Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Di gaveke niyazpakiyê de, QSD girtiyan ji Menbic û Tebqa serbest berdide

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Hêzên Sûriya Demokratîk 111 girtî ji Menbic, ku hinek di vê wêneyê de xuya dikin, di şeva Cejna Remezanê de serbest berdan. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk 111 girtî ji Menbic, ku hinek di vê wêneyê de xuya dikin, di şeva Cejna Remezanê de serbest berdan. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 221 girtiyên ku bi eslê xwe ji bajarokên Menbic û Tebqayê bûn di şeva Cejna Remezanê (23ê Hezîranê) de serbest berdan, ku bi berfirehî hat pesindan weke gavekê ji bo vegerandina harmoniya herêmî.

Di dema şerên lipeyhev ji bo rizgarkirina herdu bajaran, girtî bi tevlîbûn an jî hevahengiya ligel "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn tometbarkirin, lê niha hat xuyakirin ku destê wan di tawanên rêxistinê de tune ye.

Biryara serbestberdana wan hat pesindan weke gavekê ji bo piştgiriya pêkvejiyana navbera şêniyên deverê de, û dayîna derfetekê ji gencên ku hatin neçarkirin anjî xapandin ji bo piştgirîkirina DAIŞ ku vegerin jiyana xwe.

Komîteya lihevkirinê, bi hevahengiyê ligel lîderên êlan ên bilind li herêmê, navbênkarî li ba QSD û hêzên Asayişê kirin ji bo piştrastbûn ji serbestberdana 111 girtiyan ji Menbicê, endamê komîteyê Îmad Şêx Elî, got.

Lîderên ewlekarî, sivîl û êlan roja Înê (23ê Hezîranê) beşdarî merasîmekê ji bo serbestberdana girtiyên ji Menbicê dibin ku li ba Hêzên Sûriya Demokratîk girtî bûn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Menbic Hedes hatiye wergirtin]

Lîderên ewlekarî, sivîl û êlan roja Înê (23ê Hezîranê) beşdarî merasîmekê ji bo serbestberdana girtiyên ji Menbicê dibin ku li ba Hêzên Sûriya Demokratîk girtî bûn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Menbic Hedes hatiye wergirtin]

Girtiyên ji Tebqayê beşdarî merasîmeke serbestberdanê li bajar dibin piştî ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin serbestberdan. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Girtiyên ji Tebqayê beşdarî merasîmeke serbestberdanê li bajar dibin piştî ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin serbestberdan. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

"Girtî bi tometên cuda hatibûn girtin di wan rojên ku bajar di destê DAIŞ de bû," wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku "tu kes ji wan kesên ku hatin serbestberdan destê wan di rijandina xwînê de tune ye".

serbestberdana wan di berjewendiya bajar de ye, wî got, û dê alîkariyê bike ji bo piştgiriya pêkvejiyanê bi rêya jinavbirina her hewlekê ji bo çandina tovên nakokiyê navbera êlan û QSD de bi rêya nîşandana girtinan weke armancgirtina hinek êlên destnîşankirî.

Hewlên navbênkariyê

Civînek berî Cejna Remezanê navbera lîderên êlan û endamên Rêveberiya Sivîl de bi biryara derxistina girtiyan bidawî hat, Elî got.

Hewlên navbênkariyê berî niha biserketin di pêkanîna serbestberdana hejmarek ji gencan di destpêka Remezanê de, wî got jî, anî ziman ku komîteya navbênkariyê dê van gencan bişopîne.

"Serbestberdana gencên girtî ji aliyê QSD li Tebqa û Menbicê nîşaneke erênî ye ku hevdem ligel Cejna Remezanê hat ji aliyê xelkê xwecihî ve bi erênî hat wergirtin," Mehmûd Xelmeş, ku ji êlekî ye, got.

Xelmeş hêvî kir ku demên girtinê yên ku wan gencan derbas kirin "derfeteke baş da wan daku li nerînên xwe vegerin", tekez kir ku piraniya wan ji ber sedemên darayî tevlî DAIŞ bûn an jî neçar bûn ku tevlî bibin.

"Tenê hejmareke kêm ji wan bi îradeya xwe tevlî bûn, û wisa jî kesên ku ji aliyê propagendeya istifzazî ya erzan a rêxistinê hatin xapandin ku ew bi navê ol û Îslamê tevdigerin," wî ji Diyaruna re got.

Girtiyên ji Tebqayê, ku 110 kes in, di merasîmeke biçûk de hatin serbestberdan ku li baregeha Encumena Sivîl a Tebqayê hat lidarxistin, û nûnerên encumenê û lîderên êlên herêmê yên bilind beşdar bûn, Xelmeş got.

"Tu kes ji wan kesên berdayî destê wan di rijandina xwînê de tune," wî tekez kir, anî ziman ku hinekan ji wan daxwaza xwe ya tevlîbûna rêzên QSD û şerkirin li dijî DAIŞ nîşan da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500