Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çar zarokên Êzîdî ji DAIŞ li Iraqê hatin azadkirin

Xalid Ta'î

Du keçikên Êzîdî, Dalya û Semer, ji alîyê hêzên Îraqî li rojavayê Mûsilê di 6ê Tîrmehê de ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin azadkirin [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Du keçikên Êzîdî, Dalya û Semer, ji alîyê hêzên Îraqî li rojavayê Mûsilê di 6ê Tîrmehê de ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin azadkirin [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Îraqê çar zarokên Êzîdî yên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve berî sê salan hatibûn revandin vegerandin, berpirsyarên Îraqî roja Înê (7ê Tîrmehê) gotin.

"Du zarokên Êzîdî -- kurikekî deh salî û keçikeke şazdeh salî -- ji DAIŞ hatine azadkirin," ofîsa Kar û barên Êzîdîyên Revandî li parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê got.

Herdu zarok ji alîyê çekdarên DAIŞ li bakurê Sûriyê hatibûn revandin, serokê ofîsê Hisên Qaîdî ji Diyaruna re got.

"Me îro ew wergirtin û em dê wan bidin dest malbatên wan," wî got, lê belê wî tu hûragahî derbarê operesyonê de diyar nekirin, wî nîşan da ku hewcedarî bi nependîtîyê heye daku derfetê bidin û Êzîdîyên revandî yên din vegerînin.

"Herdu zarok di rewşeke xerab de bûn, ji ber wan dora sê salan li jêr çavdêrîya terorîstan qedand," wî got.

Gelek caran ew bi jin û zarokên din re ji cihekî heta cihekî din hatine guhestin weke beşekî ji operesyonên DAIŞ derbarê bazirganîya mirovan de, Qaîdî got.

Ofîsa Kar û barên Êzîdîyên Revandî 250 jin û zarokên Êzîdî ji DAIŞ li Mûsilê azad kirine ji gava ku êrîşa rigarkirinê di 17ê Cotmeha 2016an de dest pê kiriye.

"Di heman demê de, hêzên Îraqî 20 jin û zarokên din ji DAIŞ li deverên cuda li Mûsilê rizgar kirin," Qaîdî got, wî anî ziman ku ofîsa wî ew ji dest hêzên Îraqî wergirtin û dane dest malbatên wan.

Du keçik li rojavayê Mûsilê hatin azadkirin

Wezareta Berevanîyê ya Îraqî roja Pêncşemê (6ê Tîrmehê) got ku Îstixbaratên Giştî û Birêveberîya Ewlekarîyê li Nînewayê du keçikên Êzîdî li rojavayê Mûsilê azad kirin û ew gihandin malbatên wan.

"Rizgarkirina herdu keçikan, Dalya û Semer , piştî keda bêtirî du mehan bi jêderên Mûsilê re hat," wezaretê di daxuyanîyekê de got, wê tekez kir ku tekoşîn dê berdewam bin daku ew kesên ji alîyê DAIŞ ve hatine revandin weriin azadkirin.

"Agahîyên me nîşan didin ku hejmara Êzîdîyên ku ji Cotmeha 2014an ve hatine azadkirin gihaye 3,050î ," Qaîdî got.

Lê belê, dora bêtirî 3,300î -- piranîya wan jin û zarok in -- revandî mane, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500