Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êrîşa li Felûca malbatên ku cejn pîroz dikirin kirin armanc

Xalid Ta'î

Zarokên Iraqiyan bi siwariyê li seyrangehekê li navenda Felûca kêfxweş in. Hêzên Iraqî tedbîrên ewlekarî li Enbarê berferehtir kirin piştî ku teqînekê parkeke giştî roja 26 Hezîranê, duyem roja Cejna Remezanê, kire hedef. [Wêne ji Qayimeqamiya Felûca hatiye wergirtin]

Zarokên Iraqiyan bi siwariyê li seyrangehekê li navenda Felûca kêfxweş in. Hêzên Iraqî tedbîrên ewlekarî li Enbarê berferehtir kirin piştî ku teqînekê parkeke giştî roja 26 Hezîranê, duyem roja Cejna Remezanê, kire hedef. [Wêne ji Qayimeqamiya Felûca hatiye wergirtin]

Endamekî polîs hate kuştin û neh kes di teqîna bombeyekê de birîndar bûn, ya malbatên ku cejna Remezanê pîroz dikirin li parkeke gelemperî li parêzgeha Enbarê kire armanc, parêzgarê Felûca Îsa Sayir îro Çarşemê (28ê Hezîranê) ji Diyaruna re got.

Êrîş derengê roja Duşemê li parkeke gelemperî, ku gelek xelk tê de hebûn li orta Felûca qewimî, wî got.

"Bombeyên bidestçêkirî (IED) ku ji alîyê êrîşkarên nenas ve di motorekî de hatibû çandin, motorê ku nêzîkî parka sereke li bajar hatibû sekinandin, saet 11 êvara Duşemê li gor dema xwecihî hate teqandin," wî got.

Endamekî polîs hate kuştin û duyên din birîndar bûn, Sayir got, anî ziman jî ku "heft kesên sivîl jî bi awayekî sivik hatibûn birîndarkirin"

Sayir loma êrîşê avête ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

"Ev hovîtîya endamên DAIŞ diyar dike û herwiha hewldana wan ku kêfa welatiyan bi pîrozkirina Cejnê bişkîne, rewşa aramîyê li Felûca xirab bike piştî salakê ji rizgarkirina wê," wî anî ziman.

Felûca bi temamî ji DAIŞ di 26ê Hezîranê sala 2016an hatibû vegerandin, piştî operesyoneke artêşê ku kêmî mehekê berdewam kir.

Tedbîrên ewlekarî yên berferehtir

"Hêzên Iraqî tedbîrên xwe yên ewlekarî zêdetir kirin daku welatiyan biparêzin, bi taybetî li markêtan, parkên giştî û seyrangehan," Sayir got.

"Wan herwiha kampanyayeke lêgerîna li sûcdaran dest pê kiriye û agahiyên îstixbaratî li dor cihên mayîna wan kom dikin," wî got jî.

Wî got ku rewş li Feluca seqamgîr e û tekez kir ku êrîşa dawîn nebû rêgir ku xelk serdana cihên canxwestinê bike û cejnê pîroz bikin.

Roja Sêşemê (27ê Hezîranê), raportên li dor erîşeke kujêner a hevşêwe li nêzî paxçê seyrangehê li Remadî, ku paytexta parêzgeha Enbarê ye, hebûn.

Qayimeqamê Remadî Brahîm Ewsac roja Çarşemê ev raport red kirin, got jî "ev nûçe bi temamî bê bingeh in".

"Tu dizekirinên ewlekarî tune ne û rewşa bajarok aram e," wî ji Diyaruna re got, tekez jî kir ku ev zêdetirî salekê ye ku tu buyerên terorî li Remadî neqewimîne.

Qayimeqam bang li alavên medyayî kir ku divê ew bi dîqet bin di raportkirina nûçeyan de û agahiyan ji jêderên bawerpêkirî bixwazin.

"Raportên mîna van xizmeta terorîstan dikin di belavkirina dilerawkê de di nav welatiyan de," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500