Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ zorê li zilamên Dêrazorê dike ku şer li eniyên pêşîn kar bikin

Welîd Ebul-Xêr li Qahîrayê

Zor li xwedîyên firoşgehan li bajarê Meyadînê yê Sûrî hatibû kirin ku kîsên qûmê deynin pêşîya firoşgehên xwe daku parastinê ji çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re li dijî êrîşên asmanî dabîn bikin. [Dimen ji rûpela Facebookê dimenên Feratê hatiye wergirtin]

Zor li xwedîyên firoşgehan li bajarê Meyadînê yê Sûrî hatibû kirin ku kîsên qûmê deynin pêşîya firoşgehên xwe daku parastinê ji çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re li dijî êrîşên asmanî dabîn bikin. [Dimen ji rûpela Facebookê dimenên Feratê hatiye wergirtin]

Ji bo endamên xwe ji êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê biparêze, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi zorê xortên ciwan li herêma Dêrazorê tecnîd dike daku erkên karê dijwar li seranserê sengerên şer pêk bînin, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Zilaman dibin sengerên pêşîn li bajarê Dêrazorê û deverên gundewarî yên li jêr kontrola rêxistinê, cihê ku bi darêzorê ew xendekan dikolin, berbestên ji kîsên qûmê ava dikin, radihêjin aparatan û hin karên din bi belaş dikin.

Cemîl Ebid çalakvaneke bi kampanyaya ragihandinê ya Dêrazor Dişewite, ji Diyaruna re got ku endamên DAIŞ dest pê kirin xortên kêmî 40 salî li Dêrazorê û bajarokên derdora wê weke Meyadin û Bokemalê ji destpêka Remezanê ve digirin.

"Ew veguhestine sengerên pêşîn cihê ku şer lê berdewam e li dijî rêjîm û hêzên dijî DAIŞ yên bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî," Ebid got, yê ku karê wî bi awayekî demkî ji ber zexta rêjîm û DAIŞ hatiye hilawestin, herdu hêzên ku li herêmê çalak in.

Zor li xortên ciwan tê ku erkên karê giran pêk bînin, di nav de kolandina xendekan û avakirina berbestan, li jêr şert û mercên xeternak, ji ber ku endamên DAIŞ xwe vedişêrin, wî got.

"Vê yekê hişt ku zilamên herêmê tevgera xwe kêm bikin ji ber ew ditirsin ku werin girtin, bi taybet ji ber gelek ji wan nanderên malbatên xwe ne," Ebid got.

Ew cesaret dikin û derdikevin derve tenê dema ku pêwîst be, wî anî ziman, ew hewl didin ku dûrî çavên endamên DAIŞ bimînin.

Ebid got bihaneya standerd a ku endamên DAIŞ bikar tînin daku çalakîyên xwe bersiv bide ew e ku xortên ciwan di şerê dijî "Kafiran" de beşdar dibin.

"Ew guh nadin jîyana xortan, rewşa wan ya diravî yan çi dê bi malbatên wan were eger ew kar nekin ji ber ku ew dûr in yan eger ew werin kuştin yan birîndarkirin" wî got.

DAIŞ di rewşeke kelgermîyê de ye

DAIŞ tedbîrin din li herêmê kirine daku çekdarên xwe li dijî êrîşên asmanî û fîşekên nîşangiran biparêze, Ebid got, di nav de ew zorê li xwedîyên firoşgehan li Meyadînê dikin daku kîsên qûmê deynin pêşîya firoşgehên xwe li jêr bihaneya ku ew wan ji bombebarankirinê diparêzin.

"Rastî ew e ku rêxistin bajar bi tevayî asê dike û wî dike asêgeh ji bo eger şer giha wê derê," wî got.

Herweha DAIŞ avahîyên bilind û xezanên avê li derdora bajarên Dêrazor, Meyadîn û Bokemalê bombebaran kirin daku nehêle ew weke cih ji nîşangiran re werin bikaranîn, wî anî ziman.

Ji gava ku zext li DAIŞ hat li Mûsilê li Îraqê, "rewş li [Dêrezorê] nema weke berê ye", Ebid got.

"Endamê DAIŞ bi berdewamî endîşe bûne," wî got, vê yekê bandor bi awayekî mezin li niştecîyan kiriye, bi taybetî yên ku ji herêmê direvin û tevger jî di hundirê bajar de hema hema ne gengaz e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500