Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bazirganiya madeyên hişbir li beşine Libnanê yên li jêr desthilata Hizbula berbelav e

Tamir Ebû Zêd li Beyrûtê

Dîmeneke giştî ji Hirmil li Newala Biqaa. Bazirganiya Kaptagonê bi piranî ji aliyê bazirganên li deverên ku hebûneke xurt a Hizbula li wan heye tê kirin. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Dîmeneke giştî ji Hirmil li Newala Biqaa. Bazirganiya Kaptagonê bi piranî ji aliyê bazirganên li deverên ku hebûneke xurt a Hizbula li wan heye tê kirin. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Hêzên Libnanî dûvçûna bazirganên madeyên hişbir li Newala Biqaa û gundewarên başûrî yên Beyrûtê zêde kirine, ew deverên ku hebûneke xurt a Hizbula heye, weke bersivekê ji giliyên derbarê belavbûna hebên Kaptagon.

Artêşa Libnanî 17ê Hezîranê avête ser navçeya Remil Alî li başûrê Beyrûtê, Samir Munzir kuştin û Mehmûd Zirêq birîndar kirin, ku herdu daxwazkirî bûn ji ber pêwendiya wan bi tawanên bazirganiya madeyên hişbir.

Artêşê got ku wê dest danî ser çek, teqemenî û madeyên hişbir ên ku di destê wan kesan de bûn.

Bazirganiya madeyên hişbir bûye pirsgirêkeke mezin ji gundewarên başûrî yên Beyrûtê re, endamê Encumena Îslamî ya Şîe ya Bilind Şêx Ebas Zixêb îsal berî niha gotibû.

"Pirsgirêkeke mezin heye ku rojane xirabtir dibe li gundewarê başûrî bi giştî û navçeya Hey Selûm bi taybetî, ew jî bazirganiya madeyên hişbir e, ku êdî li kolanan tê kirin," wî got.

Di destpêka Sibatê de, belavok li başûrê Beyrûtê ji aliyê girûpeke ku navê "Lîwaya Mezlûman" li xwe dike hatin belavkirin, ku kesên ku feydeyê ji madeyên hişbir dibînin ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nebaştir in.

"Hûn in ewên xelkê me ditirsînin û dibizdînin û tirsê dixin dilê zarok, jin û bitemenên me, û divê sizaya herî tund werbigrin," belavokê got.

Kaptagon bi berfirehî tê bikaranîn

Hizbula, Eniya Nusra ya berê û DAIŞ lîstikvanên sereke ne di çêkirin û bazirganiya Kaptagonê û madeyên hişbir ên neyasayî yên din, Riyad Tewq, rojnamevanê lêkolînan ku pirsên ewlehî rûmal dike, got.

"Di dawiya 2012an û destpêka 2013an de, DAIŞ û Eniya Nusra pişta xwe bi firoştina petrola xav girê didan weke çavkaniya sereke ji bo operasyonên wan," wî Al-Mashareq re got.

Wan berê xwe da çêkirina Kaptagonê piştî ku hêzên hevpeymaniyê jêrxane û karwanên petrolê kirin armanc û ev çavkaniya dahatê zuha bû, wî got.

"Çêkirina Kaptagonê ne hewceyî hewlên derasayî ye" û berhemanîna wê ne biha ye, Tewq got.

"Ev girûpên terorîst Kaptagonê çêdikin ne tenê ji bo feydeyê û bazirganiya li welatên Kendavê, ku her hebek navbera $10 û $20 tê firoştin, lê herwiha ji bo bikaranîna wê ji aliyê hinekan ji wan ve weke hişyarkerekî seksî," wî got.

Ev madeya hişbir, ku beşek ji madeyên çalaker e, dibe sedema hesteke xweşiyê û dihêle ku bikarhêner bo demên dirêj şiyar be, ku ev yek dihêle ku li ba çekdaran naskirî be, wî got

Bazirganiya di destê Hizbula de

Berpirsên gumrikî yên Fransa roja 30ê Gulanê gotin ku wan îsal dest danî ser 135 kîlogramên Kaptagonê li Balafirgeha Karles de Gaulle, AFP ragihand.

"Ev cara yekem e ku ev made li Fransa tê desteserkirin," ajansa gumrikê di daxuyaniyekê de got, anî ziman ku ev heb bi taybetî li Rojhilata Navîn tê bikaranîn.

Berpirsên gumrikê li balafirgeha Parîsê herwiha 350,000 hebên Kaptagonê ku giraniya wan 70 kîlogram bûn di 4ê Kanûna Yekem de dîtin, ku di nav kelûpelên bazirganî yên hinardekirî ji Libnanî bo Komara Çîk weke ku xuya dikir veşartî bûn.

Baziraniya Kaptagonê bêtir ji aliyê bazirganên li herêmên Bealbak û Hirmil ên li jêr desthilata Hizbula tê kirin.

"Bi wayekî sereke bazirganên madeyên hişbir bazirganiya Kaptagonê jî dikin," wî got. "Tenê ew dikarin kargehên Kaptagonê peyda bikin û torên qaçaxiyê nas dikin."

Bazirganên çalak ên girêdayî Hizbula di salên borî de li çend welatan bi tometên bazirganiya madeyên hişbir hatin girtin, toreke çêkirina dahatê ya mezin ku pereyan ji hizbê re peyda dike eşkere kirin.

Raportên ku bi hûrî behsa van operasyonan dikin, ku bêtir ji welatekê lixwe digrin, eşkere dikin ku partiya ku Îran piştgiriya wê dike bi milyonên dolarên ji bazirganiya madeyên hişbir ên neyasayî bikar anîne ji bo kirrîna çekan daku piştgiriya çalakiyên xwe li Sûriyê bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500