Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Sûriya Demokratîk Reqayê bi temamî dorpêç dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li nava taxên bajarê Reqayê pêş dikevin. Roja 22ê Hezîranê, hêz serketin di dorpêçkirina bajar ji hemû aliyan ve. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li nava taxên bajarê Reqayê pêş dikevin. Roja 22ê Hezîranê, hêz serketin di dorpêçkirina bajar ji hemû aliyan ve. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Pêncşemê (22ê Hezîranê) di dorpêçkirina asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bajarê Reqayê biser ket.

Ew aniha li nêzî kêleka başûrî ne -- dawîn devera vekirî, li başûrê Çemê Firatê -- li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov.

Ev beş ji bajêr aniha bi temam li jêr kontrola hevbendiya Erebî-Kurdî ye, di demekê de ku beşê mayî di meda agirê hevbendiyê de ye.

QSD roja Pêncşemê devera Kesarat li başûrê Reqayê kontrol kir û gihişte pira nû, bi vê yekê jî dorpêça çaralî temam bû.

Hersê aliyên din beriya niha li jêr kontrola QSDê ne.

QSD "operasyonên serbazî yên bidîqet, hestiyar û demdirêj pêk tîne li bajarê Reqayê, bi armanca derkirina terorîstan", berdevkê QSD emîd Telal Silo roja Pêncşemê got.

Hêzên rizgarker hewl didin ku jiyana sivîlan biparêzin, wî da zanîn, û got jî ku çekdarên DAIŞ hinek ji sivîlan weke mertalên mirovî bikar tînin.

Silo bang li şêniyên Reqayê kir ku xwe dûrî çeperên DAIŞ bikin daku ew bi selamet bimînin û xwe ji ziyana ji pevçûnên giran dûr bixin.

Bi piştgiriya hevpeymeniya navdewletî, şervanên QSD karîn bajarê Reqayê hema bêje bi temamî kember bikin, piştî ku ji hemû aliyan ve nêzîkî wî bûn, fermandarê yekîneyeke QSD Xesan Brahîm ji Diyaruna re got.

Ew herî dawî bi dirêjahiya kêleka başûrî pêşve çûn piştî kontrolkirina devera kampa Telî'a, wî wiha got.

Devera Kesarat, di nav de Kesret Şêx Cumaa û Kesret Ferej, aniha li jêr kontrola QSD, Brahîm got, da zanîn jî ku "navçeya pira nû ji aliyê serbazî ve hilweşyayî ye ji ber ku ew di meda tifingên maşîn û çekên dîrekt de ye".

Nêzîktirî navenda bajêr

Hinek ji beşên bajarê Reqayê bi xwe li jêr kontrola tam a QSDê ne, Brahîm got, rewşa aniha bi "nayab" pesinand.

Li başê rojhilatî yên bajêr, QSD ber bi taxên Rumêla û Rewda ve pêş dikeve.

"Rîtma pêşketinê hat hêdîkirin, ji ber ku QSD nêzîtirî navenda bajêr bûye, û û şer bûye pevçûnên kolanan," wî got.

"Ev yek ji corên herî zehmet ên şer e, û dijwartir bûye ji ber ku DAIŞ bi hezarên sivîlan weke mertalên zindî bikar tîne di hewleke bo hêdîkirina pêşketina hêzên rizgarker de û peydakirina rêyan bo reva ji bajêr," wî got.

Di dema pêşketina SDF de, wî got, divê şervanên wê li tunêlên DAIŞ ên li jêrzemînê bigerin, û herwiha rêçikên serzemînê yên ku çêkirine bi rêya vekirina qulan di dîwaran re daku rê bide liva ji malekê ta bi maleke din.

Divê ew haydar bin piştî ku DAIŞ bi sedên mîn û teqemeniyên pêşxistî çandine, Brahîm got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500