Xwekujekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xwe di nav endamên rêxistinê di civîneke li bajarê Qaim ê parêzgeha Enbarê li nêzîkî sînorê Sûriyê teqand, berpirsekî roja Duşemê (26ê Hezîranê) got.
"Li gorî agahiyên ku ji aliyê xelkê xwecihî ve hatine dayîn, endamekî DAIŞ ku êlekekî bombekirî li xwe kiribû xwe di nav endamên rêxistinê de, ku piraniya wan lîderên DAIŞ bûn, teqand," qayimeqamê Qaim Ferhan Fiteyxan ji Diyaruna re got.
Teqîn roja Yekşemê pêk hat dema ku endamên DAIŞ "civînek li dar dixistin ji bo gotûbêjkirina têkçûn û ziyanên canî yên mezin ku rêxistin li Mûsilê rastî wan tê", wî got.
"Xwekuj di civînê de beşdar bû, ku tê de aloziyên tund navbera endamên DAIŞ û lîderên wan de derketin derbarê awayên rawestandina herifîna serbazî," wî got.
"Agahiyên hûr derbarê ziyanên DAIŞ di vê teqînê de li ba me tune ne," wî got, anî ziman jî ku "li gorî agahiyên me, gelek endamên DAIŞ hatin kuştin û birîndar bûne".
Bêçarebûn û bêhîvîbûn
Êrîş rewşa bêçarebûnê di nav rêzên DAIŞ de nîşan dide, Firêxan got.
"Ev delîlê qelsbûna wan e û ku ew niha di rewşa bêhêvîbûnê de ne, ji ber ku nikarin herifîna di rêzên xwe de bisekinînin," wî got.
"Çavkaniyên me piştrast dikin ku çekdarên DAIŞ ji lîderên xwe aciz in, ku ew lîder xema wan tênê ewlekirina jiyana xwe û ya malbatên xwe ye, ligel komkirina pereyan û sepandina desthilatê, di demekê de ku çekdar bo şewtîngehan tên şandin," wî got jî.
Fitêxan got ku ew texmîn dike ku cudabûn û krîzên navbera endamên DAIŞ û lîderên wan de zêde bibin.
Wî tekezî li ser sûdwergirtin ji daketina morala rêxistinê û şerê hundirîn di nav de ji bo êrîşkirinê û derxistina wê ji asêgeha wê ya dawî li Enbarê kir.
"Piraniya xelkê [Qaim] reviyane, û kesên ku li wir mane çekdarên DAIŞ, lîderên wan û malbatên wan in", ku hejmara wan ne sabit e ji ber ku bajar li ser Elbûkemala Sûriyê li aliyê din ê sînor vekirî ye, wî got.
Di demekê de ku operasyona rizgarkirina Mûsilê nêzîkî dawiya xwe dibe, Fiteyxan got ku ew hêvî dike ku pêngavek di demeke nêzîk de destpê bike ji bo rizgarkirina Qaim û bajarokên Anah, Rawa û Ekaşat ên nêzîkî wî, ku ew dawîn cihê lingê DAIŞ in.