Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çekdarên DAIŞ li Hewîca kom dibin û dixwazin bajar asê bikin

Xalid Taî

Ciwanên Iraqî ji Hewîca beşdarî rahênanên serbazî ji bo rizgarkirina bajarokê xwe ji destê "Dewleta Islamî" dikin. [Wêne ji Şêx Wesfî Asî]

Ciwanên Iraqî ji Hewîca beşdarî rahênanên serbazî ji bo rizgarkirina bajarokê xwe ji destê "Dewleta Islamî" dikin. [Wêne ji Şêx Wesfî Asî]

Di demekê de ku çekdarên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji bereyên şer direvin, gelek ji wan pena li bajarokê Hewîca yê li parêzgeha Kerkûkê xwestine, berpisekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Niha ew dixwazin ku deverê li hember hêzên Iraqî asê bikin, bi rêya çandina bombeyan li cadeyên ku ber bi bajarok ve diçin, li gorî endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Burhan Asî.

Çekdarên DAIŞ mîn û bomebeyên bidestçêkirî li ser hersê cadeyên sereke ku ber bi Hewîca ve diçin, ku bajarok bi bajarên Kerkûk, Tikrît û Şerqat ve girê didin, çandine, Asî roja Duşemê (19ê Hezîranê) ji Diyaruna re got.

Ev gav dixwaze ku operasyonên serbazî yên ku ji bo derxistina rêxistinê ji bajarok tên pêşbînîkirin bisekinîne, wî got, "bi taybetî dema ku verandina erdên bajarê Mûsilê bi temamî nêzîk dibe".

Di demekê de ku çekdarên DAIŞ ji zonên şer û ji hêzên Iraqî direvin, Hewîca bûye "baregeheke alternatîv" ji wan re, Asî got.

Rêxistin "hewl dide ku wê bike devereke ewle" di nav xesarên ku rastî wê hatine, wî anî ziman jî.

Nêzî 4,000 çekdarên DAIŞ niha li bajarok in, wî texmîn kir -- hejmareke gelek mezintir ji destpêka şerê rizgarkirina parêzgehên Selahedîn, Enbar û Nînewa ve.

Sivîl asê mane

Ligel sekinandina operasyonên serbazî yên ku tên pêşbînkirin, DAIŞ mînan li cadeyan diçîne daku rê nede niştecihan ji bajar birevin, wî got, daku bikaribe wan weke mertalên mirovî dijî hêzên bêjayî yên Iraqî û êrîşên asmanî yên hevpemaniyê bikar bîne.

Sivîlên ku li bajarok asê mane rastî mameleyeke xirab di bin destê DAIŞ de hatine, Asî got, got jî rêxistin "sizayên bi komî yên giran dijî wan bi hincetên cor bi cor daku tirsa wan zêde bike" disepîne.

"Rewş ji bo niştecihên asêmayî karesatî ye û nayê tehemûlkirin," wî got, bal jî kişand ku kêmbûneke xwarinê jî li bajarok heye.

Di destpêka hefteyê de, rêxistinê gule avêtin 30 kesan, zarok û jin jî di nav de, dema ku wan hewl dida ji bajarok birevin, Asî got.

"Rojek bê ku xelk bên îşkencekirin an jî girtin derbas nabe," wî got, anî ziman jî ku roja Yekşemê, rêxistinê lingên çar ciwanan şikand, "tenê ji ber ku wan telefon ligel wan dîtin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500