Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraqî Cejna Remezanê, serkeftina li Mûsilê pîroz dikin

Xalid Ta'î

Iraqî bi siwariyê li parka Zewra li Bexdayê kêfxweş dibin, ew jî hevdem ligel serkeftinên mezin ên li hember "Dewleta Îslamî" li Mûsilê tê. [Wêne ji rûpela Facebookê a Zewra hatiye wergirtin]

Iraqî bi siwariyê li parka Zewra li Bexdayê kêfxweş dibin, ew jî hevdem ligel serkeftinên mezin ên li hember "Dewleta Îslamî" li Mûsilê tê. [Wêne ji rûpela Facebookê a Zewra hatiye wergirtin]

Iraqî Cejna Remezanê hevdem ligel serkeftinên serbazî li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ku rizgarkirina piraniya Mûsilê beşek ji van serkeftinan e, pîroz dikin.

"Cejin bê DAIŞ pir xweş e," Adil Ebdulîlah, 41, yê ji taxa Musena li rojhilatê Mûsilê ji Diyaruna re got, û ev bêhnvedan wekî pîrozkirina serkeftinê wesif kir. "Em aniha dikarin bi rastî Cejna Remezanê pîroz bikin piştî têkbirina terorîstan."

Ji bo geşkirina vê bêhnvedanê ji kesên hewcedar e, Ofîsa Weqfeya Sunî li parêzgeha Nînewa cilên nû xelatî zarokên sêwî li Mûsilê kirin.

"Me kampanyayek destpê kir daku kêfa cejnê têxin dilê sêwiyên li bajarê xwe, bi taybet ew zarokên ku dêbavên xwe di encama terora DAIŞ de jidest dan," serokê Weqfeya Sunî Ebû Bekir Kenean ji Diyaruna re got.

Ofîsa Weqfeyê cilên nû pêşkêşî dora 5,000 zarokên bê dêbav li hedu aliyên rojavayî û rojhilatî yên Mûsilê kirin, ew çalakî, pêşbaziyan ji zarokan re û malbatên şehîdan re lidar dixin.

"Di herdu rojên borî de, me ne kêmî 7,500 selikên xwarinê li ser şêniyên taxên Rîsala, Yermûk, Îslah Zîra'î û Badûş û herwiha awareyên ji Bajarê Kevin ê Mûsilê belav kirin," Kenean got.

"Xebatên me berdewam in û zêde dibin di çarçoveya alîkariya dayîna hewarçûnê ji bo tevahiya malbatên ziyanmend ji terora DAIŞ," wî got.

Bexda cejnê pîroz dike

"Her cejnê dilê me mişt êş û keser bû û cejnê wateya xwe jidest da ji ber ku malbatên me li Mûsilê û deverên din dîlgirtî bûn li ba DAIŞ," Besam Muwefeq, 38, ji taxa Yermûk li Bexdayê, got.

"Em piştrast bûn ku dê ew roj bê ya ku em bi wan cejnê pîroz bikin," wî ji Diyaruna re got. "Nêzîk, dê înşek ji xaka me li jêr kontrola DAIŞ nemîne"

"Serkeftina li ser DAIŞ cejna me ye," Resûl Muhemed, 34, ji taxa Sayidiya li Bexdayê got, dema ku wê xwe amade dikir daku herdu zarokên xwe bibe parkê. "Tiştek wekî kêfa me bi rizgarbûna beşinan ji xaka welatê me mezin tune ye."

Li Bexdayê, festîvalên cejnê li tevahiya bajêr birêve diçin.

"Tevahiya parkan û bexçeyan amade ne ji pêşwazîkirina serdankeran re û tiştên ku xelk dixwaze ji wan re pêşkêş dikin ji bo ew dilxweş bibin," rêvebirê têkiliyên giştî yên şaredariyê, Hekîm Ebdul Zehra ji Diyaruna re got.

Wî got ku seyrangeha Zewra çalakiyeke leystikên agir organîze dike û dê mêvanên girîng ji werzişvan û hunermendan lê hazir bibin.

Zarok û mezin dikarin kêfê bi sika girover û siwarên din bikin li Zewra û cihên din ên kêfê li bajêr.

Wî got ku şaredariyê herwiha "kolanên paytextê bi ronakên çirûsdar ên ku kêfxweşiya giştî bi serkeftinên serbazî yên dawî ronî dikin xemilandine".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500