Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Marşa eşkere ya milîsa ser bi Îranê ve li Sûriyê xelkê aciz dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Çekdarên milîsa Lîwaya Zulfiqar a Iraqî ya ser bi Îranê ve di marşeke eşkere de li Şamê di 26ê Hezîranê de dimeşin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwaya Zulfiqar hatiye wergirtin]

Çekdarên milîsa Lîwaya Zulfiqar a Iraqî ya ser bi Îranê ve di marşeke eşkere de li Şamê di 26ê Hezîranê de dimeşin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwaya Zulfiqar hatiye wergirtin]

Milîseke Iraqî ku Feyleqê Pasdarên Şoreşa a Îslamî ya Îranê piştgiriya wê dike marşên leşkerî yên eşkere li du bajarên Sûrî lidar xistin di duyemîn roja Cejna Remezanê de, ku vê yekê hêrsa xelkê li pey xwe anî.

Roja Duşemê (26ê Hezîranê), bi dehên çekdarên ji Lîwaya Zulfiqar ku kincên leşkerî li xwe kiribûn li kolanên Heleb û Şamê meşên leşkerî pêk anîn, wêneyên lîderên Îranî jî û alên bi sloganên tayifî bilind kiribûn.

Milîsê hewiha salvegera roja Quds bibîr tanî.

"Marşên leşkerî yên eşkere yên ji aliyê Lîwaya Zulfiqar ve [li bajarokê] Seyida Zeyneb li Şamê, û li Helebê, pêleke qehrê di nav Sûriyan de li pey xwe anîn," çalakvanê medyayî yê ku li Helebê dimîne Fêsel Ehmed got.

"Ev weke gaveke propagendeyê ya mezin hat dîtin," wî ji Diyaruna re got.

Marşan dixwestin ku rewatiyê bidin hebûna Lîwaya Zulfiqar bi rêya nîşandana çekdarên wê bi awayekî eşkere, wî got, piştî ku milîsê ji despêka xwe ve xwe bi bin navê Feyleqê Pasdaran pêçabû.

"Hinek efserên artêşa Sûrî û endamên Hêzên Berevaniya Niştîmanî jî beşdar bûn," Ehmed got, anî ziman ku wan hinek rêyên sereke girtin daku bihêlin meşa leşkerî bi serbestî birêve biçe.

"Provokasyona tayifî"

Xelkê Sûriyê yên li deverên ne di destê rejîmê de ew marş weke "provokasyoneke tayifî" dîtin û weke "metirsiyeke rasterast li ser Sûriyan", wî got, bi taybetî ku nûçeyên binpêkirinên ku ji aliyê çekdarên lîwayê ve li dijî sivîlan tên pêkanîn bi awayekî berfireh berbelav in.

"Endamên vê milîsê destê wan di kiryarên provokasyoner li deverên li jêr kontrola wan de heye û bi nesfmezinî mameleyê bi xelkê re dikin," wî got.

Ew herkesê ku qebûlnekirina xwe ji kiryarên wan nîşan dide bi awayekî bêserûber digrin, wî got jî.

Sûriyên ku li deverên li jêr kontrola rejîmê jî dijîn van kiryaran weke berdewamiya bêqanûnbûnê û nebûna ewlekariyê û hêzên ewlekariyê yên fermî dibînin, Ehmed got.

Milîsên Iraqî li Sûriyê şer dikin

Lîwaya Zulfiqar di Hezîrana 2013an de ji aliyê Supaya Pasdarên Îranî ve hat pêkanîn, xwendekarê doktora li Zanîngeha Qahîra Şiyar Tirko, yê ku lêkolînan derbarê fînansekirina Feyleqê Pasdaran dike, got.

"Ev milîs komeke çekdar e ku bi awayekî sereke ji endamên Iraqî pêk tê, ligel çend çekdarên ji Libnan û Sûriyê," wî ji Diyaruna re got.

Ew herwiha efserine Îranî li xwe digre, wî got jî.

Lîwa ji Lîwaya Ebû Fedil Ebas cuda bû û ji aliyê Heyder Cibûrî dihat rêvebirin.

Xuya ye ku hinek çekdar jiCeyş Mehdî û Ketîbeya Esayib Ehil el-Heq hatine kişandin , Tirko got, anî ziman ku ew ji 5,000 heta bi 10,000 çekdaran pêk tê.

Çekdarên milîsê destpêkê li Şamê xuya kirin bi bihaniya berevaniyê li mezargeha pîroz a Seyida Zeyneb, wî got.

"Lê piştî demeke kurt nûçeyên Lîwaya Zulfiqar belav bûn piştî ku di şerên li çendîn deveran de beşdar bûn," wî got, di nav wan de şerên li gundewarên Şamê, Dareya, Nebik, Zebedanî, Heleb û Humsê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500