û dema ku hinek vegeriyan ser warên xwe hîna jî piranî bêwar in.

"Pir tiştek baş e ku pêngava serbazî li Mûsilê ber bi dawî ve dibe. Lê dibe ku şer bi dawî bibe," Lise Grande, Kordînatora NY li Iraqê, di daxuyaniyekê de got.

Ajansa penaberan a NY roja Duşemê got ku dibe ku çend meh pêwîst bin beriya ku xelk bikaribin vegerin malên xwe.

"Diyar e ku bi hezarên xelkê çend mehên werê dê bêwar bimînin," UNHCR di Daxuyaniyekê de got.

"Tu cih tune ku vegerinê"

"Gelek cih tune ye ku vegerinê ji ber wêraniya dijwar a ku şer durist kir, û xizmetguzariyên bingehîn ên girîng mîna av, kehreba, û jêrxaneyên din, di nav de dibistan û nexweşxane, bi hewcedarê dubare avakirinê yan jî çekirinê ne," daxuyaniyê got.

Bîst û heşt komên hewarçûnê li Iraqê daxuyaniyek derxistin û banga piştgiriya navdewletî ji xebatên dubare avakirinê kirin û kerbidest hişyar kirin ku zorê li xelkê nekin bo vagerê.

"Nebûna ewlehiyê; peydanebûna xizmetguzariyên bingehîn; hewapîsbûyîna ji ber teqemeniyan; wêranbûna xaniyan, karan û binasaziyên giştî -- di nav de dibistan û nexweşxane-- tev dibin berbest li ber vegerê," daxuyaniya ku îmzeya komên weke Encumana Penaberan a Nerwicî, Oxfam û Rêxistina Parastina Zarokan li jêr bû, got.

Daxuyaniyê herwiha tirsên Iraqiyên ku hîna li deverên li jêr kontrola DAIŞ dijîn anîn pêş, di nav de bajarokên Telafer û Hawîca li bakurê welat, û herwiha deverên rojavayî yên parêzgeha Enbarê.

"Li dor êrîşên çaverêkirî yên Hawîca, Telafer û rojavayê Enbarê, ku hîna dora 150,000 sivîl li wir asê mane, girîng e ku me wane ji êrîşên berê wergirtibe," komên hewarçûnê gotin, û bang kirin ku divê berîtî ji alîkariyê û selametiyê re be.

Fransa, Brîtanya û Îmaratê Yekşemê hêzên Iraqî silav kirin, YE got ku ew "qonaxeke yekalîker di kampanyaya nehiştina terorê li beşên Iraqê de ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500