Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bi dehên çekdarên DAIŞ li Bajarê Kevn ê Mûsilê teslîm bûn

Xalid Taî

Erebeyên Humvee yên Ajansa Dijî-Terorê ya Iraqî ber bi Mizgefta Mezin a Nûrî li Bajarê Kevn ê Mûsilê di 29ê Hezîranê de pêş dikevin, di dema operasyona berdewam ji aliyê hêzên Iraqî ve ji bo kontrolkirina dawîn navçeya di destê "Dewleta Îslamî" de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Erebeyên Humvee yên Ajansa Dijî-Terorê ya Iraqî ber bi Mizgefta Mezin a Nûrî li Bajarê Kevn ê Mûsilê di 29ê Hezîranê de pêş dikevin, di dema operasyona berdewam ji aliyê hêzên Iraqî ve ji bo kontrolkirina dawîn navçeya di destê "Dewleta Îslamî" de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Bi dehên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku xwe li Bajarê Kevn ê Mûsilê asê kiribûn çekên xwe danîn û xwe radestî hêzên Iraqî kirin, Wezareta Berevaniyê roja Pêncşemê (29ê Hezîranê) got.

Hevdem, hêzên Iraqî roja Înê pêşketina xwe di nav taxê de -- ku beşekî biçûk e ku di destê DAIŞ de maye -- berdewam kirin.

"Di çend rojên bê de, em dê serkeftina dawî li ser DAIŞ rabigihînin," fermandarê bilind ê Ajansa Dijî-Terorê ferîq rukin Ebdulxenî Esedî li Mûsilê ji AFP re got.

Esedî texmîn kir ku navbera 200 û 300 çekdarên DAIŞ li bajar mane, ku piraniya wan endamên biyanî ne.

Endamekî Ajansa Dijî-Terorê ya Iraqî di nav kavil û dîwarekî wêranbûyî yê avahiyeke têkçûyî re dimeşe di dema pêşketina ber bi Mizgefta Mezin a Nûrî li Bajarê Kevn ê Mûsilê di 29ê Hezîranê de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamekî Ajansa Dijî-Terorê ya Iraqî di nav kavil û dîwarekî wêranbûyî yê avahiyeke têkçûyî re dimeşe di dema pêşketina ber bi Mizgefta Mezin a Nûrî li Bajarê Kevn ê Mûsilê di 29ê Hezîranê de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî dengvederkên li ser erebeyên Humvee bikar tînin daku bang li çekdarên "Dewleta Îslamî" yên ku hîn li Bajarê Kevn xwe asê kirine ku teslîm bibin. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê hatiye]

Hêzên Iraqî dengvederkên li ser erebeyên Humvee bikar tînin daku bang li çekdarên "Dewleta Îslamî" yên ku hîn li Bajarê Kevn xwe asê kirine ku teslîm bibin. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê hatiye]

"Gelek çekdarên xwe xwe radestî hêzên ewlekarî kirine ji destpêka operasyona rizgarkirina Bajarê Kevn di 18ê Hezîranê de," rêveberê ragihandina wezareta berevaniyê emîd Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re got.

"Bi dehên çekdarên ku li taxên kevn şer dikirin çekên xwe danîn û xweradest kirin," wî got jî. "Çar endaman di roja yekem a êrîşê de xweradest kirin û rojane ev hejmar zêde dibe."

"Çekdarên ku xweradest kirîn bavekî 12 zarokan, ku hemû bi DAIŞ re şer dikin, û xortekî 19 salî yê ku dayika wî ew radestî hêzên ewlekarî kir, dayika ku got ku wî dixwest xwe radest bike lê li ser çarenivîsa xwe ditirsiya , li xwe girtin."

"Ev xweradestkirin a yekem ji vî cureyî ye, ji ber ku me texmîn nedikir ku ev çekdar wisa bi hêsanî xweradest bikin," Xefacî got.

Hevpeymaniya navdewletî herwiha got ku dawiya şerê Mûsilê nêzîkî bûye, AFP ragihand.

"Ez nikarim demnameyekê ji wan re deynim, lê ez dibînim ku meseleya rojan e bêtirî ku ya hefteyekê yan çend hefteyan be," berdevkê hevpeymaniyê Col. Ryan Dillon got.

Wî pensê "jêhatbûn û îradeya" hêzên Iraqî da û got ku piştgiriya hevpeymaniyê dê alîkariyê di bidestxistina "rizgarbûneke nêzîk" de bike.

Tektîkên derûnî bibandor bûn

Tektîkên medyayî û yên derûnî ji bo derxistina çekdarên DAIŞ û handana wan ku xweradest bikin, ku li kêleka operasyonên serbazî yên meydanî dihatin pêkanîn, fakterekî sereke ne di handana wan ku xweradest bikin, Xefacî got.

"Dema me êrîşî Bajarê Kevn kir, me tişteke nû di stratejiya xwe ya serbazî de weke beşekî ji şerê derûnî bikar anî, ew jî bikaranînadengvederkan li dirêjahiya hêla temasa bi dijmin re," wî got.

Hêzên Iraqî herwiha nêzîkî 500,000 belavok li ser bajar avêtin.

Van nameyan bang li çekdarên DAIŞ û kesên ku ji aliyê rêxistinê ve hatine xapandin kirin ku xweradest bikin, soz dan ku ziyanê negihînin wan û rastî darizandineke dadperwer li gorî qanûnê werin.

"Endamên xweradestkirî rastî mameleyeke baş tên" Xefacî got. "Me ji wan re tekez kir ku dê rastî darizandineke dadperwer li gorî qanûnê werin. Hevdem, wan ji me re got ku em ji girêdana bi DAIŞ ve poşman bûne, û ku ew hatibûn xapandin û vegeriyane ser hişê xwe."

"Wan agahiyên girîng dane hêzên ewlekarî derbarê şanên veşartî û veşargehên DAIŞ ku dê alîkariyê bikin di pûçkirina gelek êrîşên ku sivîlan dikin armanc de," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Nalet li DAIŞ a Wehabî be ya ku wêneyeke kirêt ji Islama xweşik re wêne kir. Naleteke bêdawî li wan be.

BERSIV BIDE