Nûçeyên Iraqê
Civak

Karwana Bexdayê pîrozbahiyên Cejnê tîne Mûsilê

Ala Husên li Bexdayê

Xelkê Hod, ku gundekî nêzîkî Mûsilê ye, aleke ku pêşwaziya karwaneke hunermend û rojnamevanan a ji Bexdayê di 27ê Hezîranê de dike hildigrin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya elMûsil a fermî hatiye wergirtin]

Xelkê Hod, ku gundekî nêzîkî Mûsilê ye, aleke ku pêşwaziya karwaneke hunermend û rojnamevanan a ji Bexdayê di 27ê Hezîranê de dike hildigrin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya elMûsil a fermî hatiye wergirtin]

Bîrokeyek ji bo nîşandana piştgiriyê ligel xelkê Mûsilê di Cejna Remezanê de, ku li kafêyeke Bexdayê derkete holê, bû destpêşxeriyeke civaka sivîl ku 300 hunermend û rewşenbîr ji seranserî Iraqê anîn bajar.

"Bîrokeyê bi awayekî xwerû dest pê kir dema ku min biryar da ku serdana hevalên xwe li Mûsilê bikim," rojnamevan Hamid Seyid ji Diyaruna re got.

Du hevalan daxwaza xwe ku bi min re werin nîşan dan, di nav wan de derhêner Mihemed Derac, ê ku pêşniyar kir ku ew dikare yek ji fîlmên xwe li Mûsilê nîşan bide.

"Hingî çirûsa bîrokeyekê derket, û me ji xwe re got ku em dikarin wê bikin destpêşxeriyeke niştîmanî û kampanyayeke berfireh ji bo vegerandina Cejnê ji Mûsilê re dest pê bikin," Seyid got.

Aleke Iraqî li Mûsilê tê dîtin ku karwaneke hunermend û rewşenbîran ji seranserî Iraqê pîrozbahiyên Cejnê lidar dixin ji bo xurtkirina yekîtiya niştîmanî. [Wêne ji wezareta berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Aleke Iraqî li Mûsilê tê dîtin ku karwaneke hunermend û rewşenbîran ji seranserî Iraqê pîrozbahiyên Cejnê lidar dixin ji bo xurtkirina yekîtiya niştîmanî. [Wêne ji wezareta berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Wî û hevalên wî destpêşxeriya "Cejn li Mûsilê" li ser medyaya civakî dest pê kirin, û di dema nîvsaetekê de ew weke veyrûsekî belav bû, ku tenê di du rojan de bêtirî 1,600 kesan daxwaz kir ku tevlî geşta bo Mûsilê bibin.

Ji ber pirsên lojistîk, Seyid got, wan biryar da ku tenê 300 kesan bibin -- hunermend, rojnamevan û rewşenbîr ji hemû pêkhateyên civakê.

Girûp roja Sêşemê (27ê Hezîranê) ji Bexdayê berê xwe da Mûsilê ji bo danîna bernameyeke vehisînê li bajar ji bo xurtkirina yekîtiya niştîmanî.

Piştgiriya hikûmî

Ji ber ku destpêşxeriyê balkêşiyeke mezin li pey xwe anî, Seyid daxwaz ji hikûmeta Iraqî kir ku veguhestin û ewlekariyê ji karwanê re peyda bike.

Wezareta Veguhestinê qebûl kir ku 14 basan pêşkêş bike, wî got, û saet 6ê sibehê ji roja Sêşemê, xwebexş ji Bexdayê ber bi Mûsilê ve dane ser rê.

"Destpêşxerî destpêkê û berî her tiştî nîşaneke piştgiriyê ji Mûsilê re ye ku ji cîhanê re nîşan dide ku em bi bajar re ne," Seyid got.

Bernameya vehisînê nîşandana fîlmeke du-saetî li xwe digre -- ku yekem ji vî cureyî ye li Mûsilê ji 2003an ve -- ligel vegotina helbestan, pêşkêşkirina stranên gelerî ji aliyê gelek hunermendên xwecihî û çalakiyên kultûrî yên din, wî got.

Gelek ji xelkê Mûsilê alavên xwe yên mûzîkê ji ber tirsa ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) veşartine, Seyid got, û niha careke din wan derdixin û tevlî pîrozbahiyên li Mûsilê dibin.

Nameyek bo Mûsilê

Rawestgeha plankirî ya yekem a girûpê Zanîngeha Mûsilê bû, ku li wir kampanyaya "Ez Iraqî me, ez dixwînim", ku beşek ji karwanê ye, 20 pirtûk pêşkêşî pirtûkxaneya zanîngehê kir, derhênerê fîlman Derac got.

Karwan piştre plan kiribû ku serdana gora Nebî Yûnis bike, û piştî wê serdana kenîseyekê bike, berî ku pîrozbahî li ser dikê li rojhilatê Mûsilê destpê bikin, wî got.

Gelek fîlm ji Navenda Iraqî ya Serbixwe hatin nîşandan, wî got, ku yek ji wan fîlmên ku wî derhêneratiya wan kiriye, ku behsa pirsên tundrewbûna tundutûj dike û banga aştî û ji hev têgihiştinê dike.

"Mezintirîn ala Iraqî li ser dikê di dema pîrozbahiyan de hatibû bilindkirin daku li asmanê bajêr careke din li ber ba bibe.

"Bi rêya serdana xwe bo Mûsilê, karwan dixwaze wê nameyê bişîne ku bajar beşekî tekûz ji Iraqî ye, û ku ew bajarekî kultûr û şarestaniyê ye û dê berdewam be li ser mêvandariya rêûresmên hunerî û kultûrî," Derac got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500