Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê êrîşî DAIŞ, û alîgirên wê li gundewarên Deraa dikin

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîra

Endamên hêzên Artêşa Azad a Sûriyê di operasyona "Fetih el-Fitûh" de beşdar in dijî "Dewleta Islamî" û alîgirên wê di wêneyekê de diyar in beriya ku di 5ê Tîrmehê de herin şer bikin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Endamên hêzên Artêşa Azad a Sûriyê di operasyona "Fetih el-Fitûh" de beşdar in dijî "Dewleta Islamî" û alîgirên wê di wêneyekê de diyar in beriya ku di 5ê Tîrmehê de herin şer bikin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê yên ku li eniya başûrî şer dikin odeyeke operasyonên yekbûyî pêk anîn û şerê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) û alîgirên wê li gundewarên parêzgeha Deraa dikin.

Armanca "Odeya Operasyonên Hêla Yekbûyî" ya nû rizgarkirina teşta Yermûk û gundewarên devera Deraa ye, Yasir Turkmanî, efserekî hêzên Lîwa Tewhîd Ketaib Horan yê ku di operasyona berdewam beşdar e, got.

Hêzên beşdar pevçûna "Fetih el-Fitûh" pêk anîn bi armanca jinavbirina hebûna DAIŞ li deverê, ligelCeyş Xalid ibin Welîd, girûpek ku soz daye wê, wî ji Diyaruna re got.

Operasyon bi taybetî teşta Yermûk, li rojavayê bajarê Deraa, bajarokê Edwan, bakûrê Deraa, çeperekî serbazî yê ku carek ê Artêşa Sûrî bû, ku bi Yekîneya Serbazî MD tê naskirin, dike hedef, wî got.

Guleyên yekem ên operasyona "Fetih el-Fitûh" ên dijî DAIŞ û alîgirên wê di 5ê Tîrmehê de li gundewarên Deraa hatin avêtin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Guleyên yekem ên operasyona "Fetih el-Fitûh" ên dijî DAIŞ û alîgirên wê di 5ê Tîrmehê de li gundewarên Deraa hatin avêtin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ên ku beşdarî operasyona dijî DAIŞ û alîgirên wê "Fetih el-Fitûh" li gundewarên Deraa kom dibin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ên ku beşdarî operasyona dijî DAIŞ û alîgirên wê "Fetih el-Fitûh" li gundewarên Deraa kom dibin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Qonaxa duyem ji operasyonê dê rizarkirina deverên ku Ceyş Xalid ibin Welîd dest li ser daniye be piştî ku soz dan DAIŞ, di nav de: Sehim, Tasil û Tel Cumû, bike armanc, wî got jî.

Êrîşa serbazî li dar e

Odeya operasyonan di destpêka Tîrmehê de pêk hat, Turkmanî got, û operasyonên serbazî di berbanga 5ê Tîrmehê de bi êrîşekê li ser bajarokên Cilên û Sehim û Yekîneya Serbazî MD dest pê kirin.

"Cilên yek ji asêgehên sereke yên Ceyş Xalid ibn Welîd e, ji ber ku baregehên fermadariya girûpê li wir e," wî bal kişand.

Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê yên ku beşdarî pevçûnê ne ev in: Ceyş el-Sewra, Ceyş Tehaluf el-Cenûb û Encumena Serbazî Newa li xwe digirin, wî got.

"Her yek ji yekîneyên beşdar hejmareke mezin ji desteyên bicûk û lîwayan pêk tê, ku hewil didin li jêr yek fermandarî li hev bigrin," wî got jî.

"Ew bi awayeke berfih di vê yekê de serkeftin û fermandari aniha di van sê koman de bi cih bûye," Turkmanî got.

"Dema guncan" ji bo jinavbirina DAIŞ

Turkmanî got ku di rojên bê de, dê li gundewarê Deraa hewldanên lipeyhev hebin ji bo jinavbirina her hebûneke DAIŞ û hevalbendên wê, ku hejmareke mezin ji cih û bajarokên stratejîk kontrol dike, di nav de gundên Cemla, Abidîn û Kûweya.

DAIŞ û hevalbendên wê Qisêr jî kontrol dikin, ku nêzîkî Urdunê ye, wî got, û bajarokê Heyt, yê ku wan ew bo demekê dorpêç dikir.

"Ceyş Xalid ibin Welîd li ser erdê ji aliyê emîrên DAIŞ ve yên ku hatin deverê daku serperiştiya amadekarî û rêveçûna şerên wê bikin tê rêvebirin," wî anî ziman.

"Ev e dema guncan ji bo jinavbirina DAIŞ û hevalbendên wê li herêmê li gorî şerên ku li dijî rêxistinê li Reqa tê kirin," Turkmanî got.

Herwiha, wî anî ziman, Ceyş Xalid ibin Welîd fermandarê xwe yên bilind, Ebû Mihemed Meqdisî, ligel hejmarek ji fermandarên rêza yekem berî du mehan di êrîşekê de li ser bajarokê Şecra ji dest da.

Rêxistinê piştre fermandarê xwe yê nû, Mihemed Refaat Rîfayî, û girûpeke din ji fermandaran li bajarokê Cilîn ji dest da, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500