Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rêxistinên Enbarê xebatên têkbirina îdîoljîya DAIŞ encam didin

Sêf Ehmed li Enbarê

Zarok li ser erdê li navendeke kêfê li kampeke bêwaran a bi navê Kîlo-18 li rojavayê Enbarê rûdinin, cihê ku rêxistinên civaka sivîl xebatên bidawîanîna hemû şopên îdîolojîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) encam didin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Rêxistinên civaka sivîl li Enbarê kar dikirin daku malbatên rastî îdîolojîya çewt a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn ji nû ve ehliyet bikin ji ber ku rêxistinê kontrola beşekî mezin ji parêzgehê dikir.

DAIŞ gelek deverên gundewarî û rojavayê li parêzgehê di sala 2014an de xistin jêr kontrola xwe, wê kontrola xwe li ser erdê bikar tanî daku îdîolojîya xwe ya tundrew belav bike, endamekî komîteya ewlekarîyê di encmena parêzgeha Enbarê de Racih Berekat Eyfan got.

Di hewldanekê de daku ziyanê betal bike, komîteya rêxistinên sivîl a encumenê bi komîteya perwerde û polîs re kar dikir daku asta hişyarbûnê derbarê çewtbûna îdîolojîya DAIŞ zêde bikin, wî ji Diyaruna re got.

Rêxistinan bi malbatên ku li kampên bêwaran dijîn re kar dikin, malbatên ku rastî îdîolojîya rêxistinê hatin daku çîroka rêxistinê ya şaş eşkere bikin, ya bawer dike ku xwînrijî û serjêkirinê rewabar in, wî got.

Dayikek serê zaroka xwe li dervey kon li kampa Kîlo-18 a bêwaran li rojavayê Enbarê dişo, cihê ku rêxistinên civaka sivîl dixebitin daku li dijî mejîşûştina ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rabe. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Xortên ciwan konek li kampa Kîlo1-8 li rojavayê Enbarê vedidin, cihê ku rêxistinên civaka sivîl dixebitin daku misoger bikin ku tu kes nema îdîolojîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) digire. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Rêxistinên civaka sivîl bi zarokan re li Amiriya Felûcayê kar dikin daku misoger bikin ku ew nebin qurbanên îdîolojîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) . [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Rêxistinên civaka sivîl bi zarokan re li Amiriya Felûcayê kar dikin daku misoger bikin ku ew nebin qurbanên îdîolojîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) . [Sêf Ehmed/Diyaruna]

"Herwiha rêxistinên sivîl û çalakvanan serdanan ji bo malbatên ku vegerihane deverên xwe yên rizgarkirî organîze kirin daku metirsîya îdîolojîya DAIŞ ji wan re şîrove bikin," wî got.

Niştecîyên gundan û xortên neperwerdekirî ew in ên dibe ku bi awayekî taybet bikevin jêr metirsîya bandora fetwayên rêxistinê yên şaş, wî got.

"Kampanya ji alîyê xwebexşan û rêxistinên xêrkar ve dest pê kiriye daku malbatên ku derdê zordarîya DAIŞ bi salan kişandine hîn bike û wan ji nû ve ehlîyet bike," Parêzgarê Felûca ji Diyaruna re got.

Ew dê giranîyê bide malbatên ku kurên wan tev li rêxistinê bûbûn, ji ber bêtir bandora îdîolojîya tundrew li wan hebû, wî got.

"Di vê pêngavê de hewcedarî heye ew malbatên ku li jêr kontrola DAIŞê jîyan û mejîyên wan bi ramanên xeternak hatibûn şûştin ji nû ve ehlîyet bikin," Sayir got.

Gihiştina zarokan

"Kampanya ku em bi kesî û koman li deverên rizgarkirî li Enbarê û kampên Xalidîyê ,Hebanîyê, Emerîyata Felûca û Bzebiz cîbicî dikin, komên ji hemû temenan dikin armanc," Hamid Dulêmî, xêrxwazeke ji Remadî, got.

Zarok ew in ên kartêkirinbar ji îdîolojîya DAIŞ re, wî ji Diyaruna re got, ji ber rêxistinê dibistan li Felûca, Remadî, Hît, Kubeysa û Kermayê vekiribûn, yên ku di rêya wan re wê îdîolojîya xwe ya tundrew belav kir," wî got.

"Endamên DAIŞ hewl dan ku mejîyê zarokan bişon û wan ji operesyonên xwe yên terorîst re tejnîd bikin, ji ber vê yekê pêwîstî heye ku ew yekser werin ehlîyetkirin," wî got.

Derûnzan û pisporên civakî amade ne ku ew kesên bandora îdîolojîya rêxistinê li wan bûye bide naskirin û alîkarîyê bi wan re bike, Dulêmî got.

"Tekûşînên me qezenc-nexwaz in, em hêvîdar in em malbatên ku bi rastîyên xîs hatine bandorkirin ji nû ve ehlîyet bikin û em xwezayîya rêxistinê ya rast pêşkêşî wan bikin," Eyser Xlifewî Ji Rêxistina Nifşên Pêşerojê li Remadîyê, got.

"Kampanya berdewam e, li ew bi bi hewcedarî piştgirîya hikûmetê û ya nanavdewletî ye, ji ber gelek malbat hîn li jêr kontrola rêxistinê ne li Qaim, Rewa,û Anah li rojavayê Enbarê," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500