Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bexdadî serneket di komkirina çekdarên DAIŞ de li Reqa

Welîd Ebûl Xêr li Qahirayê

Nerîneke giştî deverên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Reqayê dide xuyakirin roja 27ê Hezîranê li taxa Dareyayê li ser sînorên bajar ên rojavayî piştî ku dever ji alîyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate dorpêçkirin.[Delîl Silêman/AFP]

Nerîneke giştî deverên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Reqayê dide xuyakirin roja 27ê Hezîranê li taxa Dareyayê li ser sînorên bajar ên rojavayî piştî ku dever ji alîyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate dorpêçkirin.[Delîl Silêman/AFP]

Birêveberê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî nema dikare çekdaran bide hev, pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Kampanya rêxistinê "Lebû Nidaa" (bersiva banga erkê bikin), ya ku pê bang kirin li gundewarên Reqa û Dêrezorê da xortan han bidin ku di nav refên wê de li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şer bikin, kesekî guh nedayê, wî got.

Kampanya ku ji banga Bexdadî ji çekdaran re hatiye sirîştkirin da berê xwe bidin Reqayê, daku herin "bervanîya eda xilafetê bikin", ew kampanya têkçû, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov di raporta 9ê Hezîranê de got.

Tevî ku belavok bi berferhî belav bûn û weşandina li mizgeftan ya ku peyamên wan reklam dikirin, kêm niştecîyên deverê guh dan wan.

Ew ne tiştekî surprîz bû, rojnamevanekî Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got, "ji ber ku rastîya rêxistinê û angaştinên wê ku ew dê dewleteke Îslamî damezrîne hatine kifşkirin".

Nûçe li ser stemkarîya rêxistinê li dijî sivîlan di her malê de belav bûn, wî got û ew kesên ku di dema bûrî de qebûl nekirin ku tev li DAIŞ bibin -- tevî zextên wê -- tu carî nemumkin e ku niha tev li wan bibin.

"Rizgarbûna ji hukmê DAIŞ li Sûrîyeyê tenê mesela demê ye, ji ber erda li jêr kontrola rêxistinê kêm bûye û tenê beşekî teng e," el Ebdulah got.

Li gor şert û mercên aniha, wî got, banga Bexdadî ji sivîlan re daku herin jê re şer bikin dide xuyakirin ku ew "waswasa meznahîyê ketiye".

Tu kes guh nade

"Niştecîyên li herêmên din ên ku ji alîyê rêxistinê ve têne kontrolkirin pêşwazîya banga mobîlîzekirinê bi xemzazî û tinazîyê kirin", çalakvanekê ragihandinê li gundewarên Dêrezorê Muheddîn el-Aqadî got.

"Nehate naskirin eger kesekî bersiva bangê da daku herin şer di nav refên rêxistinê de ji bo berevanîya Reqayê bikin, banga ku di rêya mizgeftan re hate weşandin û belavokên ku li kolanan hatin belavkirin," wî ji Diyaruna re got.

Rêxistinê ragihandin li deverên li jêr kontrola xwe qedexe kiribû û hemû alavên ragihandinê û awayê ku pê bigihin nûçeyên girêdayî têkçûna wê jî qedexe kiribûn, ew ditirsya ku nema karibe kontrola sivîlan û çekdarên xwe bike", el-Aqadî got.

Heybeta DAIŞ winda dibe

Lê nûçeyên têkçûnên wê bi hûragayan hîn digihin bajar, wî got, herwiha çîrokên ku rêxistin sivîlan weke mertalên zindî bikar tîne.

Têkçûna banga Bexdadî da xelk rahêjin çekan "tu carî ne surprîz e, ji ber heybeta rêxistine ku tirs dixiste dilê xelkê de nema" analîzekî serbazî yê pispor di derbarê rêxistina Qaidê de liwa Ebdul Kerîm Ehmed, yê ku ji artêşa Mesrî karbes bûye got.

Rêxistin bi xinizî û parçebûnê hate şikestin, ji ber hejmarekê ji çekdarê DAIŞ pişgirîya xwe ji Bexdadî re vekişandin û tev li refên Qaidê û rêxistinin din ên çekdar bûn ên piştgiriya heman îdîolojîya tundrew dikin.

Kesên ku dê di refên DAIŞ de şer bikin di vê pêngavê de tenê ew "endamên biyanî û yên ereb ên ku hêvîya wan tineye ku vegerin welatên xwe", wî ji Diyaruna re got.

Dinav de çekdarê Sûrî yên ku destên wan di idara êşkencekirinê û şeniqandina gelemperî de hebû "ên ku nasnameyên hatine eşkerekirin", wî got.

"[Mana wan] bi mana rêxistinê ve girêdayî ye."

"Têkçûna rêxistinê ku nikarîbû haleta ku îdiaa dikir biparêze bêguman ji endamên wê re xemgînbar bû, bi taybet endamên biyanîyên ên ku ji welatên xwe derketibûn û aniha li ser piranîya lîsteyên reş yên terorîst ên navdewletî ne," Ehmed got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500