Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

xwekujek xwe di nav sivîlên ji Mûsilê direvin diteqîne

Diyaruna û AFP

Jineke Îraqî, ya ku dîdvana êrîşeke xwekujî bû dema ew ji Bajarê Kevin ê Mûsilê direviya, digrî di 23ê Hezîranê de [Ehmed Rubeyi/AFP]

Jineke Îraqî, ya ku dîdvana êrîşeke xwekujî bû dema ew ji Bajarê Kevin ê Mûsilê direviya, digrî di 23ê Hezîranê de [Ehmed Rubeyi/AFP]

Xwekujekî roja Înê (23ê Hezîranê) di nav sivîlên ji Bajarê Kevin ê Mûsilê direvîyan teqand, devera ku hêzên Îraqî erdê ji destên tundrewan bidest dixin, tundrew jî berevanîyeke dijwar dikin lê bêsûd e, berpisyaran got.

Ehmed Haşim, ra'id û bijîşk e di artêşa Îraqî de ji AFP re ji nexweşxaneyeke meydanî diaxivî, got ku êrîş li taxa Meşehda ya li Bajarê Kevn qwimî.

"Me pêşwazîya 12 kesên kuştî û bêtir ji 20 kesên birîndar li nexweşxaneya xwe kir, di nav de jin û zarok jî," wî got.

Eqîdekî di firqeya piyade ya 16ê ya artêşê got zehmet bû ku em hejmara dawîn a birîndaran diyar bikin ji ber devera ku êrîş lê qewimî bi temamy nehatiye baqijkirin.

"Xwekujer derbasî nav komeke kesên bêwar bû û xwe di nav wan de teqand berî ku bigihe hêzên me," wî got.

Bi hezaran sivîl ji Bajarê Kevin ê Mûsilê reviyane ji gava ku hêzên Îraqî dest bi êrîşa xwe ya herî dijwar li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kirine.

Dora 100,000 kesî ji alîyê tundrewan ve dorpêçkirî mane, ew ên ku mertalên zindî di rêbaza xwe de kirine hêmana sereke daku berevanîya Bajarê Kevn bikin.

Hêzên ewlekarîyê ji endamên DAIŞ ên Îraqî re hişyar bûn ên hewl didin ku ji xefka mirinê li Bajarê Kevn birevin, ew xwe tev li niştecîyan dikin, lê yên Şaşanî, Frensî û hin çekdarên biyanî yên din li paş dimînin daku buyereke xwekujî di deqa dawî de bikin.

Lê roja Înê, Serokwezîr Heyder Ebadî got tenê çend roj mane ku Mûsil veger jê kontrola hêzên Îraqî.

"Ragihandina dawîhatina DAIŞ li Mûsilê dê serkeftineke sereke be û di nav çend rojan de dê pêk were," Ebadî di daxuyanîyekê de piştî civînekê bi berpirsyar û fermandarên artêşa Îraqî yên bilind re, yên serperştîya rizgarkirina Mûsilê dikin, got.

"Endamên DAIŞ hatine dorpêçkirin. Yan ew dê werin kuştin yan dê werin girtin ji ber cebilxaneyên wan namînin," Serokî Polîsê Fedral ferîq Raid Şakir Cewdet ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500