Nûçeyên Iraqê
Ol

Penaberên Sûrî li Tirkiyê sînor derbas dikin daku cejna Remezanê pîroz bikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Şêniyên Kobanî, bajarê ku 2015ê ji "Dewleta Îslamî" hat rizgarkirin, nimêja cejnê li Mizgefta Hecî Xalîd lidar dixin. [Wêne ji Salih Muhemed hatiye wergirtin]

Şêniyên Kobanî, bajarê ku 2015ê ji "Dewleta Îslamî" hat rizgarkirin, nimêja cejnê li Mizgefta Hecî Xalîd lidar dixin. [Wêne ji Salih Muhemed hatiye wergirtin]

Bêhtirî 100,000 penaberên Sûrî di sînor re ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn di dawiya heftiyê de daku cejna Remezanê li malên xwe ligel malbatên xwe li deverên rizgarbûyî pîroz bikin.

Tevî şerê berdewam li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Sûrî li tevahiya deverên rizgarbûyî cejnê pîroz dikin, û binerîtên xwe yên olî û civakî pêk tênin wekî beriya dagirkariya rêxistinê.

Şêniyên Kobanî û gundewarên derdorê îsal Cejna Remezanê bi kêfxweşî pîroz dikin, bazirganê xwecihî Mehmûd Sulêman, 40, ji Diyaruna re got.

Tevî fişarên ku şerê li hember DAIŞ çêdike, kolan bi rîbanan xemilandî ne, wî got, û bazara bajêr bi firoşyarên ku leystok û şêrînîmeniyan difroşin mişt e.

Kobanî baregeha sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye, û gelek xelkê bajêr li eniyên pêşîn şer dikin.

Mustefa Jam, 35, ji Reqayê ye û nêzî du salan e ku li Tirkiyê dijî, ji Diyaruna re got ku ew vegeriyaye Sûriyê daku bêhnvedana cejnê tev xizm û hevalên xwe yên ku hîna jî li Eyn Îsa dijîn derbas bike.

Ew difikire li Sûriyê bimîne,wî got, ji ber ku bajarê Reqa nêzî rizgarbûna ji DAIŞ e, li ser destê şervanên QSD ên ku aniha wî ji hemû aliyan ve dorpêç dikin.

Tomarkirina hejmara kesên vegeryayî

Emced Şehrûr, yê ku li dergehê sînorî Bab Hewa yê di navbera Sûriye û Tirkiyê de dixebite got ku 130,000 Sûrî derbasî Sûriyê bûne di Bab al-Hewa û Bab Selam re daku cejna Remezanê li Sûriyê biqedênin.

"Ev mezintirîn hejmara rêwiyan ne ji dema ku ev dergehê sînorî hatiye vekirin, ji ber ku hejmara mezin ji wan di riya çûnê de bûn, ne bervajî vê yekê," wî ji Diyaruna re got.

Vê yekê qerebalixeke mezin li ser sînor çêkir, wî got, hinek ji kesên ku dixwestin derbasî Sûriyê bibin neçar bûn ku du heta sê rojan li derve li deverek nêzî dergehê sînorî bimînin beriya ku wan karî derbas bibin.

"Lê belê, kêfxweşiya vegera ji bo qedandina cejnê ji hertiştî mezintir e," wî got.

Şehrûr hejmara mezin a vegeryayiyan vegerand bo baştirbûna rewşa ewlehî li gelek deveran, û bal kişand ku deverên ku li jêr kontrola DAIŞ bi awayekî berçav kêm bûne.

Ji bo gelek penaberên vegeryayî, mayîna li Sûriyê demkî ye.

"Û ji bo gelekan, ev tecrûbeyek e beriya vegera bi yekcarî," Şehrûr got, li gorî axaftinên wî yên bi penaberên Sûrî re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500