Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pêlên awarebûnê berdewam in ku niştecihên Reqayê ji DAIŞê direvin

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Niştecihên ku ji Reqayê direvin diçin kampên ku Hêzên Sûriya Demokratîk wan rêve dibin. [Wêne ji QSD]

Niştecihên ku ji Reqayê direvin diçin kampên ku Hêzên Sûriya Demokratîk wan rêve dibin. [Wêne ji QSD]

Bi hezaran Sûrî geşta xwe ya xeternak ji bajarê Reqayê yê bakurî berdewam dikin û ber bi kampên dagirtî xelkê aware ve diçin, berhengariya mayîn, êrîşên asmanî û fîşekên nîşangiran dikin daku ji rewşa xirab a li bajarê xwe birevin.

Hejmara kesên ku van rojên dawî ji Reqayê reviyane gelekî bilind bûye, bêtir ji 1,500 kes rojane digihin Kampa Eyn Îsa, a 50 kîlometran li bakurê bajar, Ocalan Şêxî, karmendekî hawarçûnê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê ji Diyaruna re got.

Piraniya xelkê ku digihin ji bajar bi xwe ne, lê berî vê piraniya niştecihan ji deverên gundewarî bûn, wî got.

"Alîkariya ku niha ji wan kesên ku di welatê xwe de aware bûne tê dabînkirin ne di asta ku tê xwestin de ye ji ber kêmbûna çavkaniyên di destê rêxistinên ku rêveberiya kampê dikin," wî got.

Herwiha rêxistinên alîkariyê yên navdewletî yên sereke karkerên xwe ji ber rewşa ewlehî ya tirsnak ji herêmê vekişandine.

"Jiyaneke nû hate nivîsandin"

Niştecihên ku bi aramî gihane Eyn Îsa behsa şertûmercên xirab li Reqayê dikin û çawa "Dewleta Islamî" (DAIŞ) kesên sivîl weke mertalên mirovî li dijî êrîşên asmanî û êrîşan bikar tîne.

Ehmed Esafî, yê 50 salî, ku bi eslê xwe ji Reqayê ye, û niha li kampa Eyn Îsa ye, ji Diyaruna re got ku ew ji navçeya Beyaratê di 19ê Hezîranê de reviya, wî sûd ji tevlîheviyê wergirt her ku çi qasî şer nêzîktir dibû.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) niha çar taxan li bajar kontrol dikin û roja Sêşemê (20ê Hezîranê) ew ber bi derdora bajar ve ji aliyê başûr ve pêşve diçûn, nêzîktir dibûn daku Reqayê dorpêç bikin.

Çekdarên DAIŞê "dev ji cihên xwe yên adetî berdan" gava ku şer gurtir bû, bi vî awayî niştecihan karîbû ji bajar birevin, wî got.

Wî got ku derketina ji Reqayê zehmet bû, lê ji ber wan erdnîgariya deverê nas dikir wan karîbû xwe ji fîşekên ji alîyê DAIŞê ve biparêzin.

Ew ber bi xala pişkinînê ya QSD ya herî nêzîk ve reviyan, cihê ku ew jê veguhestin kampa Eyn Îsa di karwanine parastî de.

"Jiyaneke nû ji wan kesên ku ji Reqayê direvin hate nivîsandin," Esafî got.

Niştecihên li navçeyên navxweyî ji ber kêmbûna av û xwarinê di şertûmercine dijwar de dijîn.

"[Endamên] DAIŞê xwe guhertin rêbaza ku xelkê bikin mertalên mirovî û agir berdin her kesê ku hewl dide ku bireve," wî got.

Endamên rêxistinê dema ku êrîşên asmanî û bombebarankirina xurt pêk dihatin xwe li malên niştecihan digirtin, wî anî ziman.

Esafî hêviya xwe bi wê yekê nîşan da ku hemû niştecih karibin gelekî zû ji Reqayê birevin "ji ber her çiqas ku hêzên rizgarkirinê nêzîkî orta bajar dibin, ew qasî gefene mezintir li ser jiyana niştecihan heye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500