Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xelkê Sûriyê rê li qaçaxçiyên DAIŞ li Suwêda digrin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Sûrî ji gundewarên Suwêda li milîseke xwecihî dinerin ku rêyeke nesayayî bi satirên xweliyê digre. "Dewleta Îslamî" deriyên wisa bikar tîne ji bo qaçaxiya sûtemenî û çekan. [Wêne ji Mihemed Muqelid hatiye wergirtin]

Sûrî ji gundewarên Suwêda li milîseke xwecihî dinerin ku rêyeke nesayayî bi satirên xweliyê digre. "Dewleta Îslamî" deriyên wisa bikar tîne ji bo qaçaxiya sûtemenî û çekan. [Wêne ji Mihemed Muqelid hatiye wergirtin]

Li herêma gundewarên Suwêda ya Sûriyê tevgereke qaçaxiyê ya zêde çêbûye, û bi taybetî ya sûtemeniya ku ji deverên bin destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tê, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Ligel zêdebûna tevgera qaçaxiyê li çendîn deriyên ku digihin biyabana Suwêda û ji ber nebûna tedbîrên bicihkirina qanûnê ji aliyê hikûmetê ve, xelkê xwecihî erkê girtina hinekan ji wan li milê xwe girtin.

"Bajarê Suwêda û deverên gundewarên wê rastî piştguhxistineke mezin ji aliyê hikûmetê ve tên, û dizî û revandin ji bo standina fidyayê berbelav in," çalakvanê medyayî yê xwecihî Muhened Muqelid ji Diyaruna re got.

Hinek bazirgan çek û teqemeniyan bi rêya Suwêda bo deverên di destê DAIŞ de qaçax dikin, wî got.

Lê pirsgirêka herî metirsîdar zêdebûna qaçaxiya sûtemeniyê ji deverên bin destê DAIŞ bo herêmê ye, û firoştina wê weke "sûtemeniya Enbarî" li bazaran, wî got.

Gundî rêyên neyasayî digrin

Ji ber vê tevgerê, xelkê xwecihî rêveberiya herêmê xistin di destê xwe de bi rêya girtina rêyan, Muqelid got.

Ew derî bêtir li tixûbên herêma ku digihe biyabana Suwêda ne, li derdora gundên Reşîda, Meleh, Huwaya, Kisêb, Barik û hinekên din, wî got.

Bi piştgiriya tam ji xelkê herêmê, hejmarek ji komên xwecihî ku vê dawiyê hatin damezirandin roja Yekşemê (25ê Hezîranê) rêyeke qaçaxiyê li rojhilatê Tel Aracah girtin bi rêya danîna satirên xweliyê yên bilind ji bo rêgirtin li derbasbûna di rêya wan re.

"Tîmên hevbeş ku ji endamên van koman û xelkê xwecihî pêk tên hatin pêkanîn ji bo çavdêrîkirina van rêyan û rêyên din bi dirêjahiya rojê ji bo rêgirtin li her hewleke qaçaxiyê ya din," wî got.

Tevî giliyên berdewam ên xelkê xwecihî ji destêwerdanê û standina tedbîrekê ji bo rawestandina tevgera qaçaxiyê, hêza polîs û hêzên din ên girêdayî rejîmê tu gav ji bo nehiştinê nestandin, wî got.

Lê belê, xelkê xwecihî bi israr in ku rêyên qaçaxiyê bigrin ji bo qutkirina her çavkaniyeke dahatê yan çekan ji DAIŞ re, Muqelid got.

"Herikîna berdewam a sûtemeniyê piştrast dike ku girûp berdewam e li ser wergirtina pere û çekan," wî got, anî ziman jî ku hinek bazirgan pevguherînê bi endamên DAIŞ re dikin û çekan didin wan wekî berdêla sûtemeniyê.

Tevî ku sûtemeniya ku ji aliyê DAIŞ ve tê pêşkêşkirin li bazarên Suwêda heye kêmtirî nirxên fermî ye, piraniya xelkê qebûl nake ku wê bikrin, wî got, tevî xemsariya rejîmê û nekarîna wê ya peydakirina sûtemeniyê ji van deveran re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500